• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nivîskar, Têkiliya nivîskar û weşanxaneyan Beş 2

Nivîskar, Têkiliya nivîskar û weşanxaneyan Beş 2


barkirin: Pûşper 28, 2013, 9:36


Beş 2:
Beriya ku ez xwe li berîbedena pirsên di dawî nivîsa ewil de hatibûn mîsogerkirin ku yekser derbarî awayê kargerî û têkiliya nivîskar û weşanxaneyan de bûn bişidînim, wan bi formateke di zikûpiştên hev de raber bikim, min divê bêjim ku, erê, bêguman ne kirineke aqilan e ye ku meriv derfet û atmosferên edebî yên welatekî(Almanya) salê zêdeyî deh hezar berhemên edebî lê çapdibin ku hin jê bi milyonan difiroşin û yên perceyek ji welatekî kolon ku herî zêde salê sed berhemên edebî lê tên çapkirin û ya herî zêde bê firotin di navbera hezar duhezarî de ye, bide ber hev, ango di astekî de bibîne, binirxîne.
Di ser de, dema di civakekê de rêjeya xwendinê(mabest jê xwendina pirtûkan, û xwe hînkirina atmosferên lîteratûrî ye) di binê ji sedî dehan de be, rêjeya bazirganî û bilîbûna bi aktivîteyên rojan e yên rûtin di ser ji sedî nodî de be, qet ne dirist e em li bendê bin ku di wê civakê de ruhekî wêjehez hebe. Û bi ser de jî ew civak dewraneke dûrûdirêj piştî miletên serbixwe tevlî karwana bajarvaniyê bûbe û(lewra refleksên edebî û beravêtina wê, hinek jî bi bajarvaniyê ve girêdayî pêktên, ji ber ku bajarvanî pirengîniye, pirengînî balkêşer e, balkêşerî destpêka gurbûna hestên naskirin û hizirînê ye. Nexwe hizirîn bi xwe re li riyên vegotinê digere-ji ber ku hizirîn avisker e, encam vegotine, vegotin jî di vê serdemê de ji rêbaza devkî zêdetir bi nivîskî tê tomarkirin-çunkî perspektîf û formata demê ji kirineke wiha re zêde destdayî ye), bi nivîsandin û atmosferên kulturî hesiya be, her wiha, serê sed salan her bi derûniya şer dizayn bûbe û her û her bi hiş û ruhê xwe ve ji aliyê hikmê kolonyalîstan ve hatibe pasivîzekirin, gelek normal e ku ji wê civakê kêm kes derkevin ku bikarin kirdayetiyê li hunerê, edebiyatê û heqparastinê bikin. Ya mihimtir jî, bi hesabûna ruhî ya ji dewlemendiya manewî û aborî pêktê, bi dad bin û bi hişmendiyeke gerdûnî tevgerin da ku asoyên rengîn û rêkevtinên xwe ber bi ezîmanan ve digijgijînin, li ser hesabê edebiyata wê civakê mîsoger bibin.. Ev hêlekî ye û bi ya min piraniya pirskirêkên neyînî yên di gerdûna edebiyata kurdî de hene, ji vê bêoxiriya bêyom pêktên..
*
Wekî di pêdeçûna jor de min anî ziman, derfet û potansiyela edebiyata kurdî( ji derveyî potansiyela afirandinê) wek; Bazar, aborî, firotin û pirojeyên fînansî, manewî û xweyîker ku xwe li ser pêmayan ava bikin, qet û qet ne di asta derfetên edebiyata miletên serdest de nin. Heke em ji vir li bejna weşanxaneyên kurd binêrin, neke em dikarin ji hin gazinên wan re ku; pirtûkên kurdî nayên firotin, ji vê ye ku pirskirêka me ya fînansê heye re, serê xwe bi wateya „erê“ de bihejinîn û ne bi awayekî fehiş e, erê bi awayekî normal ji bo wan bi yarmetiya direvî jî rabin. Lê mesela piraniya nivîskarên kurd ne dayîn û girtin e. Yanî ew ne li bendê ne ku ji pirtukên xwe pere qezenc bikin. Kêm zêde haya wan jî ji mijara ji başneçûn û nefirotina berhemên kurdî heye. Dilêşî û kula janenîr ya nivîskaran ew e ku piraniya weşanxaneyên bakur, wan jî bi xwe re berjêr dikin. Ji ber ku li bakur, weşangerî êdî wek bazirganiyê hatî dizany û fêmkirin. Piratîk û miameleyên wan formateke wisa erzan ravî dide. Belam rast e ku weşangerî ji aliyek ve deriyê qezencê ye-ziktêrkirinê ye û jixwe ev ji bo nivîskaran ne cihê aciziyê ye. Tişta acizker ew e ku li bakur bes ev hêla debarî di rojeva wan de ye. Ji ber ku hêla din ya ku em wê wek; “Belavkirina zanyarî û pêlên edebî, tevgerînên etîkî û hinekî rêz“ bi nav dikin, nayê hesibandin, hêla qezencê bi bêquralî derdikeve pêş û ev jî têr dike ku weşanger bi hêrsa zêdetir qezenckirinê nivîsaran ji bo xwe bikin deriyê pereyan-hemû lêçûnên berheman ji bêrika wan derxînin.
*
Baş e, weşanxaneyên bakur çiqas perê ji nivîskaran dixwazin?.
Bi nav û reqem axaftin ne kirineke xweş e, lê hin weşanxane hene ku bo çapkirina berhemên normal, ji nivîskaran bi qasî du mehaniyên mamosteyek li tirkiyê mamostetî dike, dixwazin. Hin jê nîvê mesrefê, hin jê jî bi navnakin, ji nivîskar re dihêlin. Beramberî vê xwestin û girtinê, kêm zêde bi qasî ez dizanim, soza dayîna sed pirtukê didin nivîskaran. Lê ew jî bi piranî heta sîh çil pirtukê tê pêkanîn, jê pê ve, ew soz tê ji bîrkirin. Pêdiviya nivîskaran bi pirtukan hebin, bixwazin, bersiv her û her „Erê, em ê hema di nav hefteyekê de bişînin“ e. Lê piratîk tune ye, yanî pirtuk nayên şandin. Tê qisedan ku hin weşanxane bi tevî ku nivîskar perê postê ji wan re dişînin jî, ew pirtukên pêdîvî pê hene ji nivîskaran re naşînin û ew perê ku bo heqê postê hatî şandinê, ji kîsê nivîskarên bêper û bêpol diçe. Û tê zanîn ku xwediyê hin weşanxaneyan piştî derçûna berhema nivîskar, bersiv nadin name û telefonên wî/ê. Bi ser de, bi gor hin îdeayan, hin weşanxaneyên hemû lêçûnên berheman ji bêrika nivîskaran derdixin, piştî salek du sal ji ser derçûna wan berheman re, radibin wan wek kaxid bi kîloyan difroşin kesên stendin û firotina kaxidan dikin.. Û dîsa tê zanîn ku hin weşanxane bi pêşniyarên sosret ve derdikevin pêşberê nivîskaran ku jê ya herî dilsoj ev e; Ji me re sêsed çarsed pirtûkê bifroşin an jî bidin firortin, em berhema we çapbikin. Bes ji ber vê nêzîkatiya çerçiyan e, hin nivîskarên pir rewnaq û pênûstxurt, bi salan mêlheziya pênûsê nekirin e. Encama van miameleyan, jêkirina serê helbest, roman û çîroka kurdî ye. Ji ber ku dema nivîskar hate bêrumetkirin, pênûs nabe Şahbanuya Şahbanuyan, Mîrê kirdarê Mîran.
*
Gelo heqê telîfê heye?
Bi qasî ez dizanim, tune ye. Û bi qasî haya min jê heye, çi weşanxane nîn e ku bi nivîskaran re peyman çêke, mafên wan di wê peynamê de mîsoger bike. Dev ji peymana fermî berdin, peymanek devkî û etîkî jî nîn e. Heke hebe jî, bêhikm e.
Ev wêneyê min li jor mîsoger kir, bi sê awayan tesîra xwe li ser derûniya nivîskaran dihêle û nivîskaran bi sê beşan ji hev cihê dike. Birek ji nivîskaran, bi heyecana ku berhemên wan di zûdemekê de çapbibin da ku bigihîjin peravê hênik yên wê kêfa manewî ya piştî derçûna berheman dibe para wan, daxwazên weşanxaneyan erê dikin, pereyên hatî xwestin, bi sed zehmetiyan berhev dikin, didin.
Beşa duyem, ne ji dil nêzîkê daxwaza pereyan ya weşanxaneyan dibin. Lê bi hesta alîkirinê rêdikevin da ku berhemên xwe ji destên xwe derînin, radibin bi awayê peydakirina sponsor û finanskeran zemîna aborî ji derçûna berhemên xwe re ava dikin.
Birek jê jî, nêzîkatî û daxwazên weşanxaneyan, bo xwe û keda xwe wek heqaret dibînin, boxçika xwe didin hev, vedikişin bêdengiyê. Yanî berhemên ku bi salan ked danê, li cem xwe vedişêrin bi hêviya zemînên rêzbar pêkbihên. Yên berhemên xwe di barkêşên nivîsgehên xwe de diparêzin, bi hejmar ne zêde bin jî, lê dîsa jî gelek in û nexwendina berhemên wan ji bo potansiyela xwendevanên wêjeya kurdî, kêmasiyeke pir mezin e…
Axirî ev hersê beş jî li hemberî sekin û daxwazên weşanxaneyan xwedî helwestên ji hev cihê bin jî, di esasê xwe de li ser riyekî digihîjin hev ku ew jî ev e: Bêdilî.
*
Nivîskar, di derbarî çawaçûyîn û firotina berhemên wan de tên serwext kirin?
Ez wek „na“ dizanim. Heke hebe rewşekî berevajî, bila raya kurd û xwendevanên wêjeya kurdî agahdar bikin.

*
Sansûr û midaheleya naveroka berhemê..
Hindek ji xwediyên weşanxaneyan, bi egera hasesiyetên civakî û siyasî midaheleyê naveroka metnê dikin û ji nivîskaran re bes riya erêkirina kirina xwe an jî çûyînê dihêlin. Heke nivîskar metna ku bi awayê wan midahele, sansur û dizaynkirî, erê bike, ew berhem tê weşandin-lê ew berhem her û her li ser dilê nivîskar wekî keçikekê hatibe sunetkirin cihê xwe distîne. Na, heke nivîskar kirina wan erê neke, divê boxçika xwe piştî bike, ji wê meydanê xatir bixwaze û ber bi tenêbûneke xalî ve biçe.
*
Sedemên vê deruniya midahelekar çi ne?
Bi raya min, ji bo meriv vê halê meqesker rind fêm bike, divê meriv awayê mezinkirina malbat û pergalê civakî ya ji mêrên kurd, hesta desthilatxwaz ya ji nêrtiyê ( Mê- yanî jinên ku vî karî dikin, ji mêran pir nermtir û bi rêztirin-ne midehalekarin) pêktêhê, binase, ji bîrneke. Ne ev tenê, jê wêdatir, erê xwe xilasnekirina ji pençên derebegî û mayîna di bin tesîra siyasetê de ligel dîtîna dilteng ku piştî jinan wek namûs dîtina ziman e û bi ser de jî kêm zêde xwediyê her weşanxaneyekê ji kulturekê, ji saziyek-rêxistineke siyasî hevîrtişa xwe stendiye û ew bi binesazî û bi binyada xwe ve, bi gor hişmendiya wê kulturê û wê rêxistinê û wê eşîrê dizayn bûye, lewma jî pirê caran bixwaze ne xweza jî xwe mecbûr hîs dike ku gavên xwe bi gor zagonên rêxistin û kultura jê hatî û beşek jî civakê biavêje. Bêyî bihizire ku kurd milletekî cihêrênge û êdî perceyek ji gerduna bi ron e, her wiha beyî bihizire û erê bike ku siyaset û wêje du karekterên ji hev cihê ne. Rêkevtinên siyasî yên civakên kolon, bi dilekî bi sînor in-desthilatxwazin-di ferhenka wan de tîpên rengîniya jiyan û evînê kêm in-bi an gor felsefa bêvînkirina tekakesî û berzkirina vîna kolektîf dizayn dibin-lewra jî akresî bin, dihêrin û carnan bo alana hikmê xwe zêde û firehtir bikin, refleksên diktatoryel ravî didin. Lê wêje, bi dilekî nerm e, ber û hembêza wê ji hemû aktivîteyên jiyanê re vekiriye, ji aliyê hesta hikimkirina giyaniyan ve hatiye xesandin, humanîst, parveker, ravîker e û ew carnan bi dirûvê „fehişeyekê“ ye û carnan „Aksiyon“ û „carnan“ Serhildêr“ û carnan „Romantîk“ û carnan „Sexsuel“ û „Carnan azadîwaz“ û carnan „Bi dek û dolab“ û canan jî bi adanî û dirûvê„Dîrokê“ ve keremê ser sifra wêjehezan dike.. Ango wêje neynik e, nivîskar berê wê dide gurrahiya jînde, xwendevan çalakiyên jindeyan di wê neynikê de dibînin. Baş e, giyanî çi dikin? Giyanî digirîn, hezdikin, êş dikişînin, seks dikin, bar dikin, dimirin, pevdiçin, hev dixwin û û… Rastyonelî bi cihdana ev hemû çalakiyên navhatî yên giyaniyan ve pêktê û ew bi feraseteke wiha re, dirûveke raser û gerdunî û lîberal distine. Û ev awa, bi xwe re wêjeyeke azad diafîrine, wêjeyeke azad civakan nexasim yên kolon serûbin nekin jî, di hişê wan de teqînan pêktîne û ev çalakî qet û qet bi kêrî bizavên siyasî û mihefezekar ên derveyî û navxweyî ku dixwazin hemû enerjiya mirovan bo pêkanîna armancên xwe bikarbînin nayê û ew vê awa û pêdeçûna rêveker, giyantêrker, hişxweyîker, bo xwe û dahatuya pergal û îdeolojiyên xwe wek noqteyên xeternak dibînin. Lê ji aliyek ve jî, ev pêdeçûna wêjeyî, ji bo wan jî zemînên têrandinê bi xwe re diafirîne…
*
Lîstina bi ziman û guhertina zimanê berhemê, li cem kurdan û weşanxaneyên kurdan yek ji kirinên herî aktul e.
Redektekar ku le cem kurdan pirê caran xwediyên weşanxaneyan bi xwe ne, gişt nebin jî, pirên wan devoka xwe bingeh digirin, nêzîkê zimanê metnê dibin. Heke nivîskar Colemêrgî be, redektekar Serhedî be, redektekar guh nade hesasiyet û hişyariyên nivîskar yên ji bo ne midehalekirina zimanê metnê, bi çavsoriyeke beravêtî û bi adaniya xwedayê hemû keînatê ve wekî paleyekî bêdûzen tirpanê li şax û pel û guliyên metnê radikişîne, wê di nav xwînê de dihele. Dema berhem bi awayê midahelekirina wî ve bê çapkirin, xwendavanên hêgin, di metnê de rastî du rengan û du zimanan tên û ev pirê caran aheng û herîkîna metnê li ber dilê xwendevanan li wêneyekî erjeng vediguheze. Nexasim gelek romanên kurdî yên di van salan dawîn de derçûne, ji ber xezeba redektekaran, bi du zimanî ne. Yek zimanê nivîskar, yê din zimanê redektekar e..
Na, heke redektekar ji deverekî din, nivîskar ji Serhedê be, heman kirin tê pêkanîn, wek nimûne; „Wekî“ li „Weke“ û „Dewsa“ li „Dêvla“ û „Berev“ li „Ber bi“ û „Mêlhezî“ li „Xeyal“ û „Cestbedew“ li „Cestcom“ û „Bilî“ li „Mijûl“ û „Serhevde“ li „Biserhevde“ tê veguheztin û bi dehan gotinên resen kurmancî ku li devera ew jê hatî nayên bikaranîn lê li devara nivîskar jê hatî tên bikaranîn, bi kirina redektekar ve tên xesandin. Ev kirin ligel nexweşikbûnê, têr dike ku gotinên ji devokên cihê cihê yên welêt di berhemên kurdî de cih nestînin. Halbûkî kurmancî, bi bikaranîna hemû devokan ve dikare bibe zimanekî rûniştiyê bi sed deng û awaz…
Gotinên dawî:
Ji kedê re hinekî rêz.
Nivîskaran bi kirinên bêast ve bêrumet nekin.
Em ji aliyekî ve neçarin bi hev re bimeşin.
Em ne mecbûrin ji hev hez bikin, lê rêzgirtina li ked, westan, reng û awayê nivîsandinê, yek ji pîvanên pêşdehatiyan e.
Pirskirêkên me zêde ne, bo hesayîkirina wan hewce ye her kes ji aliyê xwe ve fedekarî bike.
Yên ku bi çavên siyasetê li edebiyata kurdî dinêrin, divê bizanin ku rêbaza herî baş ya ji bo danasîna ruh, tor e, sosyolojî, felsefe û rengîniya miletekî wekî miletê kurd, bi gurbûn û xwegihaştina bi milyonan ya bi rêka edebiyatê ve pêkan e.
Kurd li dinyayê belav bune. Di kurdan de, nifşekî sosyal û ji „yên“ xwehez pêkhatiye, divê em bi rêz bin ku zarokên kurd ligel berhemên bi naveroka şer û stuxwarî û bênasnameyiyê ne, mijarên serbest û raser ên dikevin çerçeva jiyanê jî bigirin dest û binivîsînin…

Mîr Qasimlo/Almanya

dîtin: 170

Pêveker:

nivîskar têkiliya nivîskar û weşanxaneyan beş 2