• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Miradê Kurd û Şivanê Kurd

Miradê Kurd û Şivanê Kurd


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Gelawêj 10, 2015, 11:26


Li quntara çiyayê Agirî, li gundê Keleha Reş 3 pezê keriyê ber destê Ereb û bavê wî winda bûbûn. Bi vê boneyê jî buhayê karkirina xwe wê havînê ne dikarin werbigrin. Bi xemgînî û girîn şivantiya xwe ya bê beramber di domandin. Lê belê carê li çolê mêvanekî wan hat. Jêre li gorî torên Kurdewarî xwarin û vexwarin danîn. Mêvan yê xêrê bû. Ereb û bavê xwe gelik kêfxweş bûbûn. Bi şivanê xêrxwaz re çûne cem keriyê wî. Ereb hersê pezê windabûyî nas kiribûn. Şivanê baş û berşivanê licem wî pezek gurandibûn da ku bi Ereb re bixwin.

 

Şivanan berê hindekî erd kolabûn û kortek têde vekiribûn. Berxê serjêkirî ji eyar kiribûn. Piştî goştê xwe qetqetî kirin, geyayên bêhnxweş û sîrik kiribûn nava goşt. Goştê xwe dîsan xistibûn nava post û bi vî rengî xistibûn çala kolayî. Hindek ax bi serda kiribûn û agirekî gur û mezin li ser dadabûn. Piştî du sê saetan goştê xwe ji binê axê derêxistibûn. LI gorî Erebê Şemo dibêje bêhna geyayên xweş û goştê di bin axê de bi kela agir hatî biraştin belavî çolê bûbû.

 

Wê kêliyê teqêniya derî hat. Yekî li derî dixist. Min bersiv da

-Belê
got;

-Tu şiyarî?

-Erê

-Çi dikî?

-Pirtuk dixwînim Mirad, tu çawayî keko?

-Başim sipas

Min xwest bizanim bê çima li derî dabû. Hişê min hîna li zozanê Serhedê bû. Sedî sed wê kêliyê min zanî ku şivanên giha xistî nava goşt de catir û pung xistibûne nav goşt de. Erebê Şemo navê wan geyayan nenivîsî bû. Lê min dizanî ku catir û punge. Hişê min hîna li wira bû.

Nobedarê girtîgehê derî ji Mirad re vekiribû da ku bête cem min. Her nobedarî ev qencî nedikir. Di kêleka derî re, li pêş nobedarê kêm reh Mirad sêniyek dirêjî min kir;

Got;

-Keremke bira

-Gelek sipas. Mala te ava

-Ya te jî.

Û derêyê jûra min ji aliyê karmendê girtîgehê ve hate asêkirin.

Di sênîkê de birinc, li kêlekê bacanên sor û yên reş yên qelandî, ser birincê jî nokên bi goştre kelandî hebûn.

Xwarin di vê girtîgehê de qet ne di bîra min de bû. Ji xwe xwesteka xwarinê bi min re qet nebû. Bi giştî her hişê min li derve li ser mal û zarokên min bû. Lê wê kêliyê jî hişê min li ser zozanên Serhedê û goştê bin gura agir yê Şivanên Kurd bû. Ez di nava pirtûka Erebê Şemo de winda bûbûm. Her çend ew cara duyem bû min dixwend, dîsan jî ji ber çîroka jiyana xwe hertim min xwe di nava çîroka Erebê Şemo de winda dikir.

Eve bûbû du heftî min birinc nexwaribû. Tiştên din jî. Lê ya giring ne ewbû. Carinan rasthatinên jiyanê wisan çêdibin ku hemî zanistê têk bidin. Di wê kêliyê de ku Ereb qat qala catirê nekiribû, ez hizirîbûm ku sedî sed catir xistibûne nava wî goştî. Û Mirad, Mêrê Ezdî yê ji ber bêbextiya jinê deh sala zêdetir di girtîgehê de bû ne xwestibû xwarinê bi tenê bixwe û ji min re jî anîbû. Lê tiştê wê kêliyê derûnê min ji nav dîwarê hebsê derêxistî ew bû ku Mirad catira çolê li ser noka kiribû. Bêhna wê catirê, tama devê Erebê Şemo biminre çêkir. Ez jî birim zozanê Kurdistanê.

 

 

30.04.2015

Girtîgeha Bielefeld-Brackwede
Elmanya

 

dîtin: 279

Pêveker:

miradê kurd û Şivanê kurd