• Têketin
  • Ziman
Mele Kerem Soylu koça dawî kir

Mele Kerem Soylu koça dawî kir


barkirin: Gelawêj 8, 2014, 11:56


Mele, nivîskar û rewşenbîrê kurd Mele Kerem Soylu îro li Stenbolê wefat kir.

Mele Kerem Soylu ku herî dawî endamê Komîsyona Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û qunciknivîskarê Ozgur Gundemê bû ev çend roj bûn li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Hasekî dihat dermankirin. Soylu 3 roj berê ji ber nexweşiyên di encama zekemê de xwe nîşan didin rakiribûn nexweşxaneyê, lê îro pirsgirêkên tansiyon û dil jî derketin û mixabin dixtoran nekarîn wî li jiyanê vegerînin.

Soylu ku li ser wêne û dîroka kurdî kar dikir, herî dawî pirtûka bi navê  “Mesail-i Muhimme-i Kurdistan (Pirsgirêkên Girîng ên Kurdistanê) amade kiribû û hefteyê carekê ji bo Ozgur Gundemê nivîs dinivîsand.

Mele Kerem Soylu ji ciwaniyê ve di nav xebatên  kurdî de cih girt. Dema HEP hat avakirin yek ji avakarên wê bû û paşê di nav HADEP û partiyên din de kar kir. Soylu ku di Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de jî wekî rêveberekî demek dirêj kar kiribû, di nav Komîsyona Baweriyan a KCD’ê ku salek berê hatibû avakirin de jî bi awayekî çalak kar dikir. Soylu her wiha di avakirina komeleya meleyan DÎAYDER’ê de jî cih girtibû.

Cenazeyê Soylu dê bibin Melezgîrê Mûşê û li wê derê veşêrin.

 

DIYARNAME
Foto: Cemil Oguz

dîtin: 559

Pêveker:

mele kerem soylu koça dawî kir