• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Mûzaxaneya Kurdî ya New Yorkê li benda arîkariyê ye

Mûzaxaneya Kurdî ya New Yorkê li benda arîkariyê ye


barkirin: Êlûn 11, 2013, 5:48


Ergulan Toprak

Mûzexaneya Kurdî ya bi navê “Koleksiyona Vera” ya li zanîngeha Binghamtomê ji hêla Aynur de Rouen ya ji Tirkiyeyê û asîstanê wê Erdem Ilter ve tê birêvebirin. Herdu birêvebir jî projeyan derbarê mûzexaneyê de amade dikin û li benda arîkariya akademîsyen û xêrxwazane.

Damezrênera mûzexaneyê Vera Beaudin Saeedpour, ku amerîkî ye, piştî bi ciwanekî kurd yê ji Rojhilatê Kurdistanê re dizewice, heta dawiya temenê xwe bi pirsa kurdî re mijûl dibe. Vera herwiha ji ber awayê danasîna têgeha kurd, ferhenga Oxfordê mecbûr dike ku lêborîne bixwaze.

Mûzexaneya Kurdî, ango Koleksiyona Vera, ji Adara 2011ê ve tê pêşandan. Di pêşangehê de cil û berg, mehfûr, amûrên cûre yên mîna yên mûzîkê, aksesûar û pirtûk hene. Çîroka Vera ya naskirina ciwanê kurd Vera Vermontlu jineke cihû ya amerîkî ye. Zewaca xwe ya yekemîn bi Frensiyekî mîmar yê ji Kanada (hê jî dijî) re dike. Pênc zarokên herduyan bi hevre çêdibin. Dûre jî dema zaroka Vera ya herî biçûk 9-10 salî ye, ew dev ji hev berdidin û bi herdu zarokên xwe yên biçûk re li New Yorkê niştecih dibe. Ew li zanîngeha Columbia dest bi xebata xwe ya doktorayê dike û di nava saziyên sivîl de dibe kesayetiyeke çalak. Rojekê dizek dikeve mala wê û li ser vê yekê Humayun yê kurd yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku di heman avahiyê de dimîne, arîkariyê didiyê. Bi arîkariyê têkiliya di navbera wan de germ dibe û veduguherê evînê. Ji penceşêrê rizgar dibe lê… Wê demê temenê Vera nezîkî 50 ye û Humayun jî hêj nebûye 30 salî. Humayun di sala 1976ê de bi arîkariya malbata xwe ji bo beşa endezyariyê li zanîngeha City University of New York bixwîne tê Amerîkayê.

Di destpêka şoreşa îslamî ya Îranê de ew bi nexweşiya penceşêrê dikeve. Vera jî bi rêya hikûmetê malbata wî dide anîn û tehlîlên xwîna wan li Seattlê tê kirin, ji bo binêrin ka xwîna wan li wî tê yan na. Ew bi vî awayî ji nexweşiya penceşêrê rizgar dibe lê belê ew piştre ji ber nexweşiya zatûre jiyana xwe ji dest dide. Wê demê di pêvekeke kovareke li Seattle de 10-15 rûpel derbarê jiyana Humayun ya li derveyî welêt û rewşa kambax ya malbata wî de têne weşandin. Piştî hevjînê Vera yê kurd jiyana xwe ji dest dide, êdî ew jiyana xwe dide pirsa kurdî. Ew ji wê demê û pê de mala xwe wek mûzexaneyekê radixîne û ji ber rewşa wê ya aborî jî nebaş e, arîkariya xêrxwazan jî qebûl dike.

Wê kir kû ferheng lêborînê ji Kurdan bixwazin Wê demê di gellek ferhengên bi nav û deng de civaka kurd wekî civakeke “hov” û “civakeke şerxwaz” dihat nîşandan. Ew bê rawestan nameyan ji ferhengên mîna The Scribner-Bantam English Dictionary, Random House Dictionaries, Oxford English Dictionaries re dinivîse û dixwaze naveroka vê têgînê sererast bikin û dide zanîn ku nabe gelek bi vî awayî were danasîn. Li ser vê yekê hinek ferheng danasîna xwe ya Kurdan sererast dikin. Ev nameyên Vera jî di koleksiyonê de peyda bidin. Wê herwiha ji medyaya amerîkî û ya biyanî re jî gellek nameyên derbarê pirsa kurdî de rêkirine. Edîtorên kovar û rojnameyên mîna Foreign Affairs, London Weekend TV, Cultural Survival Inc. CBC News, Zed Press, The New York Times, The Economist, Newsweek, Washington Post û Wall Street Journal bersivnameyan ji Vera re rêdikin. Ew bi vê yekê jî nasekine, herwiha dîrokzan û serokê KNKê Îsmet Şerîf Vanlî jî ji bo konferansekê vedixwîne Amerîkayê. Di ambulansê de wesiyeta xwe dike Ji bilî van xebatên wê, ew bi gellek akademîkerên li ser pirsa kurdî xebatê dikin re jî dikeve nava têkiliyan. Herwiha bi gellek Kurdan re jî hevpeyvînan çêdike.

Yek ji van jî bi serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bû. Ev hevpeyvîn niha li cem keça Vera ye û ewê wê jî di demeke kurt de radestî koleksiyonê bike. Wê demê civaknas Îsmaîl Beşîkçî di girtîgehê de bû û Vera ji bo serbestberdana wî bangê li Rêxistina Efûya Navnetewî (AI) dike ku kampanyayekê bide destpêkirin. Herdu kurên Vera yên ku wê mezin kiribûn jî bi pirsa kurdî re mijûl dibin. Kurê wê Adam li Swîsre, Frensa û zanîngeha Sorbonnê beşdarî dersên zaravayê soranî dibe. Dema Vera bi temen dibe, ew digel koleksiyona xwe êdî li cem kurê xwe yê li paytexta eyaleta New Yorkê, Albany, niştecih dibe. Li wir jî, beriya ku bimire, biryarê dide ku koleksiyona xwe bibexşîne zanîngeha Binghamton a Albany. Ew di ambulansê de li ber mirinê dibêje keça xwe: “Pirtûkxane û koleksiyona min bibexşînin zanîngeha Binghamtonê”.

Mûzexane li benda arîkariyê ye Niha jî birêveberên “Koleksiyona Vera“ beşdarî konferansan dibin û wê bi akademîsyenan didin nasîn. Herwiha ew di nava xebata veguhestina wêneyan a dijîtalkirinê de ne. Bi taybetî hewldana wan a berhevkirina pirtûk û arşîvê berdewam dike û bang dikin ku xelk di vî warî de piştgiriya wan bikin. Koleksiyon ji bo kesên dixwazin xebatên akademîk derbarê Kurdan de bikin xwedî çavkaniyên berfireh e. Xwendekarên tirk bertek nîşan dan Hê ji destpêkê de, dema zanîngeh biryarê dide ku cihekî taybet ji bo “Koleksiyona Vera” terxan bike, gellek xwendekarên tirk bertekan nîşan didin. Herwiha wê demê birêveberiya zanîngehê jî derbarê civaka kurd û pirsgirêka kurdî de ne zêde agahdar bû. Ji ber wê demê li zanîngehê tenê haya Aynur Rouen, ya ku di beşa “digital collection” de kar dikir, ji pirsa kurdî hebû, xebata mûzexaneyê bi hêviya wê ve tê hiştin. Herwiha birêveberiya zanîngehê jî xwendekarên tirk îqna dikin ku bertekên xwe daxînin.

Rudaw

dîtin: 213

Pêveker:

mûzaxaneya kurdî ya new yorkê li benda arîkariyê ye