• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Mûsil hate rizgarkirin, ji neha û pêve dê çi be?

Mûsil hate rizgarkirin, ji neha û pêve dê çi be?


barkirin: Pûşper 10, 2017, 3:06


Artêşa Iraqê rizgarbûna Mûsilê ragihand.

Ji sala 2014 ê ve Mûsil ketibû destê çeteyên DAÎŞ de. Dema destxistina Mûsilê ji aliyê DAÎŞ ve artêşa Iraqê bêyî li ber xwe bide tarûmar bûbû û gelek deverên herêmê bi hêviya çeteyên DAÎŞ ve hêlan.

Dihunê artêşa Iraqê ragihand û got Mûsil ji destê DAÎŞ bi tevayî hatiye derxistin û rizgarkirin.

Herçend hêzên pêşmerge jî di nava şer û tevgerên Mûsilê de cih girtibin wekî Kerkûkê şerekî yekgirtî û bi helmeteke mezin ji aliyê kurdan ve nehate meşandin.
Wekî dîtir jî derketina pêş ya Kerkûkê û zêde bilêvnekirina navê Mûsilê hizrên cûda jî bixwere tînin.

Mûsil him bi niştecîyên xwe ve piramiya xwe Erebin û him jî di warê siyasî de pir qala wê nayete kirin. Referandûma Serxwebûnê jî, Kerkuk û deverên Kerkûkê digre nava xwe lê Mûsil kesek qala wê nake.

Gelo Kerkûk serbi Kurdistanê ve, Mûsil ser bi Iraqê ve dimîne?

Ev pirs jî eve demeke tête kirin. Hindek caran eb pirs rengên cuda jî digre û tê getin "Gelo Herêma Kurdistanê Musil daye Bexdayê da ku Kerkûkê di dest xwe de bigre?
Gelek pirsên cûda di rojevê de ne.
Lê li gorî helwestê Dewleta Iraqê, Artêşa Iraqê, nêzîkbûna Pêşmergeya, wisan diyare ku Mûsil dê wekî milkê Iraqê bimîne, Kerkûk jî ser bi Kurdistana berbi serxwebûnê ve diçe bimîne. Piştî salên dirêj disan dê Mûsil wekî erda Kurdistan, dîsan beşdarî Kurdistanê dibe nabe ne diyare. 

dîtin: 184

Pêveker:

musil kurdistan iraq daiş