• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Newroz 2015 xet qalin dibin

Newroz 2015 xet qalin dibin


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Adar 22, 2015, 10:03


Newroza 2015 ê xetên navbera Kurdan yên hizrî û nêrîna li Kurdbûnê qalindtir kirin, wate parçebûna navbera Kurdan kur bû.

 

Dema qala parçebûnê tête kirin, di navbera PKK, PDK û YNK de tête hizirandin lê mijara me ne ewe. Refên Kurdan zelal dibin. Hetanî neha jî kesên xwedî hizrên siyasî yên cûda dikarin xwe di heman refî de bibînin. Lê êdî em bixwazin jî nexwazin jî, em çend alîgirê yekîtiya Kurdan bin jî em êdî bi hevkar, hevbend, hevalê xwe ve ne pêkvene.

Peyama Serokê PKK, bû şûrê tuj yê, vê şêlobûnê ji holê rake. Belê hetanî neha şêlobûnek hebû, serê Kurdan tevlîhev bû. “Gelo pêvajo berbi kîderê ve diçe?, gelo dê xwîna şehîdên me li erdê bimîne an dê li gorî derûnê wan rewşek bête bidestxistin?, “ û bi hezaran pirsên wekî vêya.

Ji aliyekî ve Kurd “Pêvajoya çareseriyê” ji bo xwe çareya herî baş dibînin û ji aliyê dîtir ve jî dijî her helwestekî dewleta Tirkiyê di kevine nava serhildanê de û helwestên cûrbecûr yên tund pêşan didin.

Bêguman ji aliyê siyasetan ve hertişt zelale. PKK û Dewleta Tirkî li hev kirine. Di peyama Ocalan ya Amedê de jî eve aşkere hatiye ziman. “Rihê Eşme” Hevkariya PKK û Artêşa deleta Tirkî derdibire. Ji ber, 22 yê sibata 2015 an gora bapîrên Osmaniya Silêman Şah di encama tevgereke artêşa Tirk û hêzên YPG de, ji cihê kevin kelha Ceber bo Eşmeya rojavayê Kurdistan hate veguhestin.

Di dîroka Komara Tirkiyê de cara yekeme ku hêzeke mezin ya Kurda ku piraniya Kurdan piştevaniya wê dikin li gel artêşa Tirk hevkarî dike.

Min di nivîsa xwe ya heftiya bihurî ya di Rewanbêj de rêzek weha nivîsî bû; Rojekê destanên nû yên ku leşkerê tirk û Kurd di yek sengerê de dijî welatne dîtir şer dikin dê bêne nivîsîn. Eve siyasete, eve rêxistinin.

Kurd û siyaseta Bakur berbi wêya ve diçe. Di peyama Serokê PKK de ev derdikeve holê.

Di civakê de jî dubendî an jî sêbendî heye. Yek jê xwedan hizrekî wehaye; Eger PKK û serokê PKK vêya nekin dê çibikin?, gelo derveyê vêya tu alternatîf û çare heye? Na. Şer jî rawestiyaye, di nava welatê Tirkiyê de ji demokratiyê û pêşxistina wê bêhtir tu çare nîne. Di mercên me yê îroyîn de ji xwe tu rêkekî dîtir nîne. “ Eger hun dikarin, fermo werin rêkekî dîtir bibînin” an jî “Siyasete çi tê gotin dê bête gotin, di siyasetê de peyv ne giringin.” An jî “Dewlet û PKK li Imraliyê bi çi rengî li hev bên bila bên em dîsan jî rêka xwe dişopînin Serok Apo divê azad bibe, mafê Kurdan divê bê dayîn, ji bo vê yekê çi pêwist be em dê bikin”. Bi vî rengî hemî piştevanî û tevgerên derveyî PKK, hewldanên gelekî giring yên PDK jî çewt dibînin. Ji ber, sedî sed piştevaniya xwe ji bo vê qonaxa ku bi biryara Dewletê û Serokê PKK, paşê jî bi kiryara HDP ve dimeşe destek dikin hemî reaksiyonên sazî û dezgehên PKK jî destek dikin. Wekî helwestên YDG-H yên êrîşên ala kurdistan, bê ser û ber gefên li ser sivîla û hwd.

Ev û nêrînên wekî vêya aliyekî derdibirin. Aliyê dîtir jî kesên ku di naverastê de, xwe têkilî herdû aliyan jî nakin. Dixwazin ku ji herdû aliyan jî sûd wergiring hene. Hejmara van kême lê belê dîsan jî hene.

Aliyê dîtir jî yên ku bi tundî dijî van gotin, nêrîn, pêvajo û helwesta derdikevin. Dest ji azadbûna Kurdistanê û bidestxistina mafên Kurdan berdanê şermezar dikin, Tenê tekoşîna ji bo Tirkiyeyeke Demokratîk û ji bo vêna pêşkeşkirin û bikaranîna hêza Kurdan bi tundî şermezar dikin û rexne dikin heze. Ev alî jî, vekirî ji xwendina Pervîn Buldan ya Kurdiyeka xwehr destpê dikin, hetanî peyamên Serokê PKK yên wekî “Silavkirina Derûnê Eşme” yê rexne dikin.

Di vira de nakokî jî her diçe kurtir dibe. Herçend ne xwesteka Kurdan jî be parçebûn rû dide. Kesên ku çareya kurdî tenê di pêvajoyê de û tekoşîna ji bo Demokratiya Tirkiyê de dibînin hertim bangawazî li rexnegiran dikin û weha dibêjin “Şûna hun bibin palewanê facebook ê werin tekoşînê bikin, werin kolana, werin çiyê, werin şer, werin meclîsê, werin û werin. “

Ji aliyê dîtir ve ji ber ku dewlet êdî piştevaniya daxwaz û daxwaznameyê PKK dike an jî dixwaze wan daxwazên, di bin 10 benda de hatî destnîşankirin li Tirkiyê rûnêne, ciwanên, qaşo alîgiriya PKK dikin( Ji ber ku bi hizra min destê hêzên îstixbarî jî gelek di nav vî karî de heye) li bajarê Kurdistanê dibine kirdarên bûyerên gelek seyr. Her diçe hêzên bê kontrol dixwazin li ser gel zal bibin û destdirêjiya hemî karên civakî bikin. Dema, sazî û dezgehên dewletê bê karîgerî dimînin, ciwan û kesên bê kontrol jî wî mafî dixwede dibînin , peyva xwe li ser jiyana asayî ya civakî zal bikin.

Em rojên balkêş jiyan dikin. Dê encam ji bo Kurdan baş be an ne baş be neha zehmete, mirov vêya bibîne. Ji ber stratejiya vê gavê xuyan dike eve; Li Rojhilata navîn tevî komareka mezin ya Tirkî bête avakirin. Di avakirina vê komarê de Tirk û Kurd pêkve kar bikin. Ji bo vê yekê hêzên PKK (YPG jî di nav de) wekî hêzeke yedek ya tirkiyê tevbigere. Bi vî rengî Tirkî rasterast an narasterast petrola Rojava hetanî ya berpalên çiyayê Qendîlê bigre bin kontrola xwe. Bi vê rêkê di warê aborî de bibe desthilatê Rojhilata navîn. Arîşeya Kurd jî bigre dest xwe û hêza herî mezin ya Kurd bigre pişt xwe. Bi vî rengî jî li ser 3 welatê giring yê Rojhilata navîn di warê siyasî de bibe desthilat. Di warê leşkerî de jî, diyar û aşkereye PKK bi tu rengî çek na berde (Qet nebe di van 20 salên pêş me de), eger bi navê PKK nebe jî bi navê YPG dê di rojhilata navîn de çekdar be. Li gorî peyama dawî jî eve hêzeke başe ji bo Artêşa Tirk da karibe di warê leşkerî de jî bibe desthilat.

Ev senaryo ne senaryoya mine. Di van 15 salê dawî de di her peyam û daxuyanî û gav û biryarên giring yê PKK de hene û rayedarên Dewleta Tirkî jî vana piştrast dikin.

Ev yek dê bo Kurdan baş be an xirab ew jî bila ji nêrînên we re bimîne.

Lê hêvîdarim ku rojek bê û hêza pkk di destê dewleta Tirk de dewra (korucî) yên berî 20 sala nelîze û dijî Tirkiyeya-Kurdî dîsan gaveka 15 ê tebaxê ya nû neyête avêtin.

Di gelik xalan de civak hew li nakokiyan dinêre. Nakokiyên wekî, di dema êrîşa Kobanî de piştevaniya Tirkiyê ji bo DAÎŞ, nakokiya; ew leşkerên îro dibin hevkarê şervanên Kurd di dema serhildanên Kobanî de 40 Kurd kuştin, nakokiya; Dewleta Tirkiyê ya bi tu rengî derveyî Kurdên noker û hevkarê xwe Kurdîtiyekî yekgirtî û hevbeş naxwaze li gel Kurdan dibe hevkar.

Nakokî ji bo kesên piştevaniya vê qonaxê dikin ne pir giringin. Ew encamên vê pêvajoyê ji bo Kurdan xêr dibînin û ji wêya zêdetir jî pirsa di serê wan de ewe ku tu rêkên dîtir nînin?…

dîtin: 284

Pêveker:

newroz 2015 xet qalin dibin