• Têketin
  • Ziman
Naveroka Nameya Ocalan ji bo Celal Talabanî

Naveroka Nameya Ocalan ji bo Celal Talabanî


barkirin: Pûşper 25, 2014, 10:59


Birayê birêz Mam Celal

Nexweşiya cenabê we ez gelek xembar kiribûm, cara dawî ku min ligel parlementera Amedê Leyla Zana û parlementerê HDP ê Stenbolê Sirri Sureya Onder çavpêkeftin encamda ez agehdarî pêşveçûna rewşa tenduristî ya we yê birêz bûm, hêvîdarim her çi zûtir baş bibin û vegerin nav gelê me.

Her wek hûn ê birêz agehdarin, bi beşdarbûna hemû dezgehên tevgera me û bi wê hêz û têkoşîna ku ji dîrokê werdigirin me dest bi qonaxeke danûstandinê kiriye, min gelek dixwest ku hûn di van rojan de ligel me bin bo gihiştin bi aşîtiyeke bi rûmet û mayînde hûn yê birêz bi salan di nav hewildaneke bê wêne û berdewam de bûn, her ji ber vê yekê renc û têkoşîna we di vê barê de mezine.

Ew xebata ku heta niha we yê birêz di navbera me û derdorê de birêve dibir, îro bo navxweya me Kurdan pêwîste, îro dîrok tevgerên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê han dide da ku ji bo paşerojeke azad bo gelê me kar û xebata hevbeş bikin, hêvî û xwesteka min ewe ku ji bo diyarkirina stratejîk û helwesteke hevbeş da Kongreyê Neteweyî yê Kurd her çi zûtir bê girêdan, ji ber ku eger yekîtiya netewa xwe misoger nekin, gelê me dê rûbirûyê êrîşên hovane ên çeteyan bibe.

Ez gelek spasiya wê xelatê dikim ku di bîranîna mamoste Îbrahî Ehmed de we pêşkêşî min kiribû, ez berdewam girêdayî bîranîna wî dimînim.

Di dawiyê de carek din xwesteka xwe bo başbûna zûtir ya we yê birêz dikim.

Bi hêviya bihev gihiştina me di Kurdistana azad de.

Ligel rêz a min de

Abdulla Ocalan

19.07.2014

 

RÛDAW

 

dîtin: 401

Pêveker:

naveroka nameya ocalan ji bo celal talabanî