• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Nûçe - Pel 60

Nûçeyên cîhanê, yên Kurdistanê

Gelarêzan 10, 2013, 1:21

20 hezar keleşkof di keştiyekê de hatine girtin

Hêzên ewlekariya bendavên Yewnan nêzîkî şikêrên kardak ê keştiyekî bar dane rawestandin, di encama çavdêriya li ser keştiyê 20 hezar keleşkof dîtin.Di deryaya Ege de keştiyekî bar nêzîkî şikêrên Kardak ê hêzên ewlekariya Yewnan di encama şikbirinê de hate rawestandin. Ev keştî berê jî ji ber gumana .. berdewam...
Gelarêzan 10, 2013, 12:35

Dengê mêjiyê mirov hate tomarkirin

Di beşa zanistê de gavekî mezin hate avêtin.Dengê mêjiyê mirov hate tomarkirin. Ji aliyê du zanistê Emerîkî ve li zankoya Sanford ê bi rêka frekansê mêjî ve dengê mêjiyê mirov hate tomarkirin.Zanyarên emerîkî Josef Parvizi û Chris Chafe eve demeke dirêje li ser mêjiyê mirov lêkolîn û azmunan dikin. .. berdewam...
Gelarêzan 9, 2013, 1:52

Bayik sedemên dawîxistina Kongra Netewî aşkira dike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, da zanîn ku astengiya li pêş nepêkhatina Kongreya Netewî a Kurd, neqebûlkirina PDK’ê ya pergala hevserokatiyê û israra wekhev a hejmara delegeyên başûr û bakûrê Kurdistanê ye. Bayik ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û der barê nîqaşên çima kon.. berdewam...
Gelarêzan 9, 2013, 1:37

Berhem Salih: Pêwîstiya YNK’ê bi reforman heye

Cîgirê duyemîn ê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih diyar kir ku têbiniyên wî yên vekirî û eşkere li ser siyaseta YNK’ê hene û ne bi tenê ye.Berhem Salih di hevpeyvînek ligel rojnameya Şerq el-Ewsed de destnîşan kir ku ew ji proseya siyasî û serokatiya YNK’ê veneki.. berdewam...
Gelarêzan 8, 2013, 11:32

Gelo, Erebistana Seûdî û Îsrayîl dê êrîşî Îranê bikin?

Peywendiyên di nabeyna Erebistana Seûdî û Dewletên Yekbûyî de aloztri bûne. Riyad, ji ber sîyaseta Waşîngtonê ya li Rojhilata Navîn, bi taybetî, ji ber betalkirina lêdana li Sûriye û gavên ber bi nêzîkbûna bi Îranê re ne rehet e. Û di vê navberê de li Rojavayê zanyarî hat belavkirin, ku Erebistana S.. berdewam...
Gelarêzan 8, 2013, 2:54

Mahmûd Osman: Divê Îran dest ji darvekirina ciwanên Kurd berde

Nerazîbûna li hember bidarvekirina ciwanên Kurd û girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetir dibe. Siyasetemdar û parlamenterê Kurd yê parlamena Îraqê Mehmûd Osman jî der barê ê mijarê de nerazîbûna xwe anî ziman.Parlamanterê parlemana Îraqê û siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman li hemb.. berdewam...
Gelarêzan 7, 2013, 6:59

Mehmûd Osman: Kurdan garantî wergirtiye

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman da zanîn ku berî hikûmeta İraqê girêbesta kirîna çekan ligel Rûsya û Amerîkayê îmze bike, serkirdayetiya siyasî ya Kurd garantî ji wan herdu welatan wergirtiye daku careke din çek li dijî Kurdan neyên bikaranîn.Siyasetmedar û Endamê Parlamentoya İraqê Mehmûd Osman.. berdewam...
Gelarêzan 7, 2013, 6:09

Ji bo serokatiya nû Nêçîrvan Barzanî hate destnîşan kirin

Encûmena Serokatiya Partiya Demokrat ya Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî civiya û Nêçîrvan Barzanî ji bo kabîneya nû ya hikumeta herêmê weke serokê kabînê hate destnîşan kirin.Amadekariyên avakirina hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê berdewam dikin. Doh parlamenterên nû bi sondxarinê dest bi kar.. berdewam...
Gelarêzan 7, 2013, 3:36

Welatên Rojava mijûlî damezrandina dewletek Kurdî ne

Li gor nivîseke rojnameya Lopeniyom a Fransî niha welatên Rojava bi awayekî dizî mijûlî damezrandina dewletekî Kurd in, her çende niha ev pirs nexistina ejindeyên welatên Rojava, lê belê wesa diyare ku nîşanên pêkanîna vê statuyê buye haletekî êdî nayê paşguh xistin.Nivîsa ku ji aliyê Dara Ferec ve .. berdewam...
Gelarêzan 7, 2013, 9:33

Parlamenterên Îslamî rêz li Ey Raqîb nagrin

Yekemîn civîna xula nû ya Parlamentoya Kurdistanê doh pêk hat û di rûniştina yekem de hinek parlamenterên îslamî dema ku sirûda Ey Reqîb hate xwendin ranebûna ser pêyan. Ev helwesta parlamenterên îslamî bû sedema nîqaş û gengeiyan.Parlamenterê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Mela Hewraman Gêcneyî derb.. berdewam...
Gelarêzan 6, 2013, 2:21

Parlamena Kurdistanê yekemîn rûniştina xwe encam da

Îro danê sibê rûniştina yekem  ya gera çaremîn a Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir û parlamenterê herî bi temen Mihemed Salih Seîd ku parlamenterê nû yê Partiya Demokrate, serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir.Piştre parlamenter hatin vexwendin daku li gor rêza navan sund bixwin û dest bi sundxwa.. berdewam...
Gelarêzan 6, 2013, 2:15

Tevgera Goran dixwaze Silêmaniyê cûda bike!

Hate îdîakirin ku Tevgera Goran dixwaze serî li mekanîzmayên yasayî bide daku parêzgeha Silêmaniyê bibe herêmeke serbixwe û ji Hewlêr û Dihokê cuda bike.Li gor televizyona NRT, Tevgera Goran dixwaze hilbijartina Encûmenên Parêzgehan bê kirin daku bi rêya encûmena dahatû ya parêzgeha Silêmaniyê kar b.. berdewam...
Gelarêzan 6, 2013, 10:37

Merîwanî li dijî bidarvekirinê meşiyan

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, li dijî bidarvekirina girtiyên siyasî yên kurd ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê, xwepêşandan hat lidarxistin lê xwepêşander rastî êrişa hêzên ewlehiyê hatin. Hat gotin 2 kes hatine girtin.Li gorî nûçeya malpera KurdPayê, doh (05.11.2013) li bajarê Merîwanê .. berdewam...
Gelarêzan 5, 2013, 10:25

Erselan Bayîz dibe serokê parlamentoya herêma Kurdistanê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar daye Erselan Bayîz bike serokê Parlamentoya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî piştgiriyê lê dike. Bi baweriya Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Hemîd Hacî Elî, eger postê serokê parlamentoyê bigihe YNK’ê dê her Erselan Bayîz bibe serokê parlam.. berdewam...
Gelarêzan 5, 2013, 9:37

YPG’ê 5 gundên li derdora Til Helef rizgar kir

Li dû rizgarkirina bajarokê Til Helefê, pênc gundên li rojhilatê Til Helefê Ezîziyê, Til Erqan, Tiwemiyê, Herdan û Hemo ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatin rizgarkirin. Hate zanîn 3 wesayîtên komên çeteyan hatine rûxandin û wesayîtek cebilxane barkirî hatiye desteserkirin. Hat ragihandin, di çarçoveya “.. berdewam...
Gelarêzan 3, 2013, 9:49

KCK:Divê PDK siyaseta xwe berçav derbaz bike

Endamek konseya rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK’ê) ragihand ku, Partiya Demokrata Kurdistanê dixwaze bi gefên li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bo xwe graniyekî durust bike û dibêje, rêgirîkirina li Salih Muslim bo çûna Başurê Kurdistanê, ji aliyê hemû parçeyên Kurdistanê ve hatiye şermez.. berdewam...
Gelarêzan 2, 2013, 10:21

Teqîna li Çînê karê hêzên Îslamîye

Ragihandinên komara Çînê bi awayekî fermî diyar kirin ku teqîna roja dûşembê li qada Tiananmen rû dayî ji aliyê terorîstên îslamî ve hatiye pêkanîn.Li gorî nûçeya dengê emerîka di Televizyona CCTV de roja şemiyê agahiyên nû yên di derbarê bûyerê de hatine aşkerekirin. Hêzên ewlekariyê yên Çînê bi se.. berdewam...
Gelarêzan 1, 2013, 12:12

Îran ji zêdebûna nifûsa Kurdan ditirse

Li gor raporteke nehênî, şêwirmendên Rêberê Îranê Elî Xameneyî jêre gotine ku di nav Îranê de nifûsa Kurdan her diçe zêde dibe û her malbateke Kurd ji 7 kesan pêk tê lê malbatên Fars 3 kes in.Di wê raporta nehênî de wiha tê gotin: ‘’Nifûsa Suneyên nav Îranê li gor Şî’eyan her zêde dibe û Belûc û Tur.. berdewam...
Gelarêzan 1, 2013, 11:48

Îranê di nava hefteyekê de 14 jê Kurd 40 kes bi darve kir

Rejîma Îranê di nava hefteyekê de, herî kêm 40 kes ku di nav de jin û zarok jî hebûn bi darve kir. Ji van 14 Kurd in ku 2 jê siyasî ne. Di rewşa heyî de 6 jê siyasî 8 girtiyên Kurd li ber sêdarê ne. Zêdebûna darvekirinan a di dema Serokkomariya Hasan Rûhanî yê “Nerm” dihat binavkirin, hêviyên ji bo .. berdewam...
Gelarêzan 1, 2013, 11:36

Encumena Navendî a YNK`ê banga piştevaniya doza Kurd li Rojava kir

Sekreterê Encumena Navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ragihand ku pêwîste Encumena Navendî rola xwe aktîv bike ta yekîtiya rêza YNK`ê biparêze û rê li ber ti belafbûnê veneke.Sekreterê Encumena Navendî Alid Murad di gotarakê de, di civata 52 ya Encumena Navîndî ya YNK`ê ku ev 2 rojin li Sil.. berdewam...
Gelarêzan 1, 2013, 11:28

Barzanî ligel Erdogan û Davutoglu civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Stenbolê ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu civiya.Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyê de, îro (31.10.2013) li Otêla Conradê ya Stenbolê ligel Davutoglu civiya. Piştî hinek dîmen hatin girti.. berdewam...
Rezber 30, 2013, 4:33

Komara îdamê û çanda namerdiyê

Ji serdema sefewiyên talanker û nifşparêz heya roja îro kuştina kurdên nîştiman perwer plana yekê ya dewleta navendî ya Îranê bûye. Piştî serhildana Emîrxanê Lepzêrîn ev kîn û dijminahî li Urmiyê û pê re jî herêmên din yên rojhilatê Kurdistanê gihîşt dereca xwe ya herî bi tirs û xof. Lê ew ne bi rêç.. berdewam...
Rezber 30, 2013, 4:18

Darvekirina Gulperîpûr û Mamedî hat şermezarkirin

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, li dijî darvekirina çalakvanên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîl Mamedî yên ji Rojhilatê Kurdistanhe xwepêşandanek ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê ve hat lidarxistin û rejîma Îranê bi tundî hat şermezarkirin.Li Hewlêrê, bi armanca şerme.. berdewam...
Rezber 30, 2013, 11:07

Serdar Ortaç çetelê Ehmed Kaya xwar

Serdar Ortaç bû armanca çetelan.Serdar Ortaçê bi mebesta cejna komara Tirkiyê li Mersînê beşdarî pîrozbahiyan bû. Di vê beşdariyê de di nav beşdarvanên Konsertê de kesekî wêneyê Ehmed Kaya derxist. Di encama derxistina wêne de alozî derket û beşdarvan bihev ketin. Di encama vê çalekiyê de bi dehan k.. berdewam...