• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nivîsa dawî û serpêhatiya nivîsandina di Rûdawê de

Nivîsa dawî û serpêhatiya nivîsandina di Rûdawê de


barkirin: Êlûn 20, 2013, 10:55


Nivîsa dawî û serpêhatiya nivîsandina di Rûdawê de
Li şûna xatirxwestinê
Rûdaw, bê ku xatir bixwazim, qunciknivîsandina min bi fermanekê sekinand

Çapameniya kurdî, bi televîzyon û rojname û alavên din yên ragihandinê rasterast girêdayî rêxistin û partiyên siyasî ne. Her kes vê rastiyê dizane. Gava Rûdawê, destpêkê rojname û vê dawiyê televîzyon, dest bi weşanê kir, gotinên mîna çapemeniya serbixwe û azad, çapemeniya ne bi ser partiyan ve, çapemeniyeke neteweyî û platforma nerînên cuda û fikrên cihê û her wisa, li pey hev peyvên bi vî rengî hatin rêzkirin. Peyvin wisa ku xeyala her nivîskarekî an rojnamegerekî kurd in.

Dilpakên mîna min jî, tev li guman û şubheyan, dikarîbûn heta radeyekê bawer bikin, ku kurd jî êdî gihane wê astê ku bi awayekî profesyonel karê rojnamegeriyê bikin. Ji ber vê bi dilekî xweş ji destpêka derketina rojnameya Rûdawê ku li Almanyayê nîv kurmancî û nîv soranî derdikeve, min şopand û carcaran jî ji wan re nivîsand.

Çîrokê wiha dest pê kir

Sala derbasbûyî, li Pêşangeha Pirtûkan ya Frankfurtê û li ser daxwaza birêz Ako Mihemed, Berpirsiyarê Giştî yê Rûdawê, min dest bi nivîsandina quncikeke heftane kir. Ji dawiya meha dehan ve û heta berî hefteyekê min çil û şeş nivîs, her hefte û bê navber, di rojnameya Rûdawê de nivîsandin. Geh bîranîn, geh wêje û bûyerên çandê û geh jî siyaseta Rojava dibû mijara nivîsên min ên heftane. Li vê derê, ez dixwazim sipasiya xwe ji rojnameger Ako Mihemed re bikim, ku bi însiyatîva wî pencereyeke bayê hênik yê kurdiya şêrîn li ber nivîsên min vekir. Ev gav ji bo min cihê kêfxweşiyê bû. Her tişt bi selametî derbas bû, hetanî ku şerê li Rojava germ bû û êrîşên di nav her du aliyan de PYD û alîgirên wê û PKK li aliyekî û Elpartî û alîgirên wê û PDK û Hikumeta Herêma Kurdistanê li aliyê din. Di vê navberê de giraniya şerê sar bêhtir xwe di her du televîzyonan Ronahî TV û Rûdaw TV de, da der. Li şûna ku Ronahî û Kurdistan TV bên hember hev, Rûdaw û Zagros TV bi vê rolê rabûn û rasterast wekî aliyekî vî şerê sar di nav meselê de cih girtin.

Şerê birakujiyê yê sar

Di Rûdawê de, di beşê kurmancî de kesên ji nav PKK reviyayî û kesên ji PKK û PYD veqetiyayî wekî serê rimmê di vî şerê birakujiyê yê sar de cih digrin û di ber re jî dijminekî aliyê din li kîjan quncikê mirî hebe, ji nişkê ve dibe rewşenbîrekî kurd, şîrovekarekî siyasî û yan li ser ekranên Rûdaw TV, yan jî yên Zagros TV de cih digrin. Aliyê din jî, di alavên ragihandina xwe de, di vî şerê sar de, texsîr nake û mesele ber bi belavkirina belgeyên ajantiyê û propaganda reşkirinê û tiştên wisa ve çû. Jixwe yên ku dişopînin vê rewşê baş dizanin û ne hewceyî dirêjkirinê ye. Balkêş bû ku bersiva Rûdawê jî kopiyek ji bersiva hemû berpirsiyarên televîzyonên kurdî ye, gava pirsa girêdana van televîzyonan bi partiyan ve dibe. Rasterast tê gotin, ku ew dezgeheke serbixwe ne û ne girêdayî ne serokwezîr û ne tu partiyan e.

Li Amûdê, ji axaftinên wiha re serê xwe dihejînin û dibêjin: Te got û me jî yeqîn kir!

Çîrok wiha qediya

Nivîsa min a dawî li ser asta xerab ya rexnekirina me ya siyasî bû. Min her du aliyên ku ji hêlekê ve di rewşeke birakujiyê de ne, birakujiyeke sipî, û ji hêla din ve dixwazin bi hev re kongreya neteweyî çêbikin, rexne kiribû. Min dixwest ji alîgirên her du aliyan re bibêjim; ku aliyê din yê li hember we ne bi temamî reş e û hûn jî ne bi temamî sipî ne û di jiyanê de gelek rengên din hene ku ji bo her du aliyan dikarin hevbeş bin. Bersiv yekser ji aliyekî hat, ew jî (Devê xwe bigir) bû.
Roja înê, ku roja nivîsandin û şandina nivîsa nû ya heftê ye, bi e-mailekê fermana rawestandina nivîsandina min a di Rûdawê de hat, bêyî ku derfeta xatirxwestina ji xwendevanên min bidin min. Wisa rehet û bê vir de wir de; nivîsê ji me re neşîne û qediya.

 

524627_10151839673013718_1243389763_nÇend gotin û çend pirs

Ne Rûdaw, ne jî dezgeheke din ne mecbûr e ku heta hetayê rê bide min yan nivîskarekî din ku ji wan re binîvisîne. Lê dema rojnameyek bi şev û roj behsa pirrengî, pirdengî û nerînên cuda bike, divê bi rastî rê bide nêrînên cuda û rêzê ji wan re bigre. Rêzgirtina nerînên nivîskarekî jî belavkirina nivîsên wî ye, ne ku cezakirin û devgirtina wî ye.
Dema ku nikaribe cih bide nerînên din, çima ji destpêkê ve rê li ber xwediyên wan nêrînan vedikin?. Gava tehemula rexneyan nekin, çima behsa rojnamegeriya serbixwe û profesyonel dikin?
Gava bixwazin nivîskarekî, ku bi awayekî peryodîk bi dehên nivîsan heftane di rojameyê de belavkirine, rawestînin û nema rê bidin nivîsên wî, gelo rêyeke din ji bilî qewitandina bi emailekê, tune ye?
Gelo, wekî hemû nivîskarên quncikan li çaraliyên cîhanê, bi kêmanî, rêlibervekirina nivîseke xatirxwestina ji xwendevanên xwe, ne ji mafê nivîskarekî kurd e jî?
Yan jî divê şêweyê danûstendinên di navbera nivîskar û dezgehên çapemeniya kurdî de, şêweyekî eskerî be, ku bi fermanekê wî rawestîne û bi fermanekê wî bişixulîne?
Yan jî rojnamegeriya pirofesyonel wiha ye û haya me jê tune ye?
Yan jî dibe rojnamegeriya pirofesyonel û serbixwe ew be, ku nivîskarek ji bilî siyasetê li ser her tiştî binîvisîne, lê ku hat û li ser siyasetê nivîsand, yan divê wekî min bifikire yan jî divê di rojnameya min de nenîvisîne?
Balkêş e ku der û dor û kesên di Rûdawê de kar dikin, bi behaneya ku karekî ne profesyonel û dûrî pîvanên rojnamegeriyê dikin, ji her kesî bêhtir êrîşî dezgehên din yên ragihandinê dikin û xwe wekî dezgeheke alternatîf û cuda pêşkêş dikin. Gava binpêkirina mafekî li cem dezgeheke din çêdibe li cem wan dibe manşet, lê gava li cem wan pêktê, wekî ku “teyr li ser serê wan be” xwe bêdeng û nebihîstî dikin. Li vir, çi cudayî di navbera vê dezgehê û her dezgeheke kurdan a din ya bi ser bi partiyan ve heye gelo?. Jixwe ku nebînin mesele zortir e. Ji berê ve bav û kalan behsa dijwariya vê rewşa nedîtinê kirine. Zor e, dema “mirov qirşikê di çavê xelkê de bibîne û derziya di çavê xwe de nebîne.”

Xwedê alîkarê me be.

jêder: Diyarname

dîtin: 234

Pêveker:

nivîsa dawî û serpêhatiya nivîsandina di rûdawê de