• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şerê jiyanê; Kobanî piştî azadiyê ji zarê wênegirekî  “Meryem Eşrafî” | Ayda Qecer | Wergêr; Dêrsim Oremar

Şerê jiyanê; Kobanî piştî azadiyê ji zarê wênegirekî “Meryem Eşrafî” | Ayda Qecer | Wergêr; Dêrsim Oremar


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Êlûn 5, 2015, 3:14


Ji farsî: Dêrsim Oremar

 

’’Heval Zemanî, bombe pûç dikirin. Mal bi mal li gundên derdora Kobanê digeriya, bi rojan di nava cilan û sindoqa otomobêlan de li bombeyan digeriya û bi aramî ew pûç dikirin. Bombeyên ku di kîseyan de hatine bicîh kirin yan di galonên ku bi 1000 kîloyên TNT yê girêdayî ne. Min ewqas îsrar kir heya wî qebûl kir di dema pûç kirina bombeyan de pêre bim. Min jê re got, rojekî vedigerim û çîroka te dinivîsim. Lêv bi ken û bi livandina serê xwe bersiv da’’.

Meryem Eşrafî, wênegir û nûçegihaneke Îranî ye ku piştî azadiya Kobanê ji aliyên hêzên Kurd ve, çûye wî bajêrî û mehekî li rex hêzên Kurd (YPG) û (YPJ) maye. Meryem du sale li ser projeya beşdariya jinên Kurd di nava partiyên Kurdistanê de dixebite û piştî derbaz bûna ji Kurdistana Îraqê, jiyana bi wan re û xwendin û lêkolîna dîroka wan di coxrafiyayên cuda de ber bi Kobanê ve çûye. Kobanê, bajêrek bi şêniyên Kurd li bakurê Sûriyê û hevsînorê Tirkiyê ye.

Ew ji bo vegotina jiyana li pişt eniyên şer, ber bi Kobanê ve çû da jiyana wan mirovan vebêje ku bi gotina wê ’’li pişt wan eniyan, di kêliyan de wateyê didin jiyanê. Herkes behsa eniyên pêşîn dike û her roj nûçeyên nû, lê tişta ku nehatiye vegotin, çîroka wan kesane ku bi yekcarî Kobanê kirine navenda bala cîhanî ’’.

Piştî ku Kobanê azad bû, pêla mezin a xelkê ku bajarê xwe terikandibûn ber bi bajêr ve herikin. Polîsên parastinê li jêr navê ’’Asayiş’’ê tevî grûpên pûçkirina bombeyan berpirsyartiya paqij kirin û ewlehiya nava bajêr û gundan girtine ser xwe. Lê metirsiya lîstina zarokan di nava bombe û mayînên di nava bajêr, goristan û derdora bajêr de heye. Zarokên ku pêlîstokên wan bûne çek û sîlah, yan hestiyên mirovan.

Zarok diçine dibistanan û di du demrojan de dixwînin. Fêrbûna zimanê Kurdî jî li xwendingehan zêde bûye, da tenê bi zimanê Erebî fêr nebin lê çavkanî û îmkanên fêrkariyê nînin. Dema xwendingeh bi dawî dibe, zarok di kolanan de dilîzin û di germe germa lîstinê de destê te digirin û pelkêşî cem cenazeyan dikin. Pêlîstokên ku eger por dirêj û bi rîh bin, DAÎŞ î ne: ’’ dema bi zarokan re diaxivîm, bi bihîstina gotinên wan û stranên ku digotin, yan bi nûciwanên ku rûbirû dibûm ku bejna wan weke zarokên heft-heşt saliye, di kûrahiya çavên wan de ewlehî û şa bûn veşartiye’’.

Meryem Eşrafî di rojên Newrozê de bi riya Sûrûçê- bajarê ku 10 kîlometran ji axa Tirkiyê bo nava Kobanê dûre- çûye Kobanê, dema ku gelê Sûrûçê bi cejn û şahî ji bo dilxweşiya şêniyên Kobanê ber bi sînore ve herikîbûn da dengê xwe bigehînin hevsînorên xwe. Bajêrê ku %80 ya wê wêran bûye, lê mirov dikare dilxweşiya vegerê di çavên xelk û zarokan de bibîne ku bi her hencetekî stranên şoreşgêrî dibêjin.

Di şert û mercên niha de hin pevçûn d navebra Kurd û Ereban de hene. Hemûyan bajêr çol kirine û niha ku Kurd bûne rizgarkerên bajêr, çêkirina ’’hevsngiyê’’ di navbera wan de zehmet bûye: ’’Kurd dibêjin ger hûn bêalî ne û alîgiriya DAÎŞ ê nakin vegerin bajêr. Gelek alî jî ditirsin bi pêşrewî û hizûra Kurdan di nava bajêr û gundên derdora Kobanê, bibe sedema vala bûna herêmê ji Ereban. Ditirsin belaya ku bi serê Kurdan hatiye, îcar Kurd bi serê Ereban bînin. Lê hêzên Kurdî dibêjin hemû hewl û armanca wan vegerandina hevsengiyê bo herêmê ye’’.

Tevî ku hêzên Kurdan ewlehiya bajêr dabîn dikin ’’hewil didin hizûra xwe di nava bajêran de kêmtir bikin da bi kêmbûna nîşaneyên şer, hesta ewlehiyê vegere nava xelkê’’.

Ew hizûr di hin şevan de bi gera di nava bajêr de, axiftina bi xelkê re, hembêz kirina zarokan û carna jî bi gotina stranan tê îzah kirin. Di heman halê de ’’hizûra wan di nava bajêr de dikare bi wateya şikandina taboya newekheviya zayendî jî be. Dîmeneke rastîn ji jinan ku tu pêwîstiya wan bi zilamn nîne û bi xwe bûne parêzerên xelkê’’.

Şev û rojên Meryemê di çeperên şer de, cihê jiyana hêzên YPG û YPJ û kolanên bajêr û gundan de wisa bû ku wê jin bûna xwe ji bîra kiribû, beriya hertiştî ew nûçegihan bû: ’’ Min li tu deran hest nekir ku jin im. Beriya hertiştî nûçegihaniya min ji bo hemûyan girîng bû. lê normale ji ber ku jin im çûme nava geide û axiftinên şexsî jî. Ferqa zayendî belkî di dema pêkenîn, govend, henek û strangotinê de diyar dibû û di nava jin û zilaman de bedewiyên xwe hebû. Yan ji bo mînak, jinên şervan hin şevan rîşiyên şalên xwe bi morikan dixemilandin’’.

Di her grûpekî de jinek û zilamek fermandar in, lê pileya mezin bûna wan ji hels û kefta wan diyar nedibû: ’’Min nedizanî fermandar kî/ê ne. Li çepera rojava, keçikeke Kurd a Îranê hebû ku bi farsî diaxivî. Dilovan û bêdeng bû. piştî heyamekê ez pê hesiyam ku yek ji fermandarên mezin e û ’’Kapîtan’’a wan hêzane ku di şer de ne. Ji vegotina çîroka xwe ji bo nûçegihanan westiya bû û bi kêmî û kurtî diaxivî’’.

Dilgiranî û xema jinên şervan eve ku cîhanî bûna berxwedana wan di ’’modeya du-sê rojeya cilan’’ de bê dîtin: ’’ gelek tehle ku cîhan bizane şerê wan jinan ji ber çi ye? Armanca wan çiye? Armanca wan li hember gelek partiyên Kurdistanê û me jinên Îranî jî zêdetir nêzî rastiya xwe ye û di du eniyan de di şer dikin: yek li hember dijmineke hevbeş û ya duyem îsbat kirina xwe weke jin.

Lê di rastiyê de di atmosfera ku zilaman qebûl kirine li rex jinan şer bikin, civakê bi awayekî kamil wekhevî qebûl nekiriye’’.

Şeva ku jinên şervan ber bi eniyên pêşîn yên şer ve diçin, li dora hev kom dibin, diavixin, stranan dibêjin û dest di destê hev de govendê digirin. Govenda ku bi yekcarî di dema xwarinê de, di nava cadeyan de, şevê û piştî oparasyonan ’’jiyanê di nava xirabeyên şer de nîşan dide’’.

Lê xatir xwestin û veqetîn girînge: çi di dema çûna çeperên şer de û çi dema ku laşekî dispêrin axê: ’’ ji dema ku ez di nava xwe de hebandim, ji bo her xatir xwestinekî bi tundî ez hembêz dikirim. Wan bi xwe jî wisa hevdu hembêz dikir, werbêjî hevdîtina wan ya dawiyê ye. Çiqas zêdetir di nava wan de mam, zêdetir pêhesiyam ku di rastiyê de her xatir xwestinek dikare hembêza dawiyê be. Hembêza ku bi temamî hesta bê ewlehiyê bû’’.

Yek ji pasewanên derwazeya bajêr, Kurdê Îranê bû ku Meryemê di riya cebheyê de pêre qirar danîbû di dema vegerê de bi hev re biaxivin, lê ’’di dema vegerê de keçikek dît ku wêneyek di destê wê deye û digirî. Çûme goristanê, li ser gorekî sekinîm û keçikê wêneyek nîşanî min da. Heman kurê Îranî bû. Mîtra jî Îranî bû. di dema xatir xwestinê de gulek da min û got kengî vedigerî, min got çend mehên din. Got ger te ez nedîtim dizanî beyê kuderê. 30ê June hate kuştin’’.

Dengê tilîtî û mûzîkê di dema veşartina cenazeyê şervanan de, atmosfera hakim li gorsitanê ye. Gor têne kolîn û darbesta endamên YPJ li ser milên jinan û darbesta endamên YPG ê li ser milên zilaman e.

Ew di vê baweriyê dene ku bi girîn û xemê, ’’şikesta’’ xwe nîşanî dijmin didin û ji ber vê bi aramî bêdeng dibin û stranên şahiyê pêdixin: ’’ baweriya wan a ku ’’şehîd hertim zindî ne’’ her roj dibînî û ji zarê wan dibihîzî’’. Goristana bajêr di nava 35 rojên ku Meryem li Kobanê maye tije bûye.

Rûbirûbûna her roje ya bi mirinê re, şîn û hesta ji dest dayînê ’’te ji wateyan vala dike. Dema çendemîn hevalê/a min hate kuştin, min SMS ek ji hevalekî re şand û nivîsî, dilgiranim. Bersiv da: ’’wî şerî gelek hest di nava me de kuştine: heta hesta şînê jî’’. Mirina hestên mirovan gelek metirsîdare’’.

Di şerê bi DAÎŞ ê re tenê mirin mirovan natirsîne, diyar nebûna bûyerên dij mirovane di dema dîl ketinê de, tirsa herî mezin e. Ji ber vê jî şervan guleya dawî ji bo xwe dihêlin ku di egera dîlketina bi destê DAÎŞ ê jiyan yan mirina xwe hilbijêrin: ’’dema du keçikan, du guleyên xwe yên dawî dane min, wergêr ji min re got, tevî yek ji wan keçikan di avahiyeke duqat de asê bibûn û ji qata yekem dengê ’’Alaho Ekber’’ dihat. Wî karîbû keçikê razî bike di dema hatina DAÎŞ ê de wê bikuje, ku hêzên piştevaniyê bi hawara wan hatibûn’’.

Xatirxwestin û mirina ku her roj dubare dibe, yek ji sedemên nebûna peywendiya zayendî û atifî ya di nava endamên vê grûpê de ye: ’’ tevî ku hesta bav bûn û dayik bûnê nayê ji nav birin û kontrola wê hêzeke ecêb dixwaze. Dema ku zarokekî di hembêz de digiritin, te dikarî wê hestê fêm bikî’’.

Şerê di cebheya rojhilat, rojava û bakurê Kobanê berdewam e û cejn û xatirxwestin jî di nava odeyên şervanên jin û zilaman de. Her roj grûpeke mirovan têne kuştin û dibine hejmarek û amarên şer. Mirovên ku ’’ji wan hin dibî di demê de jiyanê bikî. Tu nikarî û çênabe kêlî û derfetên ji bo jiyanê ji dest bidî’’.

Lê çîroka jiyana ’’Heval Zemanî’’ çarenivîseke ku derfeta vegotinê jê re tunebû. Bersiva Heval ji bo Meryemê di hevdîtina dawîn de girnijînek bû ku di dawiya June ê de wate girt: dema ku ji bo pûç kirina bombeyekê çûbû gundekî nû azad bûyî, di dema kar de hate kuştin.

 

Çavkaniya Farsî: İranWire

 

ÇEND WÊNEYÊN MERYEM EŞRAFÎ

 

 

meryem_esrafi_07_2 meryem_esrafi_06_2 meryem_esrafi_05_2 meryem_esrafi_04_2 meryem_esrafi_03_2 meryem_esrafi_02_2 meryem_esrafi_01_1

dîtin: 602

Pêveker:

Şerê jiyanê kobanî piştî azadiyê ji zarê wênegirekî