• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nexweşiya Kula Heftpençeyê ya Memikan

Nexweşiya Kula Heftpençeyê ya Memikan


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Rêbendan 3, 2018, 7:00


International Male Breast Cancer Programme encama xebata ya li ser nexweşiya kula heftpençeyê ya memikan eşkere kir. Ji sê mêrên ku bi nexweşiya kula heftpençeyê ya memikan nexweş ketine, yek bi awayeke rast û baş tedawî nabe.

Ji xebata Annals of Oncology diyar dibe ku ji sedî-heftê mêrên bi nexweşiya kula heftpençeyê ya memikan bi awayeke rast û bêqusûr bi terapiya endokrînê hatine tedawîkirin. Lê hejmara terapiya endokrînê ya rast û baş ya li ser mêrên bi kula heftpençeyê ya memikan, li beramberê jinên bi heman nexweşiyê pirr kêm e. Lêkolîner ji bo pêkanîna xebata xwe serî li daneyên klînîkî û nimûneyên biyolojîk yên mêrên bi nexweşiya kula heftpençeyê ya memikan dane. Berhevkirina daneyên klînîkî û nimûneyên biyolojîk di navbera salên 1996 û 2010an de pêk hatiye.

Nexweşiya kula heftpençeyê ya memikan, bi pirranî di jinên di navbera 30 û 50 salî de dihêt dîtin. Hejmara mêrên bi wê nexweşiyê pirr kêm e, ji tevahiya cureyên nexweşiya kula heftpençeyê ya pirr kêm rûdide ya memikan e ku ji sedî-yek e. Pirr caran ji ber dereng teşhîskirina nexweşiyê û bi gelemperî jî di mêrên di navbera 60 û 70 salî de rûdide.

Ji ber ku nexweşiya kula heftpençeyê ya memikan di mêran de pirr nadir rûdide, mêr serî li xebatên klînîkî nadin û beşdar nabin. Her çiqas bi xebatekê tespîtkirina cureyeke nû ya kula heftpençeyê ya memikan ku tenê di mêran de dihêt dîtin, pêkhatibe jî, terapiyên nû bi pirranî li ser jinên bi wê nexweşiyê dihêne ceribandin. Lêkolîner diyar dikin ku pêdivî bi xebatên klînîkî yên li ser mêran pêk dihên, heye ku wê cureya nû ya nexweşiyê bêhtir binasin.

Çavkanî: International Male Breast Cancer Programme

dîtin: 149

Pêveker:

zanist kula heftpençeyê nexweşî tedawî memik Çiçik