• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Mazlûm Çîçek, Qehreman û Lehengên Kobanê

Mazlûm Çîçek, Qehreman û Lehengên Kobanê


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Pûşper 17, 2014, 9:52


Hevalê Mazlum,

Waxta min şahadeta te bihîst, xemginiye kê xwe berdida nava dilê min, ez pirr hêrs bûm, xwedaneke sarogermî di aniya min de xwe didader, tevzinok diketin çongên min û wan tevzînokan hêdî hêdî li bedena min digeriyan û belav dibûn. Çermê laşê min gij dibû, dilê min di nava qefesa singa min de dirabû pîkolê, dikir ku xwîna min di damarên laşê min de bi pingije û xwîne rê ya xwe ne di dîdît ku di cihekîde bi pijiqe. Xwîn a min berê xwe dida mejiyê min û xwe li mêjiyê min dixist, dikir ku pora min zîç bibe, mûyên pora ser ê min dibûne wekî sîxan û di ser ê min de diçikiyan. Waxta min di vidyo ya înternetê de tu didîtî, te ji wan heval û hogirên xwe yî mêrxas û can fedeyên derdora xwe re di stiran, min zenî û arguşkên xwe xistine nava kefa her du destên xwe, bi saetan weneyên te dubare dikir, li te temaşe dikir û dimeyzand. His û feraseta min di nava laşê min de gur dibûn û dikeliyan. Lêvên min dilerîzin, girîzok bûbûn mîna morîstanka ji dawiya ser ê min ber bijor ve dimeşiyan, rondik di kortikên çavên min de dipingijîn û di navbera poz û hinarkên ru yê min de diherikîn, li banahiya simbêlê min diqelibîn û di anîşkên devê min çep û rast ê de xwe di berdane xwarê. Car caran rondiken ji çavê min diherikîn di kevîken her du lêvên min re xwe diberdane şikefta devê min û bi zimnê min şa dibûn, ez hîn nu bi ekl û tama rondikan hisiyam, min heya wekî îro nizanîbû ekl û tama rondikan hewqasî xweşe hevalê Mazlum.

Hevalê Mazlum,

Şehadeta te ez dixistim nava kelecaneke dijwar de, vîn û hestên min tevlîhev dibûn, ya herî gîrîng, agire ku bi kezaba min dixist û nav û dilê min dipijandin weseti yen te bûn hevalê Mazlum. Dema tu berbi şehadeta xwe ve bi rê diketî, te ji dayik û bavê xwe re gotibû çi bohusta axa Kurdîstanê heye welatê min e, ez li kuderê şehîd bikevim min li wura veşêrin. Evya jê tê wê wateyê ku di wî temenê xwe yî yên biçûk de tu çiqasî evîndarê axa welatê xwe bû yî û di oxira axa pîroz ya welatê xwe de te canê xwe feda kir. Ez dayik û bavê te nasnakim, lê şik û goman tê de tuneye û wekî navê xwe ez dizanim ku dayik û bavê te welatparêzin, ji ber vê sedemê navê tekoşer û egîd ê berxwedana zîndana Diyarbekir kawa yê hemdem Mazlum Doxan li te kirine. Ez rêzdarê dayik û bavê te me û destên wan maç dikim. Çi kurdekî welat parêz, bi şeref û bi rûmet xwîşka te ye, birayê te ye, dayik û bavê te ye. Qet meraqan neke hevalê Mazlum, bila çavê te li paş te nemîne, li ser banga rêberê gel ê kurd bi rêz APO bi hezaran cuwanên kurdan çeka te hilgirtin, sînorên ku dakirkeran dinava axa kurdîstanê de danîbûn ji hevudin çirandin, berbi axa ku tu lê şehîd ketiye meşiyan û berê xwe dane keleha berxwedanê Kobanê. Ma çêdibe cih û axa ku tu lê şehîd ketiye têkevê bin lingen dijminan de, tu carî rêhevalê te vêya qabûl nakin hevalê Mazlum.

Hevalê Mazlum,

Bi saye ser ê te û rêhevalên wekî te, gelê kurd nema sînoran nasdike û jibilî xayînan jî, hêdî hêdî yekbûna xwe ava dike, mînak a herî ber biçav jî, berya bi du salan şehîden kurdan ji bakurê kurdîstanê ber birojavayê kurdîstanê ve dimeşiyan, lê niha dem hatiye guhertin, şehîdên kurdan ji rojavayê kurdîstanê ber bibakurê kurdîstanê ve dimeşin. Evya jî dide xuyankirin ku tu cudahî di nava parçên kudîstanê de tune ye, kurdîstan ruheke, caneke û yek perçeye. Heya ku agîd û mêrxasên wekî te û rêhevalên te ji nava gel ê kurd derkevin, bila dinya û dijmin veya baş bizanibin tu kes nikarê serxwebûn û azadiya kurdan asteng bike. Di kesayetiya te de û rêhevalên te de, ez şehadeta te û rêhevalên te bibîr tênîm û bejna xwe li ber we ditewînim, oxirbe hevalê Mazlum,

 

QAHREMAN Û LEHENGÊ KOBANÊ.

 

 

 

dîtin: 437

Pêveker:

mazlûm Çîçek qehreman û lehengên kobanê