• Têketin
  • Ziman
Nazî ya berendamê Tirk çavtirsandî kirin

Nazî ya berendamê Tirk çavtirsandî kirin


barkirin: Êlûn 22, 2013, 3:14


Li Elmanya hilbijartinên giştî têne kirin. Di vê demê de dijî berendamê wekîl yê ji partiya çep yê Tirk Hakan Taş hewldanekî nijadperestî pêk hat.

Hakan Taş ê ku endamê meclîsa herêma Berlînê ye dema ku ji bo karê hilbijartinan derketî derve dît ku li ser deriyê wî û qotiya postê nivîsên nijadperestî hatine nivîsîn.
Ji aliyê kesên nenas ve li ser deriyê berendamê Tirk Hakan Taş remza -ss- û nivîsa -Biyanî derên- û nivîsa – Tê di demek nêzîk de bimre- hate nivîsandin.

Li himber bûyerê berendamê tirkê ji partiya çepê Elman diyar kir ku berê jî bûyerên wekî vê pir caran rû dane û gelik êrîşên nijadperestî derketine holê. Hakan Taş diyar kir ku di vê astê de jî cara yekeme rû dide.
Hakan Taş diyar kir ku ew bi xwe di nav Partiya Çep de dijî helwestên bi vî rengî û karên bi vî rengî radiweste û berdevkiya van karan dike, diyar kir ku dibe ji ber van karana ev gef lê hatibe kirin. Berendamê Tirk diyar kir ku ji bo vê bûyerê wiya giliyê tawanê dijî vê rûdawê kiriye û hêvî dike da ku hêzên aramiyê tawanbaran bibînin.

 

rewanbej.com

dîtin: 389

Pêveker:

nazî ya berendamê tirk çavtirsandî kirin