• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Nûçe - Pel 28

Nûçeyên cîhanê, yên Kurdistanê

Befranbar 9, 2015, 12:10

Boko Haram bajarek tune kir, 2 hezar kes kuştin

Rêxistina teroristî ya tundraw li Bakurê Nijerya bajarê Baga di êrîşa dawî de ji 2 hezar kesî bêhtir mirov kuştin. Rayedarê rêvebiriya Baga Musa Alhajî Bukar diyar kir ku roja çarşemê tevayî bajar hatiye şewitandin û hejmara kuştiyan bi hezarane.Terorîstên Boko Haram roja şemiyê êrîşî wargehên bajar.. berdewam...
Befranbar 8, 2015, 3:35

Li Zumar 8 Pêşmerge şehîd bûn

Li gorî nûçeya Basnews ê di navbera Zumar û Tilefereê de teroristên DAÎŞ terembêleke bombekirî teqandine û di encama vê êrîda dirinde de 8 Pêşmerge şehîd ketine. Li gorî nûçeyê efserê Pêşmerge Serhan Hesen daye ragihandin ku teroristên DAÎŞ bi terembêleka Hamer derbasî nava qotabxaneyekê li gundê Bi.. berdewam...
Befranbar 8, 2015, 2:47

Peyama wî ya komkujiya Parîsê Ispanya têkilav kir

Leyistikvanê Filma yê navdar yê Îspanya Willy Toledo bi daxuyaniya xwe ya komkujiya Parîsê rojeva welatê xwe têkilav kir. Leyistikvanê navdar di peyamên xwe yên piştî komkujiya dijî kovara Charlie Hebdo peyamên balkêş di torbendên civakî de parve kirin. Toledo di peyama xwe de diyar kir ku yê bi mil.. berdewam...
Befranbar 7, 2015, 10:33

Li Fransa ji bo Charlie hebdo bi dehhezaran kes daketin kolanan

Kuştina 12 kesan di encama êrîşekî hovane de li Fransa bi dehhezaran mirov daketin kolanan û êrîşa dirinde şermezar kirin. Li gorî agahiyên ku piştî bûyerê di weşanan de têne belavkirin tê diyarkirin ku kesên êrîşker gotine ku -me tola pêxemper wergirt-. Herçend di warê fermî de êrîşker aşkere nebûb.. berdewam...
Befranbar 7, 2015, 9:56

LEZGÎN | Li Parîsê komkujiya rojnamevana pêk hat 12 kes hatin kuştin

Li Parîsê dijî Kovara pêkenokan Charlie Hebdo êrîşekî çekdarî pêk hat di encama vê êrîşê de 12 kes hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûn. Êrîşkerên vê çalekiya terorî reviyan.Îro derdorê demhijmêr 11:30 li navenda Kovarê ya di kolana Nicolas Apper de ji aliyê 3 kesan ve êrîşeke çekdarî pêk hat. Di .. berdewam...
Befranbar 5, 2015, 3:56

Siyasetmedarê Kurd Murat Bozlak jiyana xwe jidest da

Parlementerê HDP yê Edenê û Serokê giştî yê HADEP ê yê kevin, siyasetmedarê Kurd Murat Bozlak jiyana xwe jidest da.Murat Bozlak ku eve demeke dirêj bû bi nexweşiya penceşêr ve di nava tekoşînê de bû li nexweşxaneya Enqerê ya Guven jiyana xwe jidest da.Ji aliyê HDP ve daxuyaniyeka nivîskî ji bo koça .. berdewam...
Befranbar 5, 2015, 3:39

Kongreya HDP’ê ya Stenbolê bi coşeke mezin li dar ket

Îro li bajarê Stenbolê ji zêdeyî 12 hezar kesî kongreya HDP ya Stenbolê çêbû. Ku mirov nêzî stada ku kongre lê çêdibû, ji simîtfiroşan, koftefiroş, çay, û alavên xişreyî, kesk û sor û zerê, xuya dibû ku mirov diçe şahiyek kurdan. Pirên firotinên alavan ji bo Kobanê û Şingalê bûn.Hundurê stadê tije b.. berdewam...
Befranbar 4, 2015, 1:51

Bersiva nameya Mahmut Alinak ji Ertugrul Kurkçî hat

Piştî ku parlementerê berê yê DEP ê yê Kurd Mahmut Alinak bi nameyeka vekirî rexneyên giran li ser HDP kirin, berî ku bersivên fermî ji HDP werin û bersivek ji rexneyan re bête dayîn ji aliyê Parlementerê HDP Ertugrul Kurkçî ve di civîna rojnamevaniyê ya di Meclîsa Tirkiyê de bersiv hate dayîn û Kur.. berdewam...
Befranbar 3, 2015, 4:24

Ji MAHMUT ALINAK ji bo HDP nameya vekirî

Ji Parlementerê berê yê DEP ê Mahmut Alinak di rojên bihurî de ji bo raya giştî nameyek belav kir. Name jî nameyeka vekirî bû û ji bo HDP hatibû nivîsîn. Di nameyên de xalên balkêş hene ku dê bibin mijara gotûbêjê. Mahmut Alinak di nameyê de HDP û rêvebirên wê bi hevsengiya siyasî ya li gel AKP ve d.. berdewam...
Befranbar 1, 2015, 1:58

Sersala we pîroz be!

Wekî gotina Kurdî Sersala we pîroz be. Kurd di dema sersalê de bi vê peyvê sersalê pîroz dikin. “ Sala nû li we pîroz be, an jî sala we ya nû pîroz be” ev gotin di kevneşopa Kurdî de tune. Dibe ku ji çanda tirkî belav bûbe. Kurd dibêjin “ Sersala te pîroz be”. Ji ber ku Kurd sersalê pîroz dikin.Sale.. berdewam...
Sermawêz 27, 2014, 12:39

Li Cizîrê di navbera YDG-H yê û Huda-par ê de şerê çekdarî

Li Cizîrê, endamên Huda-par êrîşî konê ciwanên YDG-H kirin, di şerê çekdarî de kesekî jiyana xwe jidest da û hindek jî birîndar bûn. Li gorî nûçeya DIHA yê şevîdî derdorê demhijmêr 02:00 yê sibê du kesên ku xwestin têkevin konê YDG-H yê de hate zanîn ku endamên Huda-par ê ne.Hate diyarkirin ku li ko.. berdewam...
Sermawêz 15, 2014, 10:22

Ev wêne îro hatiye kişandin

Hovîtiya serdestên Tirk carekî dîtir rûyê xwe yê reş û zilma xwe ya bêsînor li Edenê dijî gelê Kurd da nîşandan. Li Edenê Kurdan xwestin ku ji bo Şehîda Kurd ku di çalekiyên Kobanê de şehîd ketî Sîbel Bulut çadira sersaxiyê vedin. Lê belê carekî dîtir hêzên Tirk yên qaşo ewlekariyê êrîşî Kurdan kiri.. berdewam...
Sermawêz 10, 2014, 12:20

Pêşwazîkirineka taybet ji bo Pêşmergeyên ji Kobanî vegeriyan

Îro sêşem 09.12.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêwresmeke taybet de û bi amadebûna Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezîrê Pêşmerge û hejmarek ji berpirsên Wezareta Pêşmerge, bi mebesta bi xêrhatina wan pêşwaziya wan Pêşmergeyan kir k.. berdewam...
Sermawêz 5, 2014, 9:36

Yekîtiya Ewrûpa rêkên pêşgiriyia tevlîbûnên DAÎŞ diaxife

Yekîtiya Ewrûpa ji bo micahid an jî îslamiyên tundraw helwestê xwe dijwar dike.Wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewrûpa, ne tenê kesên bûne endamên rêxistinên tundraw yên îslamî, lê belê darezandina kesên ku diçine Iraq û Sûrî ji bo perwerdeyê jî digre bernama xwe.Wezîrên ku li Brukselê civiyan, ne.. berdewam...
Sermawêz 5, 2014, 9:15

Hesen Nesrullah ; Kurdan DAÎŞ Xelet xwendin

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah îdia kir ku rêber û rayedarên Başûrê Kurdistanê nekarîn xeter û gefa DAIŞê li ser Kurdistanê bibînin û DAIŞ “xelet xwendina”.Hesen Nesrullah di hevpeyvînekê de digel rojnameya El Exbar a Libnanê behsa şerê DAIŞê û gefên wê li ser herêmê kir.Hesen.. berdewam...
Gelarêzan 29, 2014, 1:21

Serdana Bernard Kouchner ya Rojavayê Kurdistan

Wezîrê Derve y ê berê yê Fransa Bernard Kouchner ji bo serdana Rojava ya Kantona Cizîrê dihunê civînek lidar xist û di derbarê serdanê de nêrînên xwe derbirîn. Rojnamevan Mihemed Hesen jî di civîna çapemeniyê de cih girt û ji bo Dengê Emerîka dîtinên xwe parve kirin.Mihemed Hesen diyar kir ku Kouchn.. berdewam...
Gelarêzan 24, 2014, 1:00

Ehmed Kaya û salên tije xwîn

Ehmed Kaya û salên tije xwînEw salên reş û gûherandina civakê bûn. Jiyan li ber man û nemanê bû. Li bakurê Kurdistanê dihat ku şoreşeke fikrî qedera reş a sedan salan bigûherîne. Salên herî dijwar ên jiyanê bûn Yekê du kurên xwe ji dest dabûn, ya din keç û xwîşkeke wê ber bi çiyan ve çûbûn, hinek li.. berdewam...
Gelarêzan 22, 2014, 10:05

Ji Heyva Sor a Kurdistanê banga alikariya diravan…

Kampanyayê alîkariyê yên Heyva Sor ji bo Kobanê û Şengalê destpê kirine didomin. Serokê saziya alîkariya Kurd Suat Yalçin diyar kir ku heta niha bi mîlyon Euro alîkarî kirine û got, “Divê gelê me bi ruhê seferbertiyê tevlîbûna xwe ya ji kampanyayê re bidomîne.”Heyva Sor a Kurdistanê ya navenda wê li.. berdewam...
Gelarêzan 19, 2014, 3:39

LEZGÎN | Li Hewlêrê teqînekî xwekujî pêk hat

Li Hewlêrê îro teqînekî xwekujî pêk di encama teqînê de 5 Kurd şehîd ketin 29 kes birîndar bûn.Li Hewlêrê îro derdorê 12:00 ê nîvro nêzîkî Parêzgeha Hewlêrê çalekiyekî teroristane ya xwekujî pêk hat.Li gorî agahiyan xwekujê terorist xwestiye ku xwe bighîne nav parezgehê lê belê hêzên ewlekariyê yên .. berdewam...