• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Enqerê

Enqerê


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Rezber 11, 2015, 1:26


Îro jî rojek reş e dîsa ji girseyên demokrat re, pê re jî ji kurdan re. Ji ber ku raste rast kurdan eleqeder dike û kurd di navenda aştiyê û di navenda şer de ne. Serkêşê aştiyê jî kurd in û yê berxwedanê û têkoşîna azadiyê jî kurd in, ji ber ku pirsgirêka kurd pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê û ya Rojhilata Navîn e. Metirsiya qetlîyamên mezin ji mêj de li ber derî bû. Lê bi milyonan mirovan dixwestin ev pirsgirêk bi aştiyê çareser bibe.

Ji rojên berî hilbijartina 7 pûşperê vir de ye, aştîxwaz û kurd li ser êgir in û destê wan li ser dilê wan e her tim. Min îro jî êşek ji wan êşên Kobanê û pirsûsê, Amedê û roboskiyê kişand hinavê xwe. Bi saetan li ber tv yê mam û ji bo meşa protestoyê çûm Taksîmê. Bawer bikin heta niha li wir beşdarî gellek meşan bûbûm û min şahidî li gelek protestoyên wê derê kiribû, lê belê qelebalixek bi vî rengî min nedîtibû. Nêzî sed kes li Enqereyê hatibûn qetilkirin û mirovan bê tirs dîsa heman slogan û bi heman şêwazê diqîriyan. Tenê wecê mirovan tahl û bi nefret, ken û peyv pir kêm bû. Sloganek ku bal dikişand jî cara ewil min dibihîst; “Bijî wekheviya gelan” (Yaşasın halkların eşitliği.) Dirûşmeyên aştiyê kêm bûn ez bibêjim, yên wekî “tolhildan”, “qatil dê hesab bide”, “Kurdistan ji faşîzmê re dê bibe goristan” û “şehît namirin” ev drûşmeya şehidan tim bi kurdî dihat gotin, lê yên din bi gelek ji wan bi tirkî dihat gotin.

Kurd azadiyê jî dixwazin û niha ji bo wê azadiyê li welatê xwe di nava şerên giran de ne. Kurdên aştiyê dixwazin jî heman kes in û dixwazin mafên xwe bi rêya aştiyê bi dest bixin. Azadixwaz şer jî dikin,azadîxwaz aştiyê jî dixwazin û li herdu qadan jî dimirin mixabin. Ji bo me ji bo mirovan dimirin, canê xwe feda dikin. Ji bo azadiyê li serê çiyan, ji bo aştiyê li qadan dimirin. Têkoşîna kurdan ji her alî bilind bûye, bi lez diçe encamê. Hê jî gelê kurd dixwaze bi rêya aştiyê, bê qetlîam azadî were û têdikoşe, xebatê dike.

Di vê têkoşîna aştiyê de piştgirî ji hinek girseyên gelên Anadoliyê tê. Bi sedan hezaran û deh hezaran mirovên gelên Enedolê îro di bin sîwana HDP ê de piştgiriyê didin Kurdan û azadiya xwe bi azadî û xelasiya kurdan dibînin. Her ku ez li Stenbolê diçim mitîngekê di rûyê wan de wateya piştgiriyê dibînim. Doh jî min dît û bi deh hezaran kesî bi hev re bi kurdî digotin “şehît namirin”. Qet ev dirûşme bi tirkî nehat avêtin. Ji ber ku bi tirki bê gotin, diçe kêleka peyva qatilan û faşîstan. Dema ku biratî bê bahskirin jî divê ev kes bên bîra mirov, ne ewên ku me dikujin an ewên ku qetlîaman bi rê ve dibin. Ewên ku doh li mitîngê bûn, ewên ku li pirsûsê mirin, ewên ku li Enqereyê mirin, ewên ku li Kobanê mirin mirov ji wan re ancax ‘bira’ bibêje, ‘hogir’ bibêje ku rûmeta têkoşîna wan a ji bo me bêrûmet nebe. Bi gelekên ji gelên Enedolê re di konferans, panel û mitîngan de rû bi rû mame. Bi gelekên wan re rûniştime û çay û qahwe vexwariyê û bi kêf û henek û ew ne kurd bûn û ji gelên Enedolê bûn û bi kurdan re li Enqereyê mirin û bûn nemir. Ji her pişeyê, karmend û karker bûn, mamoste bûn, hunermend bûn, ji bo aramî, mafê mirovan û dadî hatin li Enqereyê mirin û bûn nemir. Jin bûn, mêr bûn, xort bûn, qîz bûn ji bo pêşeroj û aramiya jiyana xwe û ji bo demokrasiyê, wekheviyê hatibûn Enqereyê û mirin û bûn nemir.

Ew ji bo azadiya me û xwe mirin. Di birêveçûna bi milyonan kurd de, ew jî wekî bi deh hezaran, dixwestin bi wan re bimeşin. Ji Êlihê, Ji Sêrtê, ji Amedê, Mêrdînê hatin û ji bo aştiyê bi yê Konyayî, bi yê Amasyayî re mirin li Enqereyê. Taybetiya wan ji her derê Enedolê hatibûn. Îro jî dilê min wekî gelek caran li ser her mirovê aştîxwaz êşiya.

Ne hewceye mirov dirêj bike, ji xwe niha mirov ji kerba dil nikare pir tiştan jî bibêje, mirov nizane bibêje jî, mejiyê mirov jî kilît dibe, zimanê mirov jî nagere ku tiştên bi aramiya dil bibêje. Diyar e ku ji bo çi û kî dikin van qetlîaman. Ne hewceye mirov nifiran jî li wan bike. Tenê mirov ji bîr neke û ji bo xwestekên di dilê wan de bi wan re çû tiştekî bike, têkoşînê bike. Têkoşîna aştiyane, ji bo mirov nemirin û azadiyê bibînin. Bijî wekheviya gelan.

dîtin: 307

Pêveker:

enqerê