• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Mîr Mihemedê Kor…

Mîr Mihemedê Kor…


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Gulan 16, 2015, 9:42


  Rêzenivîs (6)

 

29 XEWNÊN SERHILDANÊN KURDAN

(Ji Bo Zarok û Ciwanan)

    Mîr Mihemedê Kor…

    Gelî ezîzan, ez îjar jî li dor sala 1833 yan digeriyam. Min didît dem pir bi êş derbas dibû li vê derê jî. Mîrekî Kurd xuya bû ji min ve dîsa. Jê re digotin Mîr Mihemedê Kor. Peyv digeriya ku ew 20 sal e amadekariya şerekî dike. Ez yekser bibêjim, min serkeftina wî dît di vê xewnê de. Ez bûm şahid dema ji Soran heta Hewlêrê, ji Musilê  heta Şîrwanê bi dest xist û mîrekiya bi navê Soran-Kurdistan ji nûv de ava kir. Vê mîrekiyê ji rêya gumrukê ya ku di Dokanê re derbas dibû, bac ji herkesî  distend û dewlemend bû. Top çek bi vê heyinê çêdikirin.  

Mîr Mihemedê Kor bi asêbûna çiyayên xwe jî bawer bû, ji ber wê yekê jî ji êrişan neditirsiya. Dinyayê gişî qala çiyayên wan dikirin digotin “ji bo ku mirov keleheke wekî Rewandizê bi dest bixe 30-40 roj divê, îjar ji bo bidestxistina mîrekiya li Rewandizê-Soran çend roj hewceye ne diyar e.” Deverên ku asê bûn û li herêmê navdar bûn jî pir dihat ser zimên bi asêbûnên xwe. Payê Taq hebû li wê derê û Geliyê Gola Dokanê pir navdar bû. Qal dikirin ku tu kesî û tu dewletê di dîrokê de ev çiyayana van geliyana bi tumî bi dest nexistine. Û çiyayên wekî Qendîl û yên derdorê jî pir asê ne, bi kêfxweşî mirovên wê derê ev digotin. Û digotin heta û heta dema ku Îskenderê mezin yê Mekedonî ku hatiye vê derê û xwestiye derbasî Îranê bibe jî bertîl daye Kurdên ku li serê van çiyayana binecîh bûn. Ev neqebên ku rêyên hevrîşim jî tê re derbas dibin her tim di bin destê Kurdan de bûye û hemû artêjên ku xwestine di vir re derbasbin jî bertîl dane Kurdên vê derê û derbas bûne. Tu artêjan lûtkeyên van çiyana bidest nexistine. Dîroka vê mijarê digihije heta binecîhên vê derê Lûlûbiyan û Kardoxiyan. Û digotin ji xwe em neviyên wan in. 

     Mîr Mihemedê kor jî li nava van çiyayana mezin bûbû û ji ber ku di zaroktiya xwe de di malbatê de pir nakokî û pevçûn dîtibû, yekî bi kîn bû. Ji ber wê yekê jî tevlî ku bêrehm bû jî welatê xwe ji diz û rêbiran paqij kiribû, ewlekarî saz kiribû û gelê wî jê re li çepikan dixist. Tenê fêriz û keleşên dora wî 3000 kes bûn. 

      Digotin tu Mîrên Kurd berî wî top bi kar neaniye. Sînorê xwe ji Kerkukê heta Mêrdînê anîbû. Vê rewşa wî cîranên wî xistibû xofeke mezin. Dewleta Osmanî û ya Îranî jî her tim dixwest mîrekiyên Kurdan bi dest bixin û fen û fût li ser serê Mîr Mihemed jî saz dikirin. Ji ber ku Mîr Mihemed bi hêza xwe bawer û qurre bû, tahde li eşîr û mîrekên Kurd yên cîran dikir û dijminahiya feodal pir bû. Mîrekên Kurd jî dixwestin ew têk biçe û bi Osmaniyan re êrişî Mîr Mihemed dikirin. Bi qasî ez pê hesiyam Mîr Mihemed jî ji nakokiya nava Osmanî û Îraniyan sûd wernegirt. Dawî jî li pêş çavên me Brîtanya, Osmanî û Îraniyan û eşîrên Kurd bi hev re di sala 1836’an de mîrekî ji holê rakirin û Mîr Mihemedê Kurd jî bi vî awayî têk çû.

dîtin: 330

Pêveker:

mîr mihemedê kor…