• Têketin
  • Ziman
Li Xaneqîn êrîşeke hovane; ji 30 î bêhtir kes şehîd ketin

Li Xaneqîn êrîşeke hovane; ji 30 î bêhtir kes şehîd ketin


barkirin: Nîsan 29, 2014, 12:55


Li bajarê Xaneqîn yê Başûrê Kurdistan dihunê (28.04.2014) piştî nîvro di nav xelkên sivîl de êrîşekî xwekujiyê pêk hat. Di encama êrîşê de ji 30 î bêhtir kes şehîd ketin û ewqas jî birîndar hene.
Di dema kêf û coşiya gel ya ji bo Serokkomarê Iraqê û Serokê YNK Celal Talabanî hatî ravekirin, di xwepêşandanê de di nav gel de xwekujekî êrîş pêk anî. Di encama vê êrîşa dirindeyî de ji 30 î bêhtir mirov şehîd ketin û ji 30 î bêhtir jî birindar hene.

Li gorî çavkaniyên ragihandinê û di heman demê de li gorî ragihandina berpirsê Malbenda 8 ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistan Hêmîn Mansur ev êrîş li pêş malbenda 8 ya YNK pêk hatiye û bi taybet dijî YNK û alîgirê wê pêk hatiye. Li gorî daxuyaniya berpirsê malbendê Hêmin Mansur di vê êrîşa dirinde de ji 30 î zêdetir kes şehîd ketine û ewqas jî birîndar hene. Li gorî daxuyaniyê ji birîndaran 6 kes rewşa wan girane û ev birîndarana ji bo nexweşxaneya Kelar hatine veguhestin.

Berfirehiyên nûçeyê di demhijmêrên pêş de dê bêne weşandin.

REWANBEJ

dîtin: 370

Pêveker:

li xaneqîn êrîşeke hovane ji 30 î bêhtir kes şehîd ketin