• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Mîşa Aloyan; Ez dixwazim cara sisiyan bibim palewanê cîhanê

Mîşa Aloyan; Ez dixwazim cara sisiyan bibim palewanê cîhanê


nivîskar: Pirîskê Mihoyî
barkirin: Sermawêz 6, 2014, 12:41


Şêmpîyonê cîhanê yê dubare, xudanê xelata tunc ya Olîmpîada Londonê, şêmpîyonê Rûsyayê yê çarbare boksyorê bi nav û deng Mîşayê Sûrên Aloyan van rojan di çarçoveya projeya boksa profêsîonal ya bi navê APB da di leca tevî sporvanê bûlxar da li ser ket. Piştî du heftîyan Mîşa wê rastî sporvanê ji Aljîrê bê. Lecvanîya APB vê gavê li bajarê Mîşa yê bi navê Novosîbîrskê derbaz dibe.

Mîşa li ser textê xwe yê Facebook`ê bi rûsî nivîsî ye:
«Serkeftina xweye bi sirê ez dîyarî gelê xwe dikim. Dîyarî wan kesan dikim, yên ku bûne şehîdên têrorîzmê û wan kesan, yên ku naha axa xweye ezîz diparêzin. Ezê bangîna xwe bikim mala Xwedê, ku Şengal û Kobanî zûtirekê rizgar bibin».

Mîşa Aloyan nêt danîye cara sisyan bibe şêmpyonê cîhanê.
«Vê gavê daxaza mine here mezin ewe, ku di lecvanîya projeya APB da li ser bikevim û rênama Olîmpîada Rîo-dê-Janêyro dest bînim»,– Mîşa dibêje.

DU GILÎ LI SER MÎŞA ALOYAN

Mîşa 23-ê tebaxê sala 1988-an li gundê Bambakaşatê (navçeya Armavîrê, li Ermenîstanê) di mala êzîdîyan da ji dayîkê bûye. Sala 1997-an malbeta wî koçberî bajarê Novokûznêskê (qeza Kêmêrovoyê, Rûsya) bûye. Ew 10 salîya xwe da bi boksê ve mijûl dibe. Mîşa sala 2008-an fîncana cîhanê bir, sala 2009-an di leca cîhanê da cîhê sêyemîn girt, sala 2010-an bû şêmpîyonê Avropayê, lê sala 2011-an di leca cîhanê da, ya ku li Bekûyê derbaz bû, ew li ser ket û cara yekemîn navê şêmpîonê cîhanê qazanc kir.

Tebaxa sala 2012-an di Olîmpîada Londonê da boksyorê Rûsyayê yê navdar Mîşayê Sûrên Aloyan li ser ket û hêjayî mêdal-xelata tûnc bû. Piştî wê altindarîya mezin ewledê gelê me ji alîyê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn va hate pêşwazîkirin û xelatkirin.Lê sala 2013-an li Ûnîvêrsîada navnetewî ya Kazanê da (Rûsya) ewî cîyê duemîn girt.

Mîşayê Sûrên vê gavê di warê sporê da bajarê Rûsyayê yê Novosîbîrskê temsîl dike. Sporvanê genc 52 kîlo ye. Ew niha li Înîstîtûta Moskvayê ya hiqûkzanîyê û Akadêmîya bajarê Kûzbasê ya amadekirina dersdaran da bi şêweyê dûreke xwendina xwe dom dike.

Em bi dil û can Mîşa pîroz û bimbarek dikin, wî ra serkeftinê û hêlalnên nû yên bilind dixwezin!

 

dîtin: 106

Pêveker:

mîşa aloyan ez dixwazim cara sisiyan bibim palewanê cîhanê