• Têketin
  • Ziman
Nameya Qendîlê gehişte destê wezareta Dadê ya Tirk

Nameya Qendîlê gehişte destê wezareta Dadê ya Tirk


barkirin: Nîsan 11, 2014, 7:13


Parlamenterên BDP’yî, nameya berpirsên KCK’ê ya ji Qendîlê anîn, ji bo bigihîne Îmraliyê radestî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kirin.

Li gorî nûçeya DÎHA’yê, Cîgirên Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken îro li gel Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ji Pêvajoya Çareserî û Muzakereyê Berpirsyar Sirri Sureyya Onder re bi Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag re hevdîtin kirin. Hevdîtina li Enqereyê bi qasî nîv saetê dewam kir.

Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan got, “Me nêrînên der barê hevdîtina me ya li Qendîlê de bi Wezîr Bozdag re parve kirin. Li gel vê yekê me nameya Qendîlê ya ji bo Birêz Ocalan nivîsandî, radest kirin.”

Cîgirên Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken ên di 9’ê Nîsanê de bi rayedarên KCK’ê re hevdîtn kirin, piştî vegeriyan Tirkiyeyê dan xuyakirin ku KCK’ê ji bo Ocalan nameyek ji 5 rûpelan nivîsandiye.

Bûldan diyar kir ku rayedarên KCK’ê daxuyaniya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan a digot, “sererastkirina qanûnî wê gaveke şaş be” bi nerazîbûn pêşwazî kirine û got, “Rayedarên KCK’ê destnîşan kirin ku ew vê nirxandinê rast nabînin. Ev gotineke gelekî bi hêrs e. Encamên hilbijartinê hatin nirxandin. Destnîşankirin ku Agirî, Serêkaniyê û Riha bi dek û dolaban hatine girtin û ev yek jî nîşan dide ku deriyê siyaseta demokratîk girtî ye. Ji bo ev rêya girtî bê vekirin anî ziman ku pêwîste hikûmet tavilê gavên girîng ên ji bo pêvajoyê biavêje. Dan xuyakirin ku divê HDP were xurtkirin û mezinkirin. Dan zanîn ku divê HDP êdî li Tirkiyeyê weke alternatîfeke nû bê dîtin.”

dîtin: 335

Pêveker:

nameya qendîlê gehişte destê wezareta dadê ya tirk