• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Merivên Betal | Tîtalê Kerem

Merivên Betal | Tîtalê Kerem


barkirin: Gelawêj 6, 2017, 10:05



Min nivîsa Aslîka Qadire malpera RİA TAZA da ya bi sernavê “Radîoya Yerêvanê naha kuştî ye, lê ne çelkirî ye” xwend û gelekî xemgîn bûm, çimkî roja îroyîn gelek meriv hene ên ku çûne cihê xweyî germ li welatên Awropayê dîtine û ji dûrva meriva rexne dikin, yan jî xwe rêklam dikin. Meriv hene ên ku şuxul emelê wan tune, li wî welatê Awropayê naxebitin, çimkî ew li wir tu tiştî nikarin bikin, kêrî wî welatî nayên, alîkarîya dewletê distînin, ji betalbûna destpê dikin vî yan jî wî merivî rexne dikin, yan jî wextê ku merivên sax îdî namînîn, destpê dikin mirîya rexne bikin, xwe yan jî malbeta xwe rêklam dikin.
Dema Sovyêta berê miaşa xebata li radîoyê bilind bû û bi wê miaşê meriv dikaribû jîyana xwe baş derbas bikira. Wî çaxî dewletê hemû mecal didan ku netewên kêmjimar çand û kûltûra xwe biparêzin. Li radîoyê jî usa bû. Bona dengnivîsara, yan jî hazirkirina stirana hukumata Sovyêtê hemû mecal didan ku wî karî mîyaser bikin. Xebata li radîoyê wê demê usa jî bi nav û deng bû. Hukumatê wî çaxî hemû mecal didane xebatkarên wê demê.Wan sala înformasîayên bi radîoyê dayî tenê propaganda dewleta Sovyêtê bûn, yan digotin li vî gundî çiqwas genim berev kirine, yan jî ev karxana Sovyêtê çiqwas eşîya çêkirine. Gotar û bernamên mayîn jî usa bûn.Ew bername li her çar parçên Kurdistanê jî dihatine guhdarkirinê. Feqet navê Kurdistanê tu cara nedihate gotinê, çimkî ew sîyaseta dewleta Sovîyêtê bû.Bername bin kontrola Moskvayêda bûn.
Lê em wan hemû merivara  rehmê dixwezin ên ku bona miletê xwe rojekê yan jî salekê, yan jî zêde xebitîne. Ez diwekilînim, wekî wî çaxî her kes bo xwe dixebitî û dewletê perekî baş dida. Ji wana yek jî bavê min Keremê Seyad bû. Ez tu cara hiz nakim derheqa malbeta xwe, yan jî xweda pesina bidim, çimkî usa hatime terbyetkirinê.Lê roja îroyîn merivê ku tiştekî mezin jî nekiribe, rojê çend cara pesinê xwe dide û xwe rêklam dike.
Dîsa vegerime li ser xebata radîoyê. Piştî hilweşîna dewleta Sovyêtê, gelek merivên ku niha pesinê xwe didin û xwe rêklam dikin, ji Ermenîstanê çûn, meriv dikare bêje revîn. Piştra hal gelekî dijwar bû. Ermenîstana serbest tevî Adrbêcanê kete nava şerekî giran. Êkonomîya welêt carekêra ket.Halê cimetê pir xirab bû, meriv dikare bêje xelayî kete nava cimetê.Bavê min li radîoyê tenê ma, çimkî hemû kes hiştin û çûn, çimkî li radîoyê miaşa mehekê îdî bûbû nezîkî 2OOO drama /1O dolara/. Mecala me jî hebû ku em ji Ermenîstanê derketana, lê bavê min neçû. Rastîyê bêjim, ez wî çaxî çawa spîkêr li radîoyê dixebitîm û min jî gote bavê xwe ku em herin Rûsîayê li cem apê min. Feqet bavê min qayîl nebû û em mane li Ermenîstanê. Wê demê radîyo dixwestin bigirtana, lê bavê min nehişt radîyo bê girtinê. Ewî serokatîyêr'a got ku ewê hemû tiştî bike ku xebata r'adîoyê berdewam bibe. Usa jî bû. Bi dijwarîyên mezin ew salên dirêj heya roja îro derbas bûn. Radîyo ji mala me 9 kîlomêtra dûr bû û bavê min peya neh kîlometra diçû li ser karê xwe û 9 kîlometra paşda dihate malê. Ez jî gelek cara usa çûme û hatime. Êlêktrîk tunebû, transport tune bû. Ew dijwarî bi salên dirêj berdewam kirin.
Gilî ne derheqa wê yekêdane ku dijwarîyên çawa hebûn, feqet gilî derheqa wê yekêdane, wekî rûyê wan dijwarîyada ew rexnekirên meye îroyîn wî çaxî  revîn çûn û roja îroyîn tiştên vî cûreyî dinvîsin.
Piştra xebata radîoyê diha xweştir bû. Bernamên nû hatin çêkirin, radîoguhdarên me îdî bi zindî mera ketine nava pêwandîya. Radîoguhdar zindî, bi têlefonê tevî bernamên me bûn. Berê tiştê usa tunebûne. Bernamên me dighîjin meremên xwe. Roja îroyîn jî ew kar berdewame. Bavê min 54 sala karê xwe li radîoyê kir û emekê wî nava karê welathizîyê û milethizîyêda pire. Ew qîmet radîoguhdar didin û derheqa wê yekêda dibêjin. Hemû  kesên ku guhdarîya radîoyê kirine û dikin zanin.
Ez ji rexna tu cara narevim, lê wextê ku ew rexne derew û gotinên provokasyonin, wî çaxî meriv xemgîn dibe û difikire ku nava miletê meda çiqwas merivên guneh û nimiz hene ku nizanin li ser çi bixebitin, çi îşî bikin, lê mala xweda betal rûdinên û buxdana dikin, şera li meriva gilî dikin. 
Radîyo xebata xwe îro jî berdewam dike û wê berdewam bike. Roja îroyîn bi seda radoyo û têlêvîzyonên kurdî hatine vekirinê û bila Xwedê wana hê zêde bike. Diqewime roja îroyîn radîoguhdarên me bo we yekê jî kêm bûne, çimkî têlêvîzyonê temaşe dikin, lê ew nade kifşê ku radyo naxebite. Radîoya Êrîvanê rola xweye nava dîroka gelê kurdda lîstîye û dilîze.
Baştire ku merivê wî cûreyîye bêyî îş û bêkar karekî bona miletê xwe bikin, çand û hunera miletîyêva mijûlbin, lê ne ku bi buxdankirina û şera gilîkirinava mijûlbin.
Xanim Aslîk ketiye bin hukumê merivekî mayîn, ê ku tenê wî îşîva mijûl dibe, lê her merivek bi hiş û aqilê xwe gerekê bifikire, ne ku bi hiş û aqilê merivekî mayîn.Ya duda radîyoya Yêrêvanêye beşa kurdî li Avropayê baş nayê bihîstinê û xanim Aslîk haj bernamên meye rojane tune. Îdî ji ku zane radîyoya kurdî ya Yêrêvanê mirîye an zêndîye. 
Berpirsyarê beşa kurdî ya radîoya Ermenîstanêye civakî:
Tîtalê Kerem

dîtin: 91

Pêveker:

tîtalê kerem radyoya Êrîvanê