• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nexweşiya Epîlepsiyê û Dermankirina Nexweşiyê

Nexweşiya Epîlepsiyê û Dermankirina Nexweşiyê


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Rezber 28, 2017, 12:22


Zanyarên Hollandayî bi xebata xwe ya li ser mêjiyê mirov piştrast kirin ku ji sedî-heyştê qrîz/qeyranên nexweşiya epîlepsiyê(sara-fê), ji ber sê nexweşiyên cihêreng yên mêjiyê mirov rûdidin. Li gor zanyarên ji Maastricht UMC+yê sedemên mezin yên epîlepsiyê ev in; hêdî hêdî mezinbûna tumorên mêjiyê mirov, nexweşiyên fitrî yên li beşa korteksa serebral (tovila mêjiyê) û hişkbûna hin beşên mêjiyê mirov, mînak; hîppocampus.

 

Zanyarên ji nexweşxaneya akademîkî diyar dikin ku heya vê gavê lêkolîneke bi vê awayê pêk nehatiye û caran pêşin bi xebata lêkolînerên ji Maastricht UMC+yê peyitandina wê pêk hatiye. Lêkolînerên nexweşxaneyê xebatên xwe li ser daneyên 10.000 kesên bi nexweşiya epîlepsiyê yên di 25 salên dawîn de  hatibûne emeliyat kirin, pêk anîne. Sedema nexweşiya ji sedî-heyşt kesên nexweş nehatiye peyitandin.

 

Dîsa lêkolîner diyar dikin ku pêdivî bi zû bi zû emeliyat kirina kesên nexweş heye û wiha berdewam dikin; “Kêmzêde bi pêhesîna roja pêşin ya nexweşiyê heya roja emeliyat kirinê, dehûşeş (16) sal derbaz dibe û ev jî demek pirr zêde ye. Di wê navberê de dermanên ji bo dermankirina nexweşiyê bandoreke mezin li canê kesên nexweş dike, rê li ber gihaştina danûnstandinên kesên yên bi kesên din re digire û rîska bi mirinê rû bi rû mayinê jî zêde dibe.” Lêkolîner balê dikişînin li ser emeliyat kirina kesên nexweş û jê piştrast in ku kesên emeliyat dibin dikarin ji nexweşiyê xelas bibin. Lêkolînerên Hollandayî bi 36 nexweşaneyên din yên Ewropayî re xebitî ne.

 

Çavkanî: BELGA

dîtin: 105

Pêveker:

lêkolîn xebat zanist epîlepsî