• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nobedarên azadiyê

Nobedarên azadiyê


barkirin: Befranbar 18, 2015, 11:19


Ji destpêka dîroka mirovahiyê heta roja îro herdem mirovên serhişkê jiyanek azad derketinin, herdem tolhildêrê pêlek bayê bi rûmet derketinin. Van kesan parastina rûmeta mirovan û civakê ji xwere kiriye kar û bar.

 

Mîna gelek mirovan çavê xwe ji ber rojê ne giritinin,

wan dilên xwe ji tîrêjên rojê re vekirinin,

xwe wek mertalên parastina hebûna mirovatiyê dîtinin herdem.

 

Van kesan berê xwe danin çiyayên ku di dilê xwe de agir û roj neqişandiye,

berê xwe danin warê pîrozahiya rojê, warê ku roj lê hiltê û roja diçe ava.

Sînga xwe kirinin mertalên ku hêviyên bi milyonan di xwe de vedişêre,

xwe kirinin şûrên ku azadiyê diparêze. Û her kesek ji me jî zane, bê nobedariya azadiyê çiqas bê hempa ye cîhan, çiqas bê emane jiyan.

 

Ev gotinên min ji kesên ku ji nava hemû xemsariya civakê derketinin,

ji nava qirêjiya ku mirov bi destê xwe ava dike derketine,

li hemberî zextan serê xwe bera ber xwe nedanin,

û berê xwe danin çiyayên ku Binevş bê xem û Berfîn bê tirs mezin dibin.

 

Berê xwe danin çiyayên ku li ser germahiya dilê xwe lat û zinaran radike govendê.

Berê xwe danin warên ku hest xwe li ber germahiya rojê dişo û dil xwe bi hêrsa azadiya dadigre.

 

Ev risteyên ku ji dilê min mîna Zap û Avaşîn diherikin, ji bo hêja mirovan re nin, ku li serê çiyan ji bo rûmet û azadiya gelekî şer bi, bê-wicdaniya dîrokê re, dikin.

 

Nobedarên Azadiyê dizanin ku dema tu dilê xwe ji agir re veke, ewê agir te neşewitîne, ewê te xurt bike,

dizanin û dikarin Avaşîn û Zap di dilê xwe de derbas bikin û berbi okyanûsan ve bişîne.

 

Û dûvre gulleyên ku ji çekên wan derdikevin berbi rojên azad ve difiririn û diçin. Ev gulle ewê bibe tîr û rimên ku ewê azadiya gelekî bîne.

 

dîtin: 266

Pêveker:

nobedarên azadiyê