• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nivîskar Elî Eşref Derwêşiyan wefat kir 

Nivîskar Elî Eşref Derwêşiyan wefat kir 


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Rezber 26, 2017, 6:12


 

Nivîskarê navdarê kurd Elî Eşref Derwêşiyan îro 26.10.2017'ê di temenê 76 saliyê de bi sedema nexweşiyê wefat kir. 
Navbirî di qada edebiyat, lêkolîn û komkirina çîrokên gelêrî ya Îran û kurdî de yek ji navên naskirî bû û bi dehan berhemên wî di wan waran de hene. 
Derwêşiyan di sala 1941'ê de di malbateke kirêkar de li taxa Abşûran a bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bibû. Piştî qedandina xwendinê li gundên derdora Kirmanşan û Gilan a Rojava mamostetî kir. Di sala 1966'ê de li zanîngeha Tehranê dest bi xwendina edebiyata farsî kir. 
Ji endamên Civata Nivîskarên Iranê bû û di serdema şah û piştî vê jî ji ber nivîsên xwe gelek caran hatibe binçav û nivîsandin jê re hate qedexe kirin. 
Mijara çîrok, berhem û nivîsên Derwêşiyan jiyana çînên bindest yên civaka Kurdistan û Îranê ye, herwiha beşek jî berhemên wî jî beşek ji jiyana civakî ya wî radixe berçavan.

dîtin: 94

Pêveker:

eli eşref derwêşiyan