• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Mirovê 104 salî îro bi xwesteka xwe dawî bi jiyana xwe anî


barkirin: Gulan 10, 2018, 10:34


Şûnwarnasê Awistiralyayî Davîd Goodall îro bi xwesteka xwe koça dawî kir.
Hemwelatiyê Awistiralyayê Davîd Goodall eve demek bû dixwest dawî bi jiyana xwe bîne. Lê belê ji ber destûra vê yekê li Awistralyayê tunebû, berê xwe da Siwîsreyê. Li Siwîsreyê dawî bi jiyana xwe anîn bi yasayan pêk tê. Goodall 2 yê Gûlanê berbi Siwîsreyê ketibû rê û ji bo vê rêvingîyê –Rêvingiya berbi mirinê ve – hate gotin.

Goodall, bêxwestekiya xwe ya jiyankirinê diyar kir û li Baselê civîneka rojnamevaniyê lidar xist. Di civînê de weha got. ; Di temenê min de, yên ciwantir jî dibin, dixwazin di dema xwe de mirinê jî hilbijêrin û di vê hilbijartinê de azad bin. Dawiya ez bidim jiyana xwe, hilbijartina mine. Ez bi çar çavan li bendê me û ez sipasdarê bisporên tendirustiyê yên Siwîsreyî me.

dîtin: 60

Pêveker:

david goodall siwîsre mirin dawî