• Têketin
  • Ziman
Mêhrîcana Çand û Xweza ya Katoyê destpê kir.

Mêhrîcana Çand û Xweza ya Katoyê destpê kir.


barkirin: Êlûn 1, 2013, 8:56


Li zozanên Çelecengê ya Bêşababa Culemêrgê yekemîn mêhrîcana çand û xweza ya Katoyê bi coşek mezin destpê kir.

Piştî şerên dijwar yên 30 salan li navserê çiyayê Katoyê, li zozanên Çelecengê yekemîn mêhrîcana çand û xwezayê dihête lidarxistin. Bi hezaran welatî û parlamenterên BDP’ê, berpirsên saziyên medenî jî beşdarê mêhrîcanê dibin. Di mêhrîcanê de malbatên Roboskiyî bi germî hatine pêşwazî kirin.

Di yekemîn mêhrîcana çand û xweza ya Katoyê de qada festîvalê bi kesk û sor û zer hate xemilandin. Aheng bi rêzgirtina li ser bîranîna pekrewanên azadiya Kurdistanê destpê kir. Axaftina destpêkê ya mêhrîcanê serokê Komeleya Xweza ya Cîloyê Xalid Soydan kir. Soydan diyar kir ku aşitiya cîhanê girêdayî aşitiya herêmêye û weha got: Di roja 1’ê îlonê de emji çiyayê Kato bangawaziya aşitiyê li tevahiya gelên Antolyayê dikin. Me divê di vê roja bi wate de diyar bikirn ku gelê Kurd alîgirê aşitiyê ye.’

Piştî axavtina Soydan parlementerê BDP yê Colemêrgê Adil Zozanî axaftinek kir. Zozanî jî behsa giringiya aşitiyê kir û got: ‘Em ji bo peyama aşitiyê li vê derê kom bûne. Hêvîdarin ku banga me ya li vê derê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn jî bihête bihîstin. Zarokên Kurdan ji bo azadî û mafên xwe derketin serê çiyan.’

Di berdewama axaftina xwe de Zozanî bang li serokwezîrê Tirkiyê Teyîb Erdogan kir û diyar kir ku heger hikumeta AKP’ê dixwaze pirsa Kurd çareser bike divê vê peyamê baş bixwîne.  Ji ber ku gelê me dibêje tu nikarî dîroka me binivîsî. Me divêt em dîroka xwe binivîsin. Gelê me li vê derê vê peyamê dide. Em dixwazin digel hemû gelan de bi birtaî û aşitî bijîn. Erdogan dibêje ez qebûl nakim ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Dêy wê de here. Ma tu kî yî ku zimanê min qedexe dikî. Erê qedexe kirin, lê ka çi encam girtin?

Piştî axavtina Zozanî bi beşdariya nivîskar Ragip Zarakolû û îhsanê Colemêrgî panela aşitiyê pêkhat. Şahiya mêhrîcanê berdewam dike. Dê evro jî sînevizyona aşitiyê, nobeta aşitiyê û vêxistina çirayên aşitiyê berdewam bike. Her weha hunermendên beşdarê mêhrîcanê bûne dê bi goranî û awazên xwe bijenin.

 

dîtin: 426

Pêveker:

mêhrîcana Çand û xweza ya katoyê destpê kir