• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Muslim: Fîşeka ku kurê min kuşt ji Tirkiyê hat

Muslim: Fîşeka ku kurê min kuşt ji Tirkiyê hat


barkirin: Rezber 20, 2013, 5:18


Serokê  Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Muslim daxuyand ku ew fîşeka kurê wî Şervan  li Girê Spî  qetil kir, ji Tirkiyê hatiye. Muslim diyar kir ku şehadeta kurê wî, ji bo wî ne surprîzeke û destnîşan kir ku Kurd bêyî ji kesî alîkariyê werbigirin, bi derfetên xwe şer dikin.

Serokê  PYD’ê Salih Muslim ji televîzyona Ronahî re axivî û ragihand ku di têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê de her kes cih digre, ew jî di nava vê têkoşînê dene û got, “Em hemû ji mirinê re amadene.” Muslim di mijara şehadeta kurê xwe de jî wiha peyivî: “Şehadeta kurê min Şervan ji bo me ne surprîz bû. Ji ber li refên herî pêş şer dikir. Dema nûçeya şehadeta wî gihaşt min, ji bo min nebû surprîz, em li bendê bûn: Dibêjin di şer de bi tenê xizan dimirin. Li gorî me welat ne tenê yê xizanane, yê me hemûyane. Li gorî me welat, ax şeref û namûsa me ye. Kî ji axa xwe hez dike, divê îro têbikoşe. Ruhê têkoşîn û berxwedanê ji bo me bûye şêwaza jiyanê. Lewma ji ber şehîtbûna Şervan bila serê gelê Kurd sax be, ew şehîdê biratiya gelan û demokrasiyê ye. Emê hewl bidin hêjayî şehîdan bin û têkoşîna wan dewam bikin.”

Muslim ragihand ku ji sla 1984’an û vir ve ew di nava têkoşînê de ne, tevî hebûna derfetan jî wan zarokên xwe neşandine welatekî din, li welatê xwe dane xwendin û got, “Min ti carî negot bila zarokê hinekan şehît bikeve yê min şehîd nekeve. Min nekarî pêşî lê bigire, nekarî asteng bike.”

Muslim diyar kir ku bi dirêjbûna şerê li Sûriyê re şer qirêj bûye û destnîşan kir ku yên îro li dijî Kurdan şer dikin ne mûxalîfên demokrasîxwaz terorîst in. Muslim ragihand ku yên li dijî Kurdan şer dikin çeteyên dijminên mirovan e û diyar kir ku rûyê rast ê çeteyan ji aliyê cîhanê ve tê dîtin û got, “Tirkiye êdî şerm dike ku mîna berê bêje ez alîkariyê didim wan. Di pevçûnên heta niha de bi hezaran terorîst hatin kuştin. Di şerê Emerîka yê li dijî wan de, ewqas nehatibûn kuştin. Kurd vî şerî bi derfetên xwe dimeşînin. Me dixwest di vê têkoşînê de alîgirên demokrasiyê li cem xwe bibînin. Lê kesî piştgirî neda. Evanê tên çima ne li Tora Bora lê li Sûriyê şer dikin? Ji Tûnis, Lîbya û Îrlandayê tên, li Sûriyê çi dikin? Ji sedî 50 ê van di ser Tirkiyê re tên. Ji pasaportên li ser wan hatine peydakirin tê dîtin ku di ser Tirkiyê re derbas bûne. Hin partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyê piştgiriya madî, çek û mirovan didin van.”

Muslim diyar kir ku guleya kurê wî Şervan qetil kir ji Tirkiyê hatiye û got, “Guleya kurê min qetil kir ji ku hat? Eger Tirkiyê ev gule nedabûya, dê kurê min çawa qetil bikira? Kezeba min dişewite, lê kurê min hat qetilkirin. Kurê min bi guleya ji Îranê hat nehat qetilkirin. Ji destê min çi were, ezê têkoşîna xwe dewam bikim. Em naxwazin dijminahî çê bibe, ev dijminahî mezin bibe. Lê em dixwazin rastiya li Sûriyê tê jiyîn êdî bê dîtin û qebûlkirin.”

dîtin: 203

Pêveker:

muslim fîşeka ku kurê min kuşt ji tirkiyê hat