• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Tirkiyê sê pirtûk derbarê berhemên Behmen Qubadî

Li Tirkiyê sê pirtûk derbarê berhemên Behmen Qubadî


barkirin: Êlûn 19, 2015, 1:41


Li Tirkiyê sê berhemên nivîskî weke pirtûk derbarê berhemên sînemayiyên derhênerê Kurd, Behmen Qubadî  hatine weşandin.

Pirtûkên weşandî bi zimanê Tirkî ne.

Pirtûkên weşandî evin:

  1. Pirtûka ‘Kîsû jî dikarin bifirin – Kaplumbagalar da uçar’ ku sêyemîn berhema fîlmên Qubadiye behsa naveroka wî fîlmê Qubadî dike. Pirtûk cara pêşîn di sala 2007’ê de ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hatibû weşandin û 160 rûpele.
  1. ‘Sînemaya kurdî- Kurt Sinemasi’ behsa sînemaya kurdî dike û balê dikşîne ser hemû berhemên sînemayiyên Qubadî. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya ’’Agora’’ hatiye çapkirin.

Di vê pirtûkê de bo cara yekem diyaloga Behmen Qubadî bi derhênerê Îtalî ’’Bernardo Bertolucci’’ re cih digre. Û di beşeke din de behsa pêvajoya sînemaya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê dike ku starta wê ji aliyê Behmen Qubadî hatiye lêdan.

  1. ’’Perdeya Reş û Spî – Kara Perde’’ bi giştî behsa berhema 5’mîn a Behmen Qubadî ya bi navê ‘Demsala Kergaden – Rhino Season ’ ya sala 2012’ê dike. Ev pirtûk ji aliyê weşanxaneya ’’Sinema Ayrinti’’ yê ve hatiye weşandin. Di sala 2014’ê de ev pirtûk cara pêşîn hatibû çap kirin.

 

Behmen Qubadî:

Derhêner, fîlmnamenivîs û wênegirê Kurd e. Di sala 1969’ê de li bajarê Bane ya rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Xwendina nevendî li bajarê Sineyê qedaniye. Di sala 1992’ê ji bo xwendina zanîngehê çû Tehranê û di beşa Sînemayê de dest bi xwendinê kir, lê piştî demekê dest ji xwendina zanîngehê berda. Bi baweriya wî hemû berhemên ku di warê sînemayê de hene, bandora ceribandinên wî di kurtefîlman de ye. Di dawiya salên 1981’ê de dest bi wênegiriyê kir. Piştî wê bi çêkirina fîlmên 8mm î dest bi fîlmçêkirinê kir.

Bi fîlmê ’’Jiyana di Mijê de’’ riyeke nû di karnameya wî de vebû. Wî fîlmî gelek xelatên navnetewî bidest xistin û weke ’’Şanaziya dekumêntariya Îranê di dîrokê de’’ hate binav kirin.Qubadî bi fîlmê ’’Demek ji bo serxweşiya hespan – A Time for Drunken Horses’’ di rêza derhênerên şareza de cîh girt. Ew film yekemîn fîlmê Dekumentarî yê bi zimanê Kurdî di dîroka sînemaya Îranê de ye.

’’Awazên welatê min yê Dayikê – Marooned in Iraq (bi navê navnetewî) ’’ duyemîn fîlmê wî yê dirêje.

’’Kîsû jî dikarin bifirin – Turtles Can Fly’’ sêyemîn fîlmê Qubadî ye ku weke girîngtirîn berhema wî tê hesibandin û karî sînorên Kurdistanê ber bi cîhanê ve veke.

Berhemên Behmen Qubadî:

Fîlmên dirêj:

  • ’’Demek ji bo serxweşiya hespan – A Time for Drunken Horses’’
  • ’’Awazên welatê min yê Dayikê – Marooned in Iraq (bi navê navnetewî) ’’
  • ’’Kîsû jî dikarin bifirin – Turtles Can Fly’’
  • ’’Nîve Mang – Half Moon’’
  • ’’Tu kesî/ê hay ji pisîkên Îranî nîne – No One Knows About Persian Cat’’
  • ‘‘Demsala Kergaden – Rhino Season ’’
dîtin: 1085

Pêveker:

li tirkiyê pirtûk derbarê berhemên behmen qubadî