• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Malala Yousafzay xelata Sakharov’ ê wergirt

Malala Yousafzay xelata Sakharov’ ê wergirt


barkirin: Gelarêzan 21, 2013, 5:36


Keçika ciwan a Pakistanî ku sala borî rastî êrişa çekdariya Talibanê hat, roja çarşemê 20’ê Mijdarê xelata mafê mirovan a Sakharov’ê li parlementoya Ewropayê wergirt.

Li gor ajansên Fransayê  Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Şoltz di dema pêşkeş kirina xelata Melale Yûsifê got:  ’’Wê keçika 16 salî hêvî da milyonan kesan.’’ Melale Yûsif di axiftinê de ji welatên ewropî xwest ku di warê fêrkarî û pêşxistina welatên Asyayê, bi taybet hevkariya Pakistanê bikin.

Yûsif ku piştgiriya mafê xwendina keçikên Pakistanî dikir di sala 2012’an de ji aliyê Talibanê ve rastî êrişeke çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. Ew ji bo tedawiyê şandine Brîtanyayê û piştre li wê derê ma.

Piştî bûyera êrişê, Melale di warê xebata jin û keçan ji bo bidest xistina mafên xwe bû sembol û ji aliyê kovara Times’ a Amerîkî ve di nava 100 kesayetiyên bi bandorên salê de cîh girt.

Jêder Basnews

dîtin: 239

Pêveker:

malala yousafzay xelata sakharov