• Têketin
  • Ziman
Mêhrîcana Gola Wanê bi dawî bû

Mêhrîcana Gola Wanê bi dawî bû


barkirin: Êlûn 13, 2013, 1:53


Di sêyemîn mîhrîcana xweza çand û hunerê ya Gola Wanê de doh dîwana dengbêjên Serhed û Botanê hate danîn. Mêhrîcan bi beşdarbûne deh hezaran kesan û bi konsertên hunermandan gehişt encamê.

Di sêyemîn mêhrîcana Gola Wanê de doh jî dîwana dengbêjên herêma Serhed û Botanê hate danîn û dengbêjanbi stran û newayên xwe gel mest kirin. Piştî dîwana dengbêjan hunermendên Êzidî Tehsîn Xidir Şengalî derket pêşberê beşdaran. Xidir stranên xwe yên ‘Heyla li min xeribê’, ‘Ehmed Beg’, ‘Ez Xelef im’, ‘Dê çêkin çêkin’ jeniya.

Ber berdewama bernameya mîhîrcanê de lîstikvanên Teatra Mîtanî lîstîka bi navê Xewna Azadiyê pêşkêş kirin. Her weha lîstika şanoyê ya ji aliyê lîstikvanên Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya bi navê Xulamê du xwedî li Şanoya Dewletê ya Wanê derket pêşberî şanohezan.

Piştî dîwana dengnêjan û tiyatroyan mêhrîcan bi konsertên gelek hunermendan bi dawî bû. Hunermendên MKM’ê Dilciwan, Yusif Agirî, Hîvda, Nurcan Degirmencî bi stranên xwe derketin ser dike. Hunermendê Laz Niyazî Koyuncû û hunermenda navdar Îlkay Akkaya jî bi stranên xwe beşdar coşandin.

Piştî stranan serok3e şaredariya Wanê Bekir Kaya axivî û mêhrîcan bi stranên Diyar bi dawî bû.

dîtin: 390

Pêveker:

mêhrîcana gola wanê bi dawî