• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Merheba temaşevanên hêja, em li Hezexê ne!

Merheba temaşevanên hêja, em li Hezexê ne!


barkirin: Rêbendan 18, 2016, 5:11


Gotina rast tahl e.

L i min bibore Hezexê! Tiştek ji destê min nayê û nikarim derewan jî li te bikim!

Dizanim piştî gelek bajarên Kurdan wê ev dagirkerî bi kêfxweşiyeke mezin te jî tarûmar bike.

Dema van hevokan dinivîsim bi stranên xwe yê nijadperest û bi tanq û topên xwe dest bi êrîşa ser te kirine jî.

Duho derengê şevê dest pê kirin û dibe dema van hevokan dinivîsim çend ciwanên bi xewn û xeyal, bi hesret û eşq xwîna xwe bera nava axa te dabin jî.

L i me bibore ku em tenê li te jî, wekî me temaşeyî li Cizîrê, li Silopî, li Warto, li Sûrê, li Nisêbînê û gelek bajarên din yê welatê xwe dikir bêdeng û bêçare wisa jî li te temaşe dikin.

Mixabin tiştek ji destê me nayê û ev siyaseta ne siyaset nahêle em tiştekî bikin.

Anha tu qurbaniye!

Tirsa min ew e ku tê zêde nikaribe li ber xwe bide.

Wê bi dehan keç û xortên te bikujin, têr naka wê bikin di binê xaniya de hûn bi me re bi telefona re jî bipeyivin û dengê we bi riyên televizyona di guhê me de bang bide.

Wê bihêl in ji bo ku em têra xwe rezîl bibin!

Wê bihel in em têra xwe ji ber xwe fedî bikin!

Wê bihêl in ku em ji mirovatiya xwe derkevin!

Wê bihel in ji ber bêçaretiya xwe em nema karibin di hundirê xwe de jî ji xwe re bêjin em Kurd in!

Lê…

Wê dîrok van roja jî binivîse.

Wê qehramaniya we binivîse, wê dilsozî û dilpakiya we jî û ‘tirsonekiya’ me jî…

Lê wê vê ‘siyasetê’ jî binivîse û wê van kesên wekî demekê birêz Ocalan gotibû ku nikarîbûn qiloçê du bizina ji hev derxin û li ser qedera te, qedera welatekî dipeyivîn wê wan jî binivîse.

Demeke xwefiroşê pera Osman Ocalan ‘eniya şer’ vekiribû.

Bi sedan qehramên welatê me di ‘taktik û stratejiyên’ wê demê de bibûn qurbanî.

Paşre jî wî camêrî di hevpeyvîneke xwe digot; xeyala min ya mezin ez bibûma bûrjuwaziyeke biçûk!

Du xeyalên cuda, du jiyan û ‘fermandarek’ û şervanek!

Wê dîrok rastîya wan bike qurbana xeyala we merak nekin!

Anha em dizanin ew keç û xortên ku li bin stêrkên welatê min radizin bi xwediyê wan biryaran dikenin û heyfa xwe bi wan tînin.

Ditirsim deh salên din jî hûn, yên anha li Hezexê bi hemû ruh û canê xwe li ber xwe didin, bi yê anha bikenin.

Dibe ku hûn ji wan bipirsin û bêjin dema em dihatin kuştin, dema dagirkerî bi hemû hêza xwe dihat ser me hûn li ku bûn?

Madem ev rêyeke rast bû çima riya me bi ser hev venedibû û wekî gelek bajarên din yê welatê min rêya me nedigihişt hev!

Çima tenê hûn HEMÛ di televizyona de xuya dibûn û yek jî ji we dema laşê me dihate şewitandin, dema dihat tahzî kirin û dema li kolana bo sewal bixwin bi hefta di ma yek ji we ne lir bû,qet nebû ranehiştin meytê me jî!

Hey bi saxî hûn ne li ba me bûn!

Madem em tişteke rast dikin û HÛN jî rast dibînin ma HÛN li ku ne xwedîserno!

Rast e ya hûn li vir in ya jî li wir. Ya emê hemû bi hev re azad bibin ya jî divê em temaşeyî perçe kirin û tahzî kirina xwûşk û birayê xwe nekin, divî ya bû!

Gotina me çi be divê kirina me jî anha ev bû ya!

Lê ji kesên herî pir bi sîstemê ve hatine entegre kirin bigirin heta kesên ku bi hezar km ji te dûr in hemû tenê li kuştina te temaşe dike.

Gotin pera nake Hezexê!

Çawa gotin li Cizîrê pere nekir û bi dengê hewar hewara wan me kuştina wan temaşe kir bêguman emê li te jî temaşe bikin.

Dagirkerî wekî mare divê gomlekê xwe nû bike bi kuştin û wêran kirina me.

Siyaset jî ev e dema nikaribe û nizanibe siyaseteke baş bo gelê xwe bike tenê temaşeyî zulma dagirkera dike.

Ev pergal dike herdû jî bijî.

Tenê tu dimire welatê min!

dîtin: 557

Pêveker:

merheba temaşevanên hêja em li hezexê ne