• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Mihemed Şêxo û deh stran!

Mihemed Şêxo û deh stran!


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Adar 12, 2015, 3:06


Mihemed Şêxo û deh stran!

Bihîstina dengê wî me ber bi serdemên berê ve girê dide. Dengê ku hê jî dengê guhdarkirinê û nû ye. Hunera ku ku vê gotinê îspat dike:“ tenê huner nemire…“ Ew me ber bi paşde vedigerîne û tabloyekî reş û rengîn yê jiyana xwe û civaka ku têde maye, radixe ber çavan. Me dibe nava pêvajoyeke dîrokê û rewşa siyasî-civakî ya salên 60 heya 80an xweşik dide diyarkirin. Kesekî hosta û ji awazên xwe re wan helbest û peyvan hildibijêre ku hişê civakê bide ponijandinê. Jixwe ji hunerê jî bendewariyek ji vê mezintir nayê payîn. Di vê nivîsê de ji xizîneya pirbar a hunera wî tenê çend stran bi kurtî hatine analîzkirin.

Strana yekê: Ey Felek / Gotin: Xelef Zêbarî, Muzîk: M. Şêxo
Mamosta Mihemed Şêxo çîrokbêjê destanên serdemekê ye ku Kurd di halê rabûn û ketinê de ne. Serhildana Mistefa Barzanî( 1961-1975 ) dest pê dike û piştre bi karê hevpar yê dijmin û dagîrkerên Kurdistanê re rastî şikestê tê. Heya hingî saza wî û çeka wî hevalên wî yên jiyanê bûn. Li pey şikestê êdî hilanîna tifingê li welatê ku bi milyonan Kurd têde dijîn û bêmafin, jêre qedexeye. Li Îranê dibe penaber. Hunermendê gel hingî bi çekeke din şerê xwe didomîne. Saza xwe hildigire û bi xwîna dil û dengekî tije xem wiha diqêrîne:
„ Ey Felek bo te dinalim / Bo çi nêrgiz çilmisîn
Ew çima bextê me ho ye / Em bê dost û bê kes in..“

Di wê rewşa tevlîhev a ku gel têde bû, stranên wiha hêsir bi çavên xelkê de dianîn xwarê. Birîn dikewandin. Şêxo weke saykologekî bispor dizane ka ji kîjan derî bikeve nava derya hestên xelkê. Ji ber wê jî bi awayekî dinale ku xelkê jî bixwe re bigirîne. Girî û rondikbarandin jî di çaxên wiha de dermanekî vehesîna riha birîndarbûyî a mirova ne. Li pey wan axînên xedar ew bêhîvî nîne û daxwazên xwe bi gel re parve dike:
„ Agirê sar û vemirî / Çav me lê ye geş bibit
Ew buhara tihnê kuştî / Hêvîdar im xweş bibit…“

Di kempên penaberiyê de, di jiyana ku vê carê ne leşkerên Ereb belkî leşkerên Îranî bi dehan caran ji bo daxwazeke biçûk sivkatiyê bi penaberên Kurd dikin, M. Şêxo jî dibe armanca SAWAKê û saza wî ji destî digirin. Gefa li wî dikin û jêre dibêjin:“ Ger êdî deng li te û saza te derkeve, emê tiliyên te bişkênîn û dengê te di qirka te de bifetisînin….“ Ew gotin Baasîyên Sûriyê jî jêre gotibûn. Û zû wî ji kempê derdixînin û ber bi sinorê Tirkemenstanê dûr dixin.
Kesî bi qasî wî şerê felekê nekiriye. Gilî û gazinên wî tije nale-nal û qêrînên bêbersivin, lê ew qet bêdeng namîne. M. Şêxo bi hemû îman û baweriya xwe ya bi îradeya gelê Kurd, saniyekê jî bêhîvî najît.

Strana duyê: Eman dilo / Gotin: Bêbuhar, Muzîk: M. Şêxo

Ev stran heza evîndaran a ji hev re ye. Liv û lebat, hîvî û jiyan têde hene. Hîvîdarî bo paşerojê û îsrara ji hezkirina paqij:
„ Di ber mi re bi hûrî dimeşe / Yek li ber min kir wek şeşe
Li pêş min kir şeva reşe / Bûm wek birîndar û nexweşe
Dil û kezeb tev bûn kulo…“

Eşqa rastîn zû bi zû nagehe meqeseda xwe. Xwediyê wê eşqê pêre diêşe û vê eşqê carna M. Şêxo jî perîşan kiriye:
„ Eman dilo eman dilo / Ji derdê yarê tu bi kulo
Janê eşqê avêt dilo / Dil û kezeb tev bûn kulo
Yar bo gulo ez bûm bilbilo…“

Strana sêyê: Bilbil
Gotin û Muzîk?

M. Şêxo bixwe bilbilekî xweşxwane, lê weke ku di qefesê de mabe, şîretên wiha li bilbil û têhniyên azadiyê jî dike:
„ Ay bilbil, ay bilbil, ay bilbilo waxxx / Çi cara nexwîne li ser dara bêgul
dara bêgul mîna evîna deştê, / zewaca tejî kul…“

Strana çarê: Pêş kevin
Gotin: M. Ehmedê Namî, Muzîk: M. Şêxo

Di stranekê de ew rêyên pêşkeftinê raberî Kurda dike û li dijî paşkeftinê ye. Bi bihîstina van marşên wiha re guhdar hem hêzeke nû di ber riha xwe de his dikin û hem jî rêya rast a jiyanê li pêşberî xwe dibînin. Sirûdên wiha agirê govenda dilê şoreşgerên Kurde. Ew marş dîlana ji bo azadiya Kurdistanê germ û gortir dikin an jî moralê didin civakê:
„ Pêş kevin em serfiraz in miletê kurdî / Yan mirin em dê bibînin yan jîna kurdî
Bi xwendevan û xwendegahan bi al û leşker / Wê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser
Wa miletê kurdî…..“

Strana pêncê: Ay lê Gulê
Gotin: Emerê Lalê, Muzîk: M. Şêxo

Mamosta Şêxo bedewiya Kurdistanê ji xweşikiya hemû gulên cihan cudatir dibîne. Ew di hilbijartina helbestên xwe de kesekî pir hosta û berevajî gelek stranbêjên niha hemû tiştekî nake benîştê devê xwe. Qîmeta dem û satên jiyana xwe dizane û bi vî awayî em dibînin ku jiyana wî tije berheme. Bostanê hunera wî rengîn û mîna guleke dema biharê teze û bêhnxweşe. Dema mirov baş guhdarî stranên M Şêxo dike, hingî dizane ku wî qîmeteke mezin daye fêrbûna zimanê xwe yê zikmakî. Çimkî naveroka helbestên ku ji xwe re hilbijartine, di edakirina peyv û îzaha wateya helbestan bo guhdaran kesekî pir şehreza û hosta ye. „ Ay lê Gulê “ gelekî zû bi dengê henûn û tije xem yê M. Şêxo belavî her dera Kurdistanê bû. Strana ku hemû his û ramanên mirovan dixe hereketê:
„ Ay lê gulê gula minê / Şêrîna li ber dilê minê
Gulê nadim bi malê dinê / Ez li ser gulê têm kuştinê…


Bi Xwedê ez pismamê te me / Bi sond pesindarê te me
Ser ceng û hawarê te me / Qelenê te ji xwîna minê…“

Strana şeşê: Heps û Zindan
Gotin: Bêbuhar, Muzîk: M. Şêxo

41 sal temenekî kurt yê jiyana wî bû ku qelenê wê jiyanê jî giran bû. Pirî caran hate girtin û şikence kirin. Lê ew netirsiya û di heps û hocreyên tarî de jî ya ku ji dilê wî derket, pêşkêşî xelkê kir:
Heps û zindan kûr û tarî xewa min nayê / Ji eşq û evîna gulê ketime belayê
Gula min vebû bîn dabû serê çiyayê / Min go gulê were vir go ez bê dem nayê
Gula min kesk û sor heyran gula min zer e / Hebs û zindan tê da rizyam gul bê xeber e
Gula min bindest e heyran bi kul û keser e / Dest ji gulê bernadim can bidim sere „

Helbestên kesên weke Bêbuhar, Xelef Zêbarî, Sebirî Botanî, Dr. Bedirxan Sindî, Cegerxwîn, Emerê Lalê, Ehmedê Namî û kesên din xwedî naverokek dewlemend û şîretên Kurperweriyê û şiyarkirinê têde pirin. M Şêxo bihayekî mezin daye qêrînên mamosta Bêbuhar û hisên wî nêzî yên xwe dîtine. Binêrin ka ew çawa bindestiya Kurd û Kurdistanê bi tabloyekî xweşik radixe ber çavan:
„ Ser min zivistan ka buharê min / Şêrîna min ket dest neyarê min
Wê li min qut kir ziman zarê min / Li min xopan kir şûn û warê min
Rabe ji xewê çavê raketî / Dilêm şewitî agir pê ketî
Şêrîna min çû ti dil vêketî / Dê çi bikim îro ji dest min der ketî“

Strana heftê: Newroz û Adar
Gotin: Ehmedê Namî, Muzîk: M. Şêxo

Agirê Newrozê agirê bihara sala nû ye ku hezaran sale li Kurdistanê venemiriye. M. Şêxo daxwazên xwe yên azadîxwaziyê tevlî wî agirê dêrîn û tim vêketî kirine û di wê rojê de bangek wî heye. Banga ku îro ji duh û pêr bilindtire:
„ Qîz û xortên Kurd çeleng û çak in / Bi awaz û deng wa tim dibakin
Zengilê jînê Newroz vaye hat / Rojek nû hilat pê xweşbû welat
Bi xêr bê buhar Newroz û adar / Xweş dibê bi wan dilê evîndar…“

Strana heştê: Ka ew?
Gotin: Mistefa Ertûşî, Muzîk: M. Şêxo

Yek ji xweştirîn stranên M Şêxo ye ku xuyaye şikayeta wî a ji bêdengiya wan kesane ku tim behsa demokrasî û mafê mirovan dikin, lê di piraktîkê de kor, bêkiryar û bêdengin. Bêdengiya ku di qirkirin û kuştina mirovan de cesaret da dîktatorên hakim li Kurdistanê:
„ Em belav bûn li cîhanê kanî xaça sor û şeng / Bo bê deng in, bo bê deng in, jîna me ya bûye ceng

Kanî ew mafêt mirova bêt bibînit me kurda / Kanî mafêt kurda bêjin bo meşext bûn van erda „

Strana nehê: Nalînek
Gotin: Cegerxwîn, Muzîk: M. Şêxo

Ev stran di dema bêdengiya şoreşa Kurdistanê de hatiye gotin ku êdî dijminê dagîrker dest bi piraktîzekirina pilanên xwe yên gemar kiriye. Mamosta Cegerxwîn ew nalînên xwe demekê anîne ser kaxezê ku li çar parçên Kurdistanê bêdengîyek tije tirsa tunekirinê hebû. Mamosta Şêxo salên piştre bû dengê Cegerxwîn û pêre wiha kire qêrîn:
„ Nalînek tê guhê min / Lê winda û nihane
Agir berda dilê min / Tev bû pêt û dixane…
Kurdistana delal im / Herkes tê min dixwazî
Ez pir şox û şepal im / Min deng daye bi nazî
Ev bûye bîst û du sal / Li ser min cenge bazî
Kurdo were mi bixwaze / Belê bi ser firazî „

Strana dehê: Gava ez mirim
Gotin: Mistefa Ertûşî, Muzîk: M. Şêxo

Salên dawiya jiyanê ew me bi rastiyekê dihesîne ku pirî caran haya me jê namîne. Mirin li ber derê hemû mala ye û li mirova ji her tiştekî nêzîktire. Di vê stranê de nemir M. Şêxo me dibe nava cihaneke din û daxwazên wî ji me hene:
„ Gava ez mirim gelî zindiya / Min neveşêrin wekû hemiya
Gorêt min çêkin bin sîha çiya / Kêlyêt min çêkin ji du keziya
Hemî adara hûn min huşiyar kin / Da bikime şînî ji bo me hemiya „


Kurdên Rojavayê Kurdistanê roja 9ê Adara sala 1989an hemû daxwazên hunermendê gel, kesayetiyê mezin û xwedî helwesta Kurdînî û insanî M. Şêxo anîn cih û weke wî gotibû, kirin.

Serek û hezar sewda
Armancên wî mezin, dûr û kûr bûn. Serek û hezar sewda, dileke û sedan xwezî û êş. Serekî tije fikir û raman, dilekî pir hêz û bi evîn, çavên li hêviya xweziyên mezin, bejina bilind û wek dara çinarê bihêz ku rîşalên xwe dakûtane nava dilê axa welat û civakê. Wek „ bavê Felekê “ tê naskirin. Him di qada hunerê û hem jî di qada siyasetê de wek semboleke netewî bûye malê dîroka Kurdistanê.
Tenê bi sazekê, lê bi qasî orkêstrayeke dewlemend awaz û daxwaz, bîr û ramanên xwe yên homanîstî beyan dike. Manîfestoya wî hunera wî, lê hunereke zengîne. Her risteya ku ji zimanê wî derdikeve weke „ ayetên esmanî “ ji hêla gelê belengaz û bindest ve tên pejirandin. Kar û rewşa ku mejiyê dagirkerên welatî wî tevlîhev dike û çare pêre nabînin. Mentiqa wan tenê „ gef û tehdîdkirin“e. Bes awazên wî ji sinorê esmanan jî derdikevin. Li Êrîvan, Bexdad, Kirmaşan, Tehran, Ûrmiye û Beyrûtê dengê wî tevlî dengê Kurdperweran dibe.
Ew tenê li aliyekê weke ku hemû êş û elemên gelekî bindest û birîndar di dilê wî de bin, dixwaze ji îmkanên dengê xwe sûdê bigehîne doza Kurdistanê. Weke ku barekî giran li ser milên xwe his bike, dixwaze tiştekî bike û xelkê bi erkên wan bihesîne, lê hinek kesên razayî di guhê ga da zêde jê fam nakin. Yên ku jê fam dikim jî weke pêxemberekî dora wî girtine, jê hez dikin û bi peyvên ku wek awaz ji qirka wî ya westiyayî derdikevin hêz û hêvîyê distînin.
Li vira ji xermen an jî xizîneyekê min tenê besa çend dendakn kir, lê çi stranên siyasî an jî evîndarî û folklorî, tev jî bi dengê M Şêxo xweşin. Çimkî di teva de hisên tije êş û derd di dengê wî de hene.

Kakşar Oremar

dîtin: 922

Pêveker:

mihemed Şêxo û deh stran