• Têketin
  • Ziman
Nameya Kurekî ji bavekî re “Mîrasê bavekî ji Kurekî re ”

Nameya Kurekî ji bavekî re “Mîrasê bavekî ji Kurekî re ”


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Hêzîran 7, 2014, 1:39


Mîrasê bavekî ji kurekî re, Ji serhildana Oremar heya komara Kurdistan.

Silav babo, bavê minê ezîz, xoştivî û pir hêja!. Ez vê nameyê dereng dinivîsim, lê me gelek caran suhbeta tiştên wiha kiribû. Belkî ji min û te re kevin bin lê bila hevalên min jî baştir te nas bikin.

Nizanim ji kû û çawa dest pê bikim, lê bi vê namê re ez tenê dixwazim hinek derd û elemên xwe yên li pey oxira te ya dawiyê beyan bikim. Bila dilxwazên doza azadiyê jî baştir te wek „leşker, Pêşmerge an jî şervanekî bênav û nîşan“ nas bikin. Gelek kes pir caran razîbûna xwe ji kar û xebata min didin diyarkirin, lê min jî tim ji wan re wiha gotiye:“ ji bo her kar û serkeftinekê ez deyndarê bavê xwe yê zana û xwedî kedim. Wî ez hînî dersên jiyanê kirime…“

Ez baş dizanim ka bi çûyîna te re me çi xezîneyek giranbuha ji dest daye. Di 87 salên temenê xwe de tu gencîneyek ji dîroka me a zindî bûy ku dema te dest bi suhbetê dikir dîwana te şaryayî, eşqa te mezin û mêvanên meclisa te jî bêdeng diman. Wan dixwest ji zimanê te bibihîsin ka serhildana Oremar çawa dest pêkir, encam çi bûn û çawa bav û kalên me rastî şikestê hatin?. Hûn çima hatin başûr û çawa çûn Mehabad û Urmiyê û elbete sedan pirsên din ku di hafiza te a bihêz de tim bersivek ji wan re hebû.

Baş tê bîra min. Demekê dengbêjê dîwanê gire-girên herêmê bûy lê xem û elemên çerxa felekê di 30 salên derbasbûyî de ew evîna te ya ji hunerê re sal bi sal kêmtir kir.

Meşa te ya jiyanê dûr û dirêj bû babo can. Rêbaza te pîroz, lê tije zehmetî, sal û rojên xweş û nexweş bû. Ew rê te bi heza dilê xwe hilbijartibû û qet nayê bîra min ku rojekê gilîyên te ji wê jiyanê hebin. Rûniştin û suhbetên te wisa germ bûn ku mejiyên têhnî û birçîyên zanînê jê têr dibûn. Ji ber wê jî dema pirsek li ser serhildana Oremar, rewşa komara Kurdistan û şoreşa başûrê Kurdistanê hebûya, jêderê yekê tu bûy. Gelek kesan bi rêya zaniyarîyên te zanîn ka kesên weke Sîtoyê Oremarî çawa sinorên destçêkirî derbas kirine û sala 1920an bi 800 şervanên xwe re çûye Urmiyê û hevkariya lîderê Kurd Simkoyê Şikak kiriye ku hingî ji bo „serxwebûna Kurdistanê“ li dijî dewleta Îranê di şerekî giran de bû. Ew heza ji dîrokê te zû xiste dil û mejiyê min jî. Ez bi gotin û pendên te û dayika xwe a dilovan bûm insan. Rêya ku we nîşanî me da, serbilindî ji me re anî. Ev sermaya herî mezin a jiyana me teva ye.

Şîret û gotinên te qet ji bîra min naçin babê min ê rûxweş:“

Kurê min daxwaza min a yekê ji te eve: qet û qet xiyanetê li axa xwe neke. Kesê ku axa xwe bifiroşe yê rihet netewe û namûsa xwe jî pêşkêşî dagîrkerê welatê xwe bike. Hemû hebûna me a ser rûkê dinê ji vê axê tê û emê careke din vegerin nava dilê vê axê. Jiyan çiqas jî dirêj be yê rojekê bê dawiyê, lê navekî baş jiyaneke ebedî pêşkêşî mirovan dike. Vê derfetê erzan ji dest nede…

Daxwaza min a duyê ji te: her kesê ku li deriyê mala te da û daxwazek hebû ku hevkariya jiyana wî/ê bike, nehêle bêbersiv li ber deriyê mala te biçe. Malê dinê li dinê dimîne û pere jî qirêja destane. Min ev şîretên han li bira û xwîşkên te, li nevî û birazayên xwe jî kirine….“.

Erê babê min ma dibe ku ez, bira û xwîşkên min vê rêya herî pîroz a jiyanê bi xwarî bibin serî?!! Ne … rihet be bavo, hemû şîretên te yê guharên guhê me bin.

Baş tê bîra min rojek ji rojên salên 90an bû. Dema em ji Urmiyê ber bi mala me a Tebrêzê ve diçûn, te ji min daxwaz kir ku em vê carê ji Urmiyê herin Mehabadê û ji wira jî ber bi Tebirêzê. Carên berê em piranî ji rêya bajarê Xoyê diçûn, lê wê carê te got:“ kurê min ez dixwazim axa Mehabadê ziyaret bikim…“

Em çûn, lê çiqas ku em nêzî Mehabadê dibûn, min dinêrî ku çavên te tije dibûn. Dema em nêzî qada Çiwar Çira bûn, te got:“ ezê bêm xwarê“. Tu ji autoyê daketî û ber bi navenda qada çiwar Çira çûy. Cihê ku çar peykera şêran lê bû. Hêsirên çavên te mîna barana biharê bi ser rûyên te da dihatin xwarê. Kesên derdorê li te dinêrîn. Hingî te li min nêrî û wiha got:“ aha li vira bû ku pêşewa Qazî û Mistefa Barzanî sekinîbûn kurê min. Li vira bû ku Qazî Mihemed banga çêbûna komarê li her dera Kurdistanê belav kir. Li vira bû ku roja Kurda hilat, li vira bû ku min rûyê Pêşewa Qazî yê nûranî dît, li vira bû ku bo cara yekê min çeka şerf û şervaniyê hilgirt û bûm bi pêşmergê komarê, li vira bû ku Kurda ji Rus, Fars û Îngilîzan re dan îspatkirin ku ew jî dikarin xwedî al û dewlet bin… û li vira bû ku Qazî û hevalên wî şehîd kirin….hey mala te xera be çerxa felekê ka li kûne ew mêrxas û rêberên mezin….“ Û hêsirên çavên te û dengê girîna te nehişt ku tu zêdetir ji vê behsa wê roja xweş bikî, lê baş bû ku te ji wê rojê û pêde tovê jiyaneke nû di axa dilê min de çand. Ez ji wê rojê û şûnde bûm aşiqê dîrok û doza Kurdistanê. Min dest pê kir û bi xêra wê seredan û gotinên te yên dîrokî, min di çaxê çend salan de arşîveke dewlemend da hev. Pêre min baştir zanî ka te wê rojê behsa çi dikir û ew hêsirên te ji çi re bûn. Min yadigarên serdema komarê yek bi yek peyda kirin û hevpeyvînên dirêj bi wan re çêkirin. Elbete yek ji wan yadgarên mezin jî tu bixwe bûy.

Tê bîra te ka wê rojê kesên ku şahidên wan dîmenên xweş û nexweş bûn, çiqas bi dilovanî pêşwaziya wan hestên te yên Kurdewarî kirin? Kalek nêzî me bû û got: Fermon ba birûyne malê, debê nanî nîwerwanê mêwanî min bin…“

Te çiqas kir ku em neçin, lê mêvanperweriya Mehabadiyan hemû rê li ber te girtin. Em çûn û wê şevê li Mehabadê man. Xwediyê malê jî yadigarekî serdema komarê bû. We dest bi suhbeta xwe kir û ezê feqîr û têhniyê zanînê bêdeng bûm guhdarvanê we. Ew dem û sat pir bihagiran bûn. Çimkî naskirina wê malbata Kurdperwer kilîla yekê bû ku ez ji Mehabadê dest pêkim û bikevim ser rêya te ya rast û durist. Ew sal û roj baştirîn „zankoyên min“ ên jiyanê bûn ku êdî têde dersên herî baş yên jiyanê fêr bibim.

Carna li ser komara Kurdistan, rewşt û sifetên pêşewa Qazî, şervaniya Mistefa Barzanî, fîdakariya çar serleşkerên Kurd, şerê Sardawê û eniya Seqiz, xiyaneta axa û begên Kurda, salên jiyana te ên zindanên Kerkûk û Hewlêr, têkçûna komarê, meşa Kurdan a ber bi Sovyetê û hwd min çiqas pirs ji te dipirsîn, te bi dilekî vekirî û nêrînên tije heza babîniyê bersiva min dida, lê carna jî tu diqehirî û te bi dengekî bilind digot:“ Hey malnekambax mane te bi ewqas pirsên xwe serê min bir, sibe û dusibe jî dem heye ha, mane em endamên malekê ne kurê min… “

Ez di nameyeke wiha kurt de nikarim li ser hemû qencî û başiyên te binivîsim, lê dersên ku ez ji te hîn bûme yê têrî salên min yên jiyana mayî bikin ku bi serbilindî, keramet û durist dîsa vê rêya pîroz bidomînim.

Hesreta herî mezin

Bavê min, di ber keda te a ji me re çiqas jî bêjim û binivîsim, têrî deqeyeke ewqas zehmetîyên te nake, lê çend roje ku kulek ketiye nava dilê min ku hemû laşê min diêşîne. Ji sala 1945an heya roja mirinê tu şervanê doza azadiyê bûy. Bavê te yek ji wan 503 şervanên doza Kurdistanê bû ku bi nemir Mistefa Barzanî re çû Sovyeta berê. Ji ber ku di çaxê meşa giran a zivistana sala 1947an de li her derê hêrişî wan dikirin, bapîrê min Xurşîd hate birîndar kirin û weke te pirî caran behs dikir ew sala 1949an li Taşkendê çû rehmetê. Hûn bêxwedî û kes man. Dayika te di hesreta wê rojê de mir ku careke din hevalê xwe yê jiyanê bibîne, lê ew jî zû çû û hezar xwezî bi xwe re birin nava dilê axa sar. Te li berxwe da û xiyanet nebû karê te, lê mirovên nankor bihayê vê keda te nedîtin. Ger wan biha û qîmeta mîrasê netewî baştir fam bikirana, tu jî layîqî „mîdalên zêrîn“ bûy. Lê yên ku dîwarê xwe ji dîwarê feqîr û hejaran bilindtir bibînin, yê rojekê dîsa muhtacî kesên mîna te bin. Çimkî mayîn û hebûna wan bi ked û fîdakariya kesên wekî te ve girêdayî ye. Di vê derbarê de her dem general Mistefa Barzanî wiha digot:“ Ez dizanim û 100% bi bawerim ku emê biser bikevin, lê tirsa min ji wê ye ku ewên zehmet kişandine, bêne ji bîr kirin…“

Belê babê ezîz tu jî zû hatiye ji bîr kirin û kesên ku bi qasî rojeke jiyana te zehmet nekişandibûn, bûn „şoreşger û qehremanên milî“. Tevî ku xelatek wiha ji hêla xwe ya madî ve zêde bi qîmet nîne, lê di çavê te de aliyê wê yê meinewî girîng bû. Ji ber wê jî ez dizanim te mezintrîn hesret bixwe re bire bin axa sar û sed heyf û mixabin kesên ku te mîna xweda diperestîn tu û elbete gelek kesên din jî ji bîr kirin.

Di karnameya jiyana te de aştîxwazî, Kurdperwerî û sedaqet sê rukinên esasî bûn. Carna ji bo pêkanîna aştiyê di navbera du malbatên Kurd de te sinor derbas dikirin. Ev karê te di nava sinorên destçêkirî de jiyana te dixiste nava metirisiyên mezin lê te bi vê fîdakariyê jiyana dehan kesan parast. Îro jî ew xwe deyndarên te dizanin. Ma bextewerî ji vê mezintir heye?

Qet ji bîra min naçe dema ku te digot:“ ferq û cudatiyê nexin navbera Kurdan û partiyên siyasî ku her yek bi awayekî xizmeta doza Kurdistanê dikin. Em tev Kurdin û endamê kîjan rêxistina siyasî li deriyê we xist û daxwaza hevkariyê kir, xwesteka wan red nekin. Nander bin û xizmeta xelkê bikin…“

Ji vê şîretê kesên hesûd û nefam gelek astengî li ber jiyana me derxistin, lê dawiyê yê rûspî û serbilind bûn em û ew jî rûreş û ruswa.

Helwestek wiha Kurdistanî îro jî kêm kes di piraktîkê de cî bi cî dikin, lê dehan sale te karekî wiha ji me re kire çand û mîrasek. Mîrasê ku îro nav û dengê me di nava hemû Kurdan de belav û bilind kiriye. Ma dewlemendî ji vê baştir û mezintir dikare bibe çi? Bawerim ji ber vê evîna te ya Kurdistanî bû ku Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran ked û zehmeta te teqdîr kirin, di TIŞK TV de bername ji tere çêkirin û li pey wefata te jî bêtir ji hemû TVyên din yên Kurdî li ser ked û xebata te nûçe belavkirin. Lê yên herî nêzî te tenê bi dêrekê bersiva 70 sal kar û xizmeta te dan!!.

Erê bavê min, mixabin nextê vê rêbazê hem ji mere û hem jî ji tere pir giran bû. Çimkî me têr hev nedît. Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku tu bi meh û salan ji me dûr diketî me ne hingî û ne jî van salên dawiyê têr hev nedît. Keda te û dayê di ber me re wisa mezine ku nayê ti hisab û kitaba, lê hevpeyvînên min û te yê ji gelek kesan re bibin dersên dîrokê.

Êdî bi nebûna te re dilê min pir teng dibe. Di hemû war û welatekî xweş û nexweş de ku dengê te jê bihata, ji min re bûhişta ser rûkê dinê bû, lê dabirîna te ji jiyanê hemû war û zozan, hemû bajar û gund li ber çavên min xistin. Nebûna te helbesta mamosta Hêmin Mûkiriyanî a bi navê „Hewarî Xalî“ anî bîra min ku li pey salên dirêj vedigere wan zozanan yên ku demekê evîndara wî li wira bûye, lê vê carê êdî wê peyda nake û êdî wira bi yek carî diterikîne.

Tu mezin bûy û ez nikarim mezinahiya te bi qasî ku di dilê min da ye wesf bikem, lê hîvîdarim ji ber hemû kêmasiyên derheqa xwe de me bibexşî. Li pey wefata te jî min bêtir zndîkujên mirîperest dîtin û naskirin. Ev jî ji min re derseke jiyanê bû ku ji vir û şûnde hafiza me a dîrokî jî mîna a te bihêztir be.

Nav û paşnav: Cebraîl Xurşîd Nebî

Sal û cihê ji dayikbûnê: 1927 Oremar – Bakurê Kurdistanê

Cih û warê jiyanê: her çar parçên Kurdistanê

Armancên jiyanê: azadîxwazî, serxwebûna Kurdistanê.

Oxira dawiyê: 30. Gulana 2014an.

 

KAKŞAR OREMAR

05.06. 2014 Hewlêr / Başûrê Kurdistanê

dîtin: 642

Pêveker:

nameya kurekî ji bavekî re