• Têketin
  • Ziman
Muslim li Tirkiyê hevdîtinan dike

Muslim li Tirkiyê hevdîtinan dike


barkirin: Gelawêj 14, 2013, 9:39


Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji bo hind hevdîtinan cara duwem çûbû Tirkiyê. Hate gotin ku Muslim di gel berpirsên wezareta Karê derve û serokê MİT’ê hevdîtin pêkaniye. Lê wezîrê karê derve yê Tirkiyê jovan nedaye Muslim. Tirkiye daxwazên xwe di 3 xalan de ragehandiye Muslim.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji bo hind hevdîtinan, cara duwem doh ji Hewlêrê derbazê Stembolê bû. Li gor agehiyan Muslim ji aliyê berpirsên îstîxbarata Tirkiyê MİT’ê ve hate pêşwazîkirin û di gem serokê MİT’ê Hakan Fidan û balyozê berê yê Tirkiyê yê li Suriyê Omer Onhon, hevdîtinek encam da. Di hevdîtina de rewşa Suriyê, pevçûnên YPG û El Nusra û her weha statuya Rojava hate nîqaş kirin.

Li gor agehiyên rojnameya Akşam ya Tirkî, berpirsên Tirkiyê daxwazên xwe di 3 xalan de ragehandine Muslim. Rojname daxwazan weha rêz dike: 1- Divê PYD beşdarê nava opozîsyona Suriyê bibe. 2- Divê xwe ji rejîma Esed dûr bigre û 3- Helwesta xwe ya xweseriya demokratîk zelal bike.

Rojnameya Star ya Tirkiyê îdîa kir ku wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawutoglu jovan nedaye Muslim.

dîtin: 383

Pêveker:

muslim li tirkiyê hevdîtinan dike