• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Neanderthalerî û Tunebûn

Neanderthalerî û Tunebûn


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Gelarêzan 4, 2017, 2:02


Neanderthalerî çawa tune bûye? Ji ber ku Neanderthalerî nedizanibû nêçîrvaniyê bike an jî li hember mirovê hevdem kêmaqiltir bû, lewma tune bûye? Na! Neanderthalerî bi xwe xwe tune bûye.

Du biyologên-Stanfordê encama lêkolîna xwe eşkere kirine û wiha dibêjin; “Neanderthalerî ne ji ber ku nedizanibû nêçîrvaniyê bike, kêmaqiltir an jî li gor mirovê hevdem bi hev re bi awayeke qels û sist dixebitîn, lêbelê ji ber ku hejmara Neanderthalerî li hember mirovê hevdem kêmtir bû, tune bûye.”

Neanderthalerî bi birûyên qalind û mezin û çeneya gepsoyî bi qasî 35 hezar sal berê gav bi gav li parzemîna Ewropayê ber bi tunebûnê meşiya ye ku di wê serdemê de hejmara mirovê hevdem zêde bûye. Lêkolîner bi qasî sedsal e li ber pirsa “Neanderthalerî çawa tune bûye” digerin û dixwazin vê pirsê bibersivînin. Lêkolînerên cihêreng heya vê gavê hewldane ku bi xebatên xwe bersiva wê pirsê bibînin, bersivên sereke yên lêkolîner diyarkirine ev in; Neanderthalerî bi hev re bi awayeke baş nedixebitîn, ji bazirganiyê fahm nedikirin an jî nedizanibûn biaxivin. Biyolog Oren Kolodny û Marcus Feldman di kovara Nature Communicationsê de bersiva wê pirsê didin û wiha dibêjin; “Neanderthalerî bi xwe xwe tune bûye.”

Komên piçûk û gerok car caran ji ber nexweşî, bêtar an jî xelayê tune dibin. Di wê serdemê de dema komên Neanderthalerî tune dibûn, mirovê hevdem şûna Neanderthalerî digirt. Bi vê rengî gav bi gav hejmara Neanderthalerî kêm dibe û dawiya dawîn tune bûye. Kolodny wiha dibêje; “Bi dîtina me Neanderthalerî wê gavê ji hev veqetiyabûn û li her aliyê Ewropayê belav bibûn. Ji ber vê jî komên piçûk yên Neanderthalerî her tim bi rîska tunebûnê rû bi rû diman ku xwediyê wê rîskê jî ji mirovê hevdem yê ji parzemîna Afrîkayê ber bi Ewropayê dihat, bêhtir tiştekî din nebû. Helbet mirovê hevdem wê gavê ne bi girseyên mezin lê bi komên piçûk yên ji nêçîrvanan pêk dihat, dihatin Ewropayê û gav bi gav li wir cîhê xwe digirtin. Bi demê re hejmara mirovê hevdem zêde bûye ku ew jî bi xwe re tunebûna Neanderthalerî aniye.”

Kris Vaesenê ji TU Eindhoven û Zanîngeha Leidenê ku di vê mijarê de xwediyê agahiyên berfireh e û bi kompîtorê xebatên xwe li ser tunebûna Neanderthalerî pêk aniye, wiha dibêje; “Xebateke nû ye û kûr û dûr li ser vê xebata xwe sekinî ne. Me jî bi xebatên xwe yên bi kompîtorê encameke nêzikê encama biyologên-Stanfordê bidest xist. Helbet her kes li ser xaleke din ya bûye sebeba tunebûna Neanderthalerî disekine û diyar dikin ku sebebeke nenas û nedîtî Neanderthalerî tune kiriye. Lê tiştekî ji bîr dikin, mirin tiştekî normal e. Bextê mirovê hevdem ne weke yê Neanderthalerî reş bûye, lewre ji analîzên-DNAya mirovê hevdem dihêt dîtin, hejmara pêşiyên me qet nebe du caran li der û dora 10 hezar mirov bûye.”

Kolodny wiha berdewam dike; “Haya Neanderthalerî bi xwe ji vê pêvajoyê tunebû. Ji ber ku tunebûna Neanderthalerî gav bi gav û dor bi dor rûdaye. Bi gotineke din, tunebûna Neanderthalerî dem û dewraneke dirêj li ber xwe daye. Komên Neanderthalerî ji hejmareke pirr kêm pêk dihat ku pirraniya endamên malbatê bitenê çend cîranên xwe yên din dinasîn. Dîsa bi dîtina min di navbera Neanderthalerî û mirovê hevdem de pevçûneke eşkere û vekirî nebûye û qebûl nakim.”

Çavkanî: Nature Communications

dîtin: 58

Pêveker:

neanderthalerî mirov zanist lêkolîn xebat zanyar ewropa afrîka