• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nisêbîn bû qada şer

Nisêbîn bû qada şer


barkirin: Rezber 7, 2014, 12:52


Wekî gelik deverên Kurdistanê û bajarên Tirkiyê û Ewrûpa, Nisêbîn jî îro, îşev bû qada şer. Piştevaniya Kobanê û şermezarkirina hovên DAÎŞ bi tund û tujiyê didome.
Ji ber ku gelê Kurd di wê zanebûnê de ye ku xwedanê DAÎŞ komar û hikumeta Tirkiye hêrsa xwe ya dijî serdestiya Tirkî bi her rengî dide der.
Li Nisêbînê jî hêrsa gel berdewame.

Êrîş dijî qonaxa hikumetê hate kirin, Benqa Vakif hate şewitandin, Rêka Midyadê, rêka îpekê hate girtin. Li gorî nûçeyên herêmî pevçûn berdewamin, polêsên Tirk jî nikarin tiştekî bikin.

 

Nushaber

dîtin: 235

Pêveker:

nisêbîn qada şer