• Têketin
  • Ziman
Mejiyê keçikan ji yên kurikan xweragirtire

Mejiyê keçikan ji yên kurikan xweragirtire


barkirin: Rêbendan 28, 2014, 11:27


Lêkolîn

Li gor lêkolîna zanyaran kurik zêdetir tûşî nexweşiyên sinir û esabî yên weke têkçûna otistik spektrum, kêmbûna baldariyê û hiperaktivite dibin.

Zanyar dibêjin ji ber ku mejiyê keçikan zêdetir xweragire, lewma jî li gor kurikan kêmtir otistik dibin. Li gor lêkolînekê ku di kovara American Journal of Human Genetics de hatiye weşandin kêmasiyên molekulên DNA yên keçikan ji yên kuran saxlemditirin û jiber vê jî kêmtir tûşî nexweşiyên derûnî dibin.

Ev encam li gor daneyên ku lêkolîna li ser 15 hezar kesan de derketre holê û 800 malbatên ku nav endamên wan de nexweşiya otizm heye, birêve birin.

Zanyaran di encama van pişkînîn û lêkolînan de dîtin ku li gor kurikann di genên keçikan de mûtasyon zêdetir bi zirare. Lê belê, ji bo bikarin navê otîzmê lê bikin asta mutasyona nerênî ji yên kurikan kêmtir derketiye.

Kromozama X

Mamostayê Nexweşxaneya Zanîngeha Lozana Swêsrê Sebatien Jacquemont dibêje ku ji bo mirov bigehe encamek wesa pêdivî bi zêdetir lêkolînan û pişkînînan heye. Lê belê dîsa jî tê dîtin mejiyê keçikan li gor yên kurikan zêdetir xwe ragire. Ji lewra kurik zû bi zû tuşî nexweşiyên derûnî û asabî dibin.

Pisporeke din yê ku di vê lêkolînê de cih girtye mamostayê Zanîngeha Washingtonê Evan Eichler e. Eichler dibêje ku li gor daneyan kromozama X ya keçikan dihêle ku ev encam derbikeve. Ji ber ku keçik xudan du kromozomên X in. Dema yek têk diçe jî ya din dikare peyrew û karê ya din birêve bibe.

dîtin: 603

Pêveker:

mejiyê keçikan ji yên kurikan xweragirtire