
Navê çar rojnamevanên Kurd li mûzexaneya Newseum e
Îro weke rêzgirtina ji karên wan, navê 18 rojnamevanan cîhanê ku di sala 2017’an de di dema şopandina bûyeran de jiyana xwe ji dest dane, li ser dîwara bîranîna Mûzexaneya herî mezin a li ser nûçe û rojnamevaniya Newseumê hatine daliqandin.
Mûzexaneya Newseum, li Waşingtona paytexta Amerîkayê mûzexaneyeke taybet bi nûçe û rojnamevaniyê ye û têde çîrokên bûyerên rojnamevaniyê hene. Mûzexane ji 15 galerî û 15 holan pêk tê. Kesên ku serdana mûzexaneyê dikin dikarin çîrokên nûçeyan, rola medyaya azad di dîrokê da û giringiya azadiyan weke azadiya ol, bîr û bawerî, medya, civîn û derbirîna ramanan bibînin.
Heta niha navê 2 hezar û 305 rojnamevanan li ser dîwarê bîranînê hatine nivîsandin û her sal navên rojnamevanên cîhanê ku di dema şopandina bûyeran de jiyana xwe ji dest dane, li ser dîwarê bîranînê têne zêde kirin. Herwiha li ser malpera mûzexaneyê jî nav û cihê ku rojnamevanan canê xwe ji dest dane hatine nivîsandin.
Piraniya rojnamevanên ku îsal navên wan li ser dîwarê bîranînê yê mûzexaneyê hatine daliqandin, di dema şopandina şer û pevçûnan de li Iraq û Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.
Îsal navê çar rojnamevanên Kurd jî li ser dîwarê bîranînê yê Mûzexaneya Newseum hatine daliqandin ku; Erkan Şerîf Kurdistan TV, Hawkar Feysel û Dilşen Îbaş ji Ajansa Hawar News û Şîfa Gerdî ji Ajansa Rûdawê ne.
18 rojnamevanên ku di sala 2017an de jiyana xwe ji dest dane ev in:
Mohamed Abazied
Nabd Syria and Syrian Media Organization
In Syria
Christopher Iban Lozada
DBXF Prime Broadcasting Network
In the Philippines
Christopher Allen
Freelance
In South Sudan
Hawker Faisal Mohammed
Hawar News Agency
In Syria
Nikolai Andrushchenko
Novy Peterburg
In Russia
Yameen Rasheed
The Daily Panic
In Maldives
Sudip Dutta Bhaumik
Syandan Patrika
In India
Véronique Robert
#5Bis Productions
In Iraq
Miroslava Breach Velducea
La Jornada
In Mexico
Arkan Sharifi
Kurdistan TV
In Iraq
Daphne Caruana Galizia
Running Commentary
In Malta
Javier Valdez Cárdenas
Ríodoce
In Mexico
Shifa Gardi
Rudaw TV
In Iraq
María Efigenia Vásquez Astudillo
Renacer Kokonuko
In Colombia
Dilshan Ibash
Hawar News Agency
In Syria
Stéphane Villeneuve
#5Bis Productions
In Iraq
Gauri Lankesh
Gauri Lankesh Patrike
In India
Kim Wall
Freelance
In Denmark