• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Madeya Resvaratrol û Genê Splicing

Madeya Resvaratrol û Genê Splicing


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Gelarêzan 11, 2017, 7:11


Di têkoşîna li hember kalbûn/pîrbûnê de vedîtina metodeke nû pêk hat: madeya di nav şeraba sor de jî dihêt dîtin dikare şaneyên bixesar û kevn ji nû ve vejîne.

Lêkolînerên Brîtanyayî vedîtina metodeke nû pêk anîn, metoda nû dikare şaneyên kevn û bixesar ji nû ve vejîne. Lêkolîner şaneyên bixesar û kevn bi madeyeke kîmyayî tedawî kirine û çend saet li pey tedawiyê şaneyên bixesar û kevn destpê perçebûnê kirine. Tiştê balkêş ya vê lêkolînê ev e ku: madeya “resveratrol” ya ji bo ji nû vejandina şaneyên bixesar û kevn bikar anîne, di şeraba sor û çîkolatayê de jî heye.

Lêkolîna nû weke xebatên berê yên li ser kalbûn/pîrbûnê diyar dike ku bi kalbûn/pîrbûnê re gav bi gav û li peyhev hin şane jî çalakiya xwe wenda dikin. Lêkolînerên ji zanîngeha Exeter û Brighton bi xebata xwe vedîtin ku genên, çalakiya xwe wenda kirine, dikarin bi madeyeke kîmyayî dîsa vegerin li ser rewşa xwe yê berê, bi gotineke dikin dîsa destpê çalakiyê dikin.

Madeya resveratrol madeyeke kîmyayî ye û di şereba sor, çîkolata, tirî û pêşikê de heye. Piştî bikar anîna wê madeyê şaneyên bixesar û kevn perçe-perçe û telomera şaneyên bixesar û kevn dirêj bûne. Telomer di dawiya kromozoma DNAyê de dihêt dîtin û karê telomerê jî parastina kromozomê ye ku jê re “devikên parastinê” jî dihêt gotin. Dema meriv kal/pîr dibe, devikên parastinê jî kurt dibin. Lêkolîner bihêvî ne ku metoda nû rê li ber terapiyên nû yên kalbûn/pîrbûnê û nexweşiyên dejeneratîf vebike.

Mirovên kal û pîr zû bi zû nexweş dikevin û sebeba sereke ya nexweşiyên kal û pîran jî ev e; raçînka mirovên kal û pîr, şaneyên bixesar û kevn berhev dikin û vedişêrin. Genê bi navê “splicing” dikare rê li ber kombûna şaneyên bixesar û kevn bigire, lê genê “splicing” di laşê kal û pîran de hema-hema qet çalak nîne. Lêkolînên berê jî diyar kiribûn ku şaneyên bixesar û kevn yên di lebatên kal û pîran de dihêt dîtin, genê “splicing” pirr kêm bûye. Bi madeya resveratrol ji nû vejandin û zêdekirina genên splicing pêk dihêt.

Çavkanî: The Independent

dîtin: 75

Pêveker:

zanist lêkolîn gen Şane resvaratrol splicing