• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nêçîrvan Barzanî: Em jibo hevkariyê amade ne

Nêçîrvan Barzanî: Em jibo hevkariyê amade ne


barkirin: Sermawêz 4, 2013, 5:32


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand ku rewşa ewlekariyê ya li bajêrê Kerkûkê têk çûye  û her weha di vê êrîşa dawiyê de jî hate dîtin ku guhertineke çonayetî di êrîşên terorîstan de çêbuye. Barzanî got ku ew amadene bo alîkariya ewlehiya Kerkûkê.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel nûnerê çend partiyên Tirikmanî li bajarê Hewlêrê kongreyekê  çapemeniyê de behsa êrîşa li bajarê Kerkûkê  kir û got “Rewşa Kerkûkê û her weha ya tevahiya Iraqê têk çuye, û em weke hikûmeta herêmê amadene alîkariyê bidin hemû tekoşînên  li dijî terorê”.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku  hejmara xwekujan di nava van komên teroristî de zêdebûne û got: “Berê bi zorê xwekuj peyda dikirin, lê niha ji bo çalakiyekê çendîn xwekujan dişînin.”. Barzanî daxuyand ku di şêwey3e çalakiya terorîstan de guhertineke çonayetî jî çêbûye.

dîtin: 184

Pêveker:

nêçîrvan barzanî em jibo hevkariyê amade ne