• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
NATO ji bo êrişên Rûsiyê bo ser Sûriyê civiya

NATO ji bo êrişên Rûsiyê bo ser Sûriyê civiya


barkirin: Rezber 6, 2015, 1:01


Peymana Atlantic a Bakur (NATO) di civîneke awarte li Brukselê ji ber binpêkirina qada hewayî ya Tirkiyê bi awayekî tund Rûsiya hişyar kir û xwest bi awayekî lezgîn êrişên hewayî yên Rûsiyê bo ser grûpên dijberî Beşar Esd û xelkê sivîl bêne sekinandin.

Di daxuyaniya NATOYê de ku roja duşemê (5’ê Cotmehê) hatiye weşandin, ji bihêz bûna hizûra çekdariya Rûsiyê di Sûriyê de û bi taybet êrişên hewayî yên wî welatî bo ser bajarên Edelb, Hums û Hemayê cihê dilgiraniyê ne û tekez hatiye kirin ku armanca wan êrişan, çekdarên Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ) nebûye, tenê xelkê sivîl zirar dîtine.

Ligor agahiyan beriya daxuyaniya NATO’ê, Wezîrê Karên Derve yên Tirkiyê, Feridun Sinirlioglu bi Sekreterê Giştî yê NATO’ yê, Jens Stoltenberg re hevdîtin pêkaniye û di hevdîtinê de derbarê balafirên Rûsiyê ku qada hewayê ya Tirkiyeyê binpê kirine axivîne.

Sekerterê Giştî yê NATO’ê di daxuyaniyê de dibêje: ‘Ez bang li Rûsyayê dikim ku rêza qadên hewayî yên welatên endamên NATO’yê bigire û waz ji piratîkên aloziyan zêde dikin berde’’.

Ligor rayedarekî Amerîkî, binpêkirina qada hewayî ya Tirkiyê ji aliyê firokeyên Rûsyayê ve bi zanebûn çêbûye.

Serokwezîrê Tirkiyê, Ahmet Davutoglu jî di daxuyaniyekê de ji bo kanalên Tirkiyê got, Rûsiyayê binpêkirina qada hewayî ya Tirkiyê pejirandiye lê ragihandine ku ev yek bi xeletî çêbûye û cardin dubare nabe.

Herwiha roja duşemê (5’ê Cotmehê) 41 grûpên çekdar yên dijî Beşar Esed, Artêşa Azad a Sûryê û grûpa îslamiya ’’Ehrar El-Şam’’ û Cebhet El Nusre ku weke şaxê El-Qaîdê li Sûriyê tê naskirin,  ji hikûmetên herêmê xwestin bi avakirina ’’hevpeymanetiyeke herêmî’’ hevpeymanetiya Rûsiya û Îranê ku Sûriye dagîr kirine bi dawî bînin.

Tevî ku di daxuyaniya wan grûpên çekdar de navê welatên hevpeyman nehatiye, lê ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qeter piştgiriya grûpên çekdar yên li dijî Beşar Esed dikin.

 

dîtin: 193

Pêveker:

nato ji bo êrişên rûsiyê bo ser sûriyê civiya