• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Nûçe - Pel 11

Nûçeyên cîhanê, yên Kurdistanê

Befranbar 3, 2016, 9:24

Li Tirkiyê baran li Kurdistanê roket dibarine mala

Bêdadiya şer li erda kurdan hîna jî bi dijwarî berdewame.Li bajarên tirkiyê herkes di nava aramiyê de sala nû pêşwaz dike. Lê belê li Bajarên Kurdistanê mirin bi xwîna sor pêşwaziya sala nû dike. Li erda tirkiyê barana zivistanê bi ser xaniyan de dibare lê li Sûr a Amedê roketên artêşa dagirker bi s.. berdewam...
Befranbar 2, 2016, 10:26

Dijûnkerê AKP li hecê di serde mir

Partiya kujer ku dewleta tirk vê demê wekî ezrailê zarokên kurd li ser desthilatê biceh kiriye, ji aliyekî ve komkujiyan pêk tîne ji aliyê dîtir ve bi navê ola Islamê mirovan dixapîne. Him derfetên dewletê bêsinor bo xwe bikar tînin him dixwazin Kurdên bawermend bixapînin da Kurdan bera hev bidin.Qe.. berdewam...
Befranbar 2, 2016, 9:09

Elmanya hejmara penaberan bi awayekî fermî ragihand

Saziya koçber û penaberiyê (BAMF) hejmara fermî ya penaberên li Elmanya aşkere kir.Li gorî zanyariyên 30 ê meha 12 a 2015 ê li Elmanya 1 milyon, 87 hezar û 487 kesin. Li gorî zanyariyan 250 hezar kes jî ne tomarkirî li elmanya dimîne. Hate ragihandin, eyaleta herî pir penaber wergirtî bi 231 hezarî .. berdewam...
Sermawêz 13, 2015, 7:01

Dewleta Tirk Mamosteyên xwe ji Kurdistanê vedikşîne

Dewleta Tirk Mamosteyên xwe ji Kurdistanê vedikşîne û hêzên leşkerî dadigre. Îro ji aliyê wezareta Perwerdeyiya Netewî ya tirkiyê ve bo hemî Mamosteyên Cizîr û Slopî bi rêka telefonên desta peyam hate şiyandin.Di peyamê de weha hate gotin.“Tevayî Mamosteyên me ji 14.12.2015 pêve bo seminerên navxwey.. berdewam...
Sermawêz 12, 2015, 10:45

Li Wanê terembêl lihev ketin 11 kes mirin

Li Wanê  ser rêya Wan-Erdişê qemyonek û terembêleke rêvî ya li hev ketin li gorî zanyariyên destpêkê 11 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.Hate diyarkirin ku di navgîna rêvinga de xwendevan û mamoate hebûn yên dixwestin ji bo azmunê biçin bajêr. berdewam...
Sermawêz 12, 2015, 9:55

Li Amedê komkujiya çandî û jiyana civakî

Li Sûr a Amedê beriya kuştina lehengê Kurd Tahir Elçî û bi taybet piştî şehidkirina wî Êrîşên artêşa dagirker bi tundî û dijwarî berdewam kirin.Qaşo qedexeya derketina kolanan li Sûr ê hate rakirin ew jî da ku Kurdên deverê karibin zû cih û warên xwe berdin û deverê vala bikin. Piştî weran û zilma d.. berdewam...
Sermawêz 12, 2015, 9:09

Di roja mafê mirovan de mirov hatin qetilkirin | Egîd Çolî

Di cîhana kû em lê jiyandikin de, zordarî, sitemkarî, şer û kuştin qet bi dawî nebûye û tim bûye para çîna kedkar û koledar. Sitemkar û serdestan ji bo bêdengkirin û bişavtina van amûra zorê bikar anîne. Li beramberê van jî karker û çîna bindest yan bi têkoşîn û berxwedanekî bê hemta serî rakirine, .. berdewam...
Sermawêz 10, 2015, 2:30

Serokê Herêma Kurdistanê li Tirkiyê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dihunê çû Tirkiyê.Di serdana xwe ya tirkiyê de serok Barzanî bi hevdîtina li gel rayedarên istixbarata Tirkiye MIT ê dest bi peywendiyan kir. Piştî hingî li gel rayedarên payebilind yên tirkiyê civiya. Tête diyarkirin ku Serokê Herêma Kursistanê bi taybet bo ça.. berdewam...
Sermawêz 8, 2015, 4:32

Li Geverê dagirkeran Kurdek kuştin

Li Geverê şevêdî qedexeya derketina kolanan ji aliye dewleta tirk ve hate ragihandin.Bi vê biryarê  ve Mala gel bi amûratên xirabkirinê ve hate xirabkirin.Bi dehan terembêlên leşkerî tijî leşkerên dewleta tirk bo derdorê bajêr hatine veguhestin. Di gulebarana kujeran de Kurdek bi navê Ersîn Aydin ha.. berdewam...
Sermawêz 8, 2015, 4:21

Nisêbîn tê tunekirin…

Di vê meha dawî de nêzîkî 15 kesan hatine kuştin. Bi hezaran kes ji Nisêbînê reviyane, mal, war û şûna xwe berdane. Nisêbîn her diçe xirab dibe, vala dibe û wêran dibe. Piştî biryara beriya çend rojan ya dewleta tirk ya qedexeya derketina kolanan 5 kes hatine kuştin. Herî dawî zarokê Kurd bi navê Ha.. berdewam...
Sermawêz 6, 2015, 9:40

Cangoriyê Heqîqetê

Ji ber terora, serokê DEP’ê Vedat Aydin di sal a 1993´yan de û kuştina sê keçên kurd ( Sakîne Cansiz û du hevalên wê ) ev cara sisêyane bû ku bajarê Amedê şahidî ji hêza gelê kurd re dikir. Dîsa Amedê nasnameya xwe da xuyakirinTahîr Elçî jî ket nav dilê axa Kurdistanê. Beriya wî di tebaxa sala 2000’.. berdewam...
Sermawêz 5, 2015, 11:00

Li Elmanya wêneyê salê hate hilbijartin

Dihunê li hemî rawestgehên trêna li Bajarên Elmanya wêneyekî balkêş di şaşeyande hate pêşandan. Wêneyê şervanekî YPG bi ala YPG ve hate pêşandan.Li jêr wêne weha hatibû nivîsandin.“Rizgarkirina bajarê Kobanî ji aliyê Yekîneyên Kurdan ve”Li ser wêne jî hate nivisîn “Wêneyê salê yê 2015 ê”.. berdewam...
Sermawêz 4, 2015, 9:37

Kurdistanê Tirkî parest

Nakokî û pevçûnên siyasî û aborî yên Rûsya û tirkiyê her diçe pir û mezin dibin. Heri dawî Rûsya belge û dîmenên bazirganiya petrolê yên navbeyna Tirkiyê û çeteyên Daîşê ji bo raya cîhanê aşkere kirin. Li himber vê pêngaveke tirkî bi taybet jî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayib Erdogan kete nava xwepar.. berdewam...
Sermawêz 2, 2015, 10:29

Kuştin berdewamin

Jineke Kurd îro li amedê ji aliyê kujerên dewleta dagirker ya Tirkiyê ve hate şehidkirin. Heman wekî kuştina şehid Tahir elçi ev jina Kurd jî bi fêl û fen hate kuştin û piştî kuştinê dermançe danîn cem. Hovên dewletê piştî kuştinê wêneyê termê jina kurd girtin da ku pê “serkeftina” xwe di torbendên .. berdewam...
Sermawêz 2, 2015, 10:20

Çeteyên Tirk li Serokê PAK ê xistin

Çeteyên dewleta dagirker yên tirk iro dema xwestina derbasbûna şandeya Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) ê  de tundî bikar anîn û li Serokê PAK ê Mustafa Özçelik û hevrêyên wî xistin. Her çend Mustafa Özçelik bi xwe ji Dêrikê jî be nehiştin ku şandeya PAK ê têkevin Dêrikê... berdewam...
Sermawêz 2, 2015, 9:41

Lavrov ; Bila Kurd sînorê Tirkî biparêzin

Wezîrê karê derve yê Rûsya Sergey lavrov beriya bi demhijmêrekê li belgirada Sirbistanê daxuyaniyek da Rojnamevana. Ji bo biyano û xwestekên Tirkiyê yên parestina sînorê Tirkiyê Lavrov peşniyareka balkêş ji hêzên hevpeyman yên şerê Sûriyê re kir û got; “Hêzên Kurd dikarin him sînorê Iraqê him yê Sûr.. berdewam...
Sermawêz 1, 2015, 12:16

Cebhet El-Nusra êrişî taxa Şêx Meqsûd kir

Egîd Çolî – Roja (29’ê Mijdarê) teroristên Cebhet El-Nusra êrîşî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Heleb’ê kirin, di encamê de 40 kesên sivîl birîndar bûn.Êriş bi top û hawnan hatiye kirin û di encamê de kuştî û 40 kesên sivîl birîndar bûn. Hejmara kuştiyan carê nayê zanîn.Navenda Ragihandina YPG’ê derbarê ê.. berdewam...
Gelarêzan 30, 2015, 9:39

Kobanê û hezirkirina taştê

Sibeheke bêdeng bû û ez ji sermayê dicirifîm, tevî ku ji zivistanan hezdikim ; lê ew zivistan cuda bû,  qeram ketibû hestê min , sibehên zivistana Kobanê dibe mij û xunav hebe, li ser bilatên hewşê xunaveke tenik girtîbû, şemîtokî bibû min bi dîwar girt û xwe gihand mitbaxê,her ku ez diketim mitbaxê.. berdewam...
Gelarêzan 28, 2015, 8:54

Rojava Roniya Azadiya Gelan e | Hoşeng Hesen

Çar sal bi ser şoreşa gelên Sûriyê re derbaz dibin, li her derê Sûriyê gel daket kolanan û pêla bihara gelan ya ku ji Tunisê destpêkir li Sûriyê pêşwazî kir. Piştî jiyana nêzî 40 salî di bin zilm û zordariya rêjîma Beis a Sûrî de û bi dengê bilind di riwê dagikeran banga azadiyê kir û bi sîngê vekir.. berdewam...
Gelarêzan 28, 2015, 6:44

LEZGÎN | Parêzerê Kurd Tahir Elçî hate kuştin

İro berî nivro li Sûr a Amedê di dema serokê baroya Amedê Parêzer, Çalekvan û siyasetvanê Kurd Tahir Elçî civîneke rojnamevaniyê pêk anî şerê çekan derket û di nav aloziyê de siyasetvanê Kurd hate şehîdkirin. Dema şehîdkirina Tahir Elçî ji aliyê kamerayên rojnamevanên li cihê bûyerê ve hate tomarki.. berdewam...
Gelarêzan 22, 2015, 10:59

LEZGÎN | Hewldana kuştinê dijî Demirtaş pêk hat

Li gorî nûçeya ANF dijî Hevserokê HDP û siyasetvanê Kurd Selahattîn Demirtaş hewldana kuştinê pêk hat.Li gorî nûçeyê hate diyarkirin ku îro li Amedê dijî navgîna Selahattin Demirtaş ku bi xwe jî di nava wê de bû guleyek bi boneya kuştinê hate berdan.Hate diyarkirin ku Demirtaş bo ANF ragihandiye û g.. berdewam...
Gelarêzan 20, 2015, 10:02

Hewlêr; Êrîşî wezareta Pêşmerge hate kirin

Vê sibê demhijmêr derdorê 08:30 a kesekî êrîşekî çekdarî dijî wezareta Pêşmerge ya Hewlêrê pêk anî. Di êrîşê de kesê erişker piştî nekariya bireve xwe kuşt. Li gorî dazanina wezareta Pêşmerge vê sibê di navgînekê de kesekî bi keleşkofê gike reşandine ser wezareta Pêşmerge, piştî ji aliyê pêşmerge ve.. berdewam...
Gelarêzan 20, 2015, 9:45

Nisêbîn; 120 hezar kes şerpezeye

Nisêbîn bi zilma dewleta Tirk ya ku nûnerên Kurdan bi awayekî fermî di meclîsa wê de cih digrin beramberî heve. 120 hezar mirov bê elektrik, bê av, bê xwarin di malên xwe de zindanî ye.Li ser banan kujerên artêşa tirk bo kuştina mirovên derkevin ser banan an jî kolana, an jî eywana radiwestin.Li gor.. berdewam...