• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nietzsche; Hunermendê Fîlozof

Nietzsche; Hunermendê Fîlozof


nivîskar: Alî Gurdilî
barkirin: Gelawêj 5, 2015, 2:41


‘Çavkaniya ehlaqê rojavayiyan û nirxên wan, ew baweriyên dînî ne ku nema baweriya xwe bi wan tînin. Ji ber vê yekê jî, divê li ser nirxên xwe carekê din bifikirin û wan ji nû ve binirxînin.’

Binemala Friedrich Wilhelm Nietzsche (1844-1900), binemaleka protestan bûye û bav û bapîrên wî bi xwe jî, li dêra Luther keşe (papaz) bûne. Çavkaniya hemû perwerdehiya Nietzsche, heta mirov dikare bibêje ku perwerdehiya wî ya zaningehê jî metnên klasîk bûn. Ji ber jîr û zîrekiya xwe, di temenekî gelek ciwan di bîst saliya xwe de bûye profesor. Heta wê demê jî, di dîroka zaningehê de tiştekê wiha nehatibû dîtin. Nietzsche bi saya xwendin û têgihiştina Schopenhauerî bûye fîlozof. Piştî demekê, xweziya xwe bi Schopenhauer tîne, dev ji karê xwe yê profesoriyê berdide û berê xwe dide jiyaneke sade, bi serê xwe û aram. Demekê dirêj, li Swîsre û Îtalyayê rêwitiyê dike û piştî 16 salan, li pey hevdu gelek berheman dinivîsîne.

Di nav kitêbên wî de yên herî naskirî ev in:

1- (1872)

2- (1878)

3- (1886)

4- (1882)

5- (1887)

6- (1891)

Jıyaneke têr û tıje

Nietzsche di ciwaniya xwe de, xwe wekî suxteyê Schopenhauerî dîtiye û gelekî di bin bandûra Wagnerê bestekar de maye. Wagner, di temenê bavê Nietzsche de bû, ligel vê yekê bi hevdu re bûne du dostê nêzîk. Lêbelê Nietzsche, li dijî Schopenhauer û Wagnerî serî hilda û serbixwetiya xwe ragihand û dawiya dawî, polemîkên xwe yên li dijî Wagnerî, kir du kitêb û Nietzsche contra Wagner ‘Nietzsche li Dijî Wagner 1895’> û weşand. Piştre trajediyek mezin tê serê Nietzsche û mixabin di çil saliya xwe de, ji ber nexweşiya frengiyê bi nexweşiyeke aqlî dikeve. Heta sala 1900an jî, mixabin wekî dînekî bêhêvî dê jiyana xwe bidomanda. Ji ber vê yekê jî, di sala 1890an de, dema ku bû navdarekî navneteweyî mixabin haya wî ji vê yekê çênebû.

Nietzsche

Nietzsche jî mîna Schopenhauer wiha bawer dike ku Xwedê tune û rih jî, ne bêmirin e. Dîsa mîna Schopenhauer wiha difikire ku jiyana me di bin desthilatdariya hêzeka derêaqil de ye, ku mirov dikare vê hêzê mîna îradeyê jî bi nav bike ku di encama vê desthilatdariyê de jiyan dibe mîna êş û hewldaneke bêwate.

Belam, Schopenhauer wiha difikire ku dinyaya me perçeyeke negirîng ya rasteqîniya tevahiyê ye. Lê Nietzsche, vê nêrîna wî qebûl nake û li ber radibe. Lewma jî Nietzsche wiha bawer dikir ku dinyaya me, her tişt e û nabe ku meriv rûyê xwe weke ku çepeliyek be jê ba bide, yan red bike. Beravajiya vê yekê, Nietzsche wiha bawer kiriye ku divê em têra xwe ji dinyayê bitehmijin, baş bijîn û çi tiştên ku bi kêrî me werin, divê em wan baş bikar bînin. Ji xwe meriv dikare bibêje ku pirsgirêka herî sereke ya felsefeya Nietzsche, li dinyayek bêwate û bêxweda de; lêgerîn, dîtin û afirandina derfetên vejîyînek xweş û geş e.

PêdIvî bI nIrxên nû heye

Nietzsche, êrîşî ehlaq û nirxên me yên ku niha li ser kar in dike û bi rexnegirtina wan dest pê dike. Dibêje ku piraniya çavkaniya wan nirx û baweriyan, ew dîn (ol) in ku piraniya mirovan, êdî nema baweriya xwe bi wan tînin. Û çavkaniya wan jî yewnana kevnare û kevneşopiya cihûtî û filehtî ne. Herweha, dibêje ne hêja ne ku mirov wan biparêze jî:

 

Xwe cIbIcîanîn

Nietzsche, gaveke din jî ber bi pêş ve diçe û bi helwesteke tundrew êrîşî nirxan dike û dibêje ku bi tu awayî ew nayên qebûlkirin. Dîsa li gor baweriya wî; tiştê ku mirovan ji ajalan cihê dike û şaristaniyê (kulturê) diafirîne, bi awayekî bênavber bi destê hêzdaran jiholêrakirina yên bêhêz û bi destê aqilmendan jiholêrakirina mirovên gewc e. Ev yek pêvajoyek e û gelek serdeman berdewam kiriye ku bi saya wê me xwe gihandiyê asta niha. Belam piştra, mirovên mîna Sokrates û Îsa derketin, ku qaşo ehlaqperest in û gotin ku divê bi zagonan yên bêhêz (jar) werin parastin, ne şiyan (qudret), lê edalet divê bibe serwerê cîhanê û gotin ku dinya divê ne ji rahişmendan re, lê divê ji tiralan re bimîne.

<Çi dema ku dîn (ol) lepên xwe sist dikin, wê demê jî

huner serê xwe radikin.>

Bi vê helwesta xwe re jî, wê rewşa (pêvajoya) ku bi saya wê mirov raserî ajalan dibûn serobino kirin. Serekên ji xwe ewle, jîr, nûger yên xwezayî bi qeydên ku wan jî dikir ferdekî ji rêzê, hatin girêdan. Wesfên ku aîdê koleya ne (xwe înkarkirin, xizmeta mirovan û hwd.), weke ku erdem bin hatin pêşkêşkirin. Yên herî jîr û zana jî, bi gotina Nietzsche bûn mirovên . Û hemû jî, li ser navê ehlaqê pêk hatin! Ev yek decadenseke (hilweşîneke) gelek xerab e û înkara hemû kartêkerên afirandêrên şaristaniyê ye. Heke em rê li ber wan negrin, hemû tiştên ku ji bo me hêja ne dê ji holê rakin. Lewma jî, ne pêkan e ku em ligel vê ehlaqa koletiyê bin.

Ê baş e, heke em ehlaqa ku heye red bikin, em ê çawa bikaribin hêjahiyên nû yên rasteqîn û ehlaqekê nû biafirînin?

Li ser vê yekê Nietzsche wiha dibêje: ‘Em baş dizanin ku Xwedê tune û ji bilî vê dinyayê, dinyayeke din jî tune. Ji ber vê çendê jî etîk, hêjahî û ehlaq, nabe ku weke nirxên raser (derveyê) cîhanê werin dîtin, yan wiha bin. Loma jî ew nikarin ji dereka din werin, çimku ew aîdê vê dinyayê ne û dinyayeke din jî tune. Dîsa mirov bi dest û hişê xwe, dê wan biafirînin. Çavkaniya wê ehlaqa koletiyê ya ku em li ber sitûyên xwe xwar dikin, ne warek pîroz yan xwedayî ye. Ehlaqa navborî ji layê koleyên berjewendperest, garanê û ebabozan ve li me tê ferzkirin û gelekî eşkere ye ku ew çima vê yekê dixwazin. Heke em carekê din têbigihêjinê ku afiranderên nirxên xwe em bi xwe ne, wê demê em ê baş têbigehêjinê ku di hilbijartina nirxên xwe de, em serbest in. Tiştê ku me ji qraltiya heywanan (ajalan) rizgar kiriye û şaristaniyê aniye holê (di her warê jiyanê de ji layê hêzdaran ve jiholêrakirina bêhêzan), ew nirx in. Her cure serekeyên xwezayê yên wêrek, yên xwediyê hêza xeyalî, agirpare, meraqdar, afirandêr, gernas û mêrxas, divê bi zincîrên ehlaqa koletiyê neyên girêdan û bikaribin bi serbestî xwe pêk bînin û weke xwe tevbigerin.’

bêwate ye. Lewra, tu rasteqinî tune nin. Nesneyeke ku em bikaribin bibêjin bi rastî jî di xwe de heye, tune.>

Nietzsche, ji wê navajoya ku dibe sebebê tevgera wan re dibêje ‘daxwaza hêzê’ û bi vê peyvê mebesta wî siyaset, vegirtin û hemû çalakiyên kulturî ne. Mirovekê ku hêza xwe ya nepen (veşartî) kifş bike, dibe mirovekê raser. Ji ber vê yekê Nietzsche wê peyva xwe ya navdar ya hilberandiye, ku hema hema ketiye hemû zimanên ewropî. Mirovên wekî Napoleon, Luther, Goethe û heta Sokratesê ku kiryarên wî ne bi dilê wî bûn, lê ji ber ku heta mirina xwe jî bi wêrekî ramanên xwe parastibû, layîqê vê wesfandinê dît.

Pejirandina nirxên nû, dê ligel xwe du feydeyên sereke bianiyana. Feydeya yekemîn, dê hêza nepenî ya mirovî xwe bide der û bi vê yekê re, di warê jiyana mirovî de armancên herî mezin pêk werin û şaristanî jî, dê bi lezekî mezin bi pêş bikeve. Eşkere ye ku ev pêşketin, ji bo hemû mirovahiyê sûdewer e. Ya duyemîn jî ew e ku mirovên jîr û jêhatî yên herî behredar, dê bikaribin çêtir jiyana xwe bijîn, xeyalşikestî nebin û bextewar bin. Di vê xalê de divê bê gotin ku Nietzsche bextewariyê ne weke zewqeke muweqet, belam xwepêkanîna mirovî dibîne.

PejIrandInA (erênîkIrIna) jIyanê

Nirxên (hêjahiyên) ku Nietzsche wan diparêze, ew nirx in ku jiyana me erê dikin û digihînin merhaleyeke pozîtîv. Divê ku em tevde têr bibin, têr û tije bijîn, ji jiyanê hezbikin û wê erê bikin. Peyva ku herî zêde bikar aniye e û fermana wî ya yekem jî ye. Ev yek, ji bo hemû zindiyên xwezayê awayê tevgerîna xwezayî (spontonî) ye.

Helbet ev yek dê bibe sebebê pevçûn û nakokiyan, lê çewtiyek di vê yekê de tune. Lew re mirovên çavsor û agirpare, ji pevçûnan hez dikin û jê keyxweş dibin. Ev yek, dibe sebebê aciziyekê û loma jî bêtir bala xwe didine karê xwe. Di encama vê yekê de, helbet dê yên jar (zeîf) di binî de, (li jêrê) bimînin, lê divê ew ji vê yekê keyxweş bibin. Lew re daxwaza jiholêrakirina pevçûn, şer, nakokî û tekoşînê, karekî vala û beredayî ye.

JIyan tIrsnezanî ye

Nietzsche, hemû nirxên me yên din yên mayî, li gor wê prensîpa dihelsigîne. ew tişt e ku bandûreka xwe ya erênî li ser jiyanê heye. bi xwe jî, ne li dijî jiyanê ye, beravajiya wê, alîgirê jiyanê ye.

Li ser vê xalê rexne lê hatine girtin û jê pirsîne, <Ê baş e, wateya vê yekê çi ye? Tu bi xwe jî dibêjî ku jiyan û dinyayeke din tune. Heke rewş ev be, ma çi girîngiya gotinên te dimîne? Jiyanên herî serkeftî û bextewar jî, ma piştî demekê dê ji holê ranebin? Wê demê ji xwe mirovên ku tu behsa wan dikî, dê ew jî bimrin û dê hemû tişt, werin jibîrkirin. Wê demê, ma çi girîngiyeka wan dimîne?>

Nietzsche bi bersiveke dualî bersiva rexneyên ku min li jor behsa wan kir, daye. Çareseriya Nietzsche, pêkanîna jiyaneke ji bo jiyanê bi xwe ye. Jiyaneke bi vî rengî, wate û girîngiya xwe, ji dereka din wernagire û li gor tiştekê din nayê têgihiştin. Ji vê hêlê ve, mirov dikare bibêje ku jiyan dişibe berhemeke hunerî. Ji ber vê sebebê, hatiye gotin ku Nietzsche xwediyê dilêrîneke (têgihiştineke) estetîkî ye.

Hêla bersiva wî ya mayî jî ev e: Hemû tişt bi awayekî ebedî tune nabin, berovajiya wê dê dîsa heta hetayê werin. Herikîna demê, daîrewîtiyeke kozmîk û balûpal nîşan dide; lewma jî bûyerên ku berê qewimîne, dê carekê din rû bidin. Dema ku em jiyana xwe baş bijîn û heqê wê nexwin, dubarekirina demê ya heta hetayê; dê me ji dinyaya dawîndar dahf bide aliyê dinyaya ebedî, ango bêdawî.

Nietzsche ramanên xwe yên dijberê xiristiyaniyê, ji devê wî gotiye. Dîsa Nietzsche ji bo şirovekirina (ravekirina) ramana xwe ya mirina Xwedê û di civakê de bivênevêtiya pevçûnan (nakokiyan), serî li ramanên Zarathusa daye.

Dema ku kitêba Nietzsche ya (1891) weşiyaye, ew hê çil salî bûye. Niha weke yek ji wan şaheserên edebiyata cihanê tê dîtin. Kitêb ji çar cildan pêk tê û di vê berhemê de Nietzsche, xet û wesfên felsefeya xwe aniye zimên. Ji hêla rist, lewn, ehlaq û psîkolojiyê ve berhemeke gelekî wêrek e. Di berhemê de, ramana hatiye vegotin.>

Tirsnezaniya jiyanê, bingeha felsefeya wî ye û ji bo jiyanê jî gotiye Gelek mirov, li dijî bersiva Nietzsche ya ku gotiye derketine, belam ligel vê yekê rêz û hurmetekî mezin dane vê helwesta wî.

Sebebê vê helwesta wî, ku gotiye ev yek e: Heke me dev ji baweriyên dînî yên kevneşopî berdabe, wê demê mafê me tune ku em nirxên wan yên ehlaqî jî biparêzin û ev yek, ji bo me ne rewa (meşrû) ye.

Ali Gurdilî

[email protected]

03.08.2015

Jêder

1- Bavê Ramana Postmodernîzmê: Nietzsche. Yener Orkunoglu / Mamosteyê Zaningeha Darmstadt. Kovara . Hejmar: 50 Sal: 2008. Werger: Ali Gurdilî. http://www.felsefevan.org/bave-ramana-postmodernizme-nietzsche.html

2- Alex Calinias. .

3- Profesor Bryan Magee. .

4- Nietzsche.

5- . weş. Zanist û Hunerê.

6- http://www.felsefevan.org/friedrich-nietzsche-1844-1900.html

7- http://www.felsefevan.org/13717.html

dîtin: 853

Pêveker:

nietzsche; hunermendê fîlozof

Babetên nêzîk