• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Li Trîera Elmanya Peykerê Karl-Marks hate çikandin


barkirin: Gulan 6, 2018, 11:37


Serkêşê Komunîzmê, kesê zana û aborînas Karl-Marx, di 200. Rojbûna xwe de hate bibîranîn.
Li bajarê wî yê lê bûyî Triere, pîrozbahîya rojbûna Karl-Max hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de, ji aliyê Komara Gel ya Çînê ve peykerekî 4 metro û nîv bilind diyarî hate dayîn.

Peykerê, ji aliyê Çînê ve ji bo Elmanya diyarî hate dayîn, ji aliyê peykersazê çînî, Chinese Wu Weishan ve hatiye lêkirin.

Di pîrozbahiyê de Balyozê Çînê yê li Elmanya û gelek rayedarên herdû welatan cih girtin.

Serwezîrê Eyaleta Rheinlandê Malu Dreyer, ji beşdaran re axifî û got;

"Em li gel zarokê bajarê xwe ne. Em di wateya erênî de xwedî li Karl-Marks derdikevin. Em wî venaşêrin. Ji ber wergirtina vê dîyarîya dostane em bextewerin."

Di dema pîrozbahiyê de, komeke ciwanan bi alayên Partiya Marksîst Lenînîst ya Elmanya (MLPD) dirûşmên dijî Kapîtalîzmê qêriyan û meşîyan.

dîtin: 64

Pêveker:

karl marx peyker rojbûn 200 salî