• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Nûçe - Pel 77

Nûçeyên cîhanê, yên Kurdistanê

Gelawêj 3, 2013, 5:32

PKK’ê ji bo Rojava banga serhildanê kir

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK, der barê êrîşên komên çete yên îslamî ku li herêma Til Eran û Til Hasil yên Helebê li dijî mirovên medenî pêk dihîne daxuyaniyek belav kir. PKK’ê di daxuyaniyê de bang kir ku li hember vê rewşê li her derê rabin serhildanê.Li gor nûçeya Ajansa Firatê Komîteya Rêveber.. berdewam...
Gelawêj 3, 2013, 3:58

Partiyên Rojava serdana Muslim ya Tirkiyê erênî dibînin

Li gor nûçeya malpera Rudaw tevî rexneyan jî, nûnerên partiyên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê serdana serokê PYDê bo Tirkiyeyê bi erênî dibînin. Roja 26ê meha borî nûçeya firîna hevserokê PYDê Salih Muslim ji firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê ber bi Tirkiyeyê ve bû manşêta pirraniya rojname û de.. berdewam...
Gelawêj 3, 2013, 9:48

Li Suriyê xwîn nasekine: 76 kes mirin

Li Suriyê pevçûnên di navbera artêşê û opozîsyonê de berdewam dikin. Hate gotin ku di encama êrîşên artêşê de 76 endamên opozîsyonê hatine kuştin.Rêxistina Mafê Mirovan ya Suriyê (SNHR) diyar kir ku hêzên rejîmê li seranserê welat operasyonên xwe berdewam dikin. Rêxistinê diyar kir ku li Şamê 3 jê z.. berdewam...
Gelawêj 3, 2013, 9:39

Komîteya amadekar civînên xwe berdewam dike

Piştî ku hate diyar kirin ku dê Kongreya Netewî di 24’ê Tebaxê de pêk bihêt, civînên navber yên komîteya amadekar jî berdewam dikin. Komîteyê do civîna xwe ya çaremîn pêk anî. Civîn du demjimêran ajot û hete gotin ku dê îro jî berdewam bike.Komîteya Amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd doh an ku roja.. berdewam...
Gelawêj 2, 2013, 8:18

Putîn 10 general ji wezîfê girt

Serok dewletê Rusyayê Vladimir Putin deh general û hind berpirsên din jî ji wezîfê girt. Hate gotin ku kesên ku wezîfeya wan hate sekinandin di erkên giring de jî cîh digirtin.Li gor daxuyaniyeke fermî ya ji wezareta navxweyî, serok dewletê Rusyayê wezîfeya 10 generalên di wezareta karê navxweyî de.. berdewam...
Gelawêj 2, 2013, 4:26

Demîrtaş: Divê hikumet heta 15’ê Cotmehê gavan bavêje

Hevserokê BDP Selahaddîn Demirtaş diyar kir ku divê hikumet heta 1’ê Îlonê amadekariyên xwe bidawî bike û heta 15’ê Cotmehê jî gavên pratîk bavêj.Hevserokê BDP Selahaddîn Demirtaş li Amedê çû serdana parlamenter û siyasetmedarên girtî yên li zîndanên tîpa E û D yê. Selahaddîn Demirtaş der barê rojev.. berdewam...
Gelawêj 2, 2013, 4:07

Dadgeha Tirkiyê serlêdana Ocalan ya ji nûve dadgehkirinê red kir

Yanzehemîn dadgeha bilind ya Enqerê serlêdana parêzerên Ocalan ya ji bo ji nûve bihête dadgeh kirin red kir.Hefteya borî parêzerên Ocalan ji bo biryara dadgeha Tirkiyê ya der barê Ocalan de bihête pûçkirin û ji nûve bihête dadgeh kirin serî li dadgeha bilind ya Enqerê dabû. Yanzdehemîn dadgeha bilin.. berdewam...
Gelawêj 2, 2013, 3:44

Ahmedinejad: ewên bi navê îslamê xwe dikujin komek ehmeqin!

Serokkomarê Îranê bal kêşa ser xeteriya siyonîstî ya li cîhanê û şiyarî da Tirkiyê.Serokkomarê Îranê Mahmûd Ehmedînejad li paytext Tehranê di ahenga Roja Qudusê ya Cîhanê de axivî û got ku Tirkiye di nava xeterê de ye. Ehmedînejad der barê komên çekdar yên radîkal yên îslamî jî got ku mirovan dixapî.. berdewam...
Gelawêj 2, 2013, 2:53

Li Hewlêrê ji bo Rojava meşiyan

Bi hezaran kes li bajarê Hewlêrê bi armanca piştgiriya Kurdên Rojava meşek bi meşale pêk anîn. Meşvanan j hikumeta herêmê daxwaz kirin ku deriyê sînor yê Rojavayê Kurdistanê veke.Doh bi şev bihezaran kes li bajarê Hewlêra Başûrê Kurdistanê ji bo piştgirî bidin Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Parka Ron.. berdewam...
Gelawêj 2, 2013, 1:33

Emerîka balyozxaneya xwe ya Bexdayê digre

Emerîka balyozxaneya xwe ya Bexdayê digreWezerata karên derve yê Emerîkayê roja pêncşemê ragihand ku dê ew ji ber metirsiyên ewlekariyê ji roja yekşemê û pêve balyozxaneyên xwe yên li Bexda, Ebo Dabî û Qahîra yê bigre.Berdevka wezerata karên derve ya Emerîkayê Marî Harf ji rojnemavanan re ragihand k.. berdewam...
Gelawêj 1, 2013, 4:21

BDP der barê El Qaide şiyarî da hikumeta AKP’ê

Navenda Giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP sebaret bi rewşa Rojava daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku tişte ku biha El Qaide li Rojava li dijî Kurdan dike hewldana komkujiyê ye.Navenda Giştî ya BDP’ê sebaret bi kiryarên El Qaide yên li Rojava li dijî Kurdan dike, daxuyaniyek nivîskî belav kir.. berdewam...
Gelawêj 1, 2013, 3:23

Çeteyên çekdar Kurdên sivîl dikujin

Seyîd EVRANKomên çekdar ên ku di êrîşên Rojavayê Kurdistanê de windahiyên mezin didin, li dijî kurdên bajarên Suriyê qirkirinê pêk tînin. Komên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra ku ev 4 roj in bi topên hawanê û çekên giran êrîşî bajarokên Til Eran û Til Hasil dikin, heta .. berdewam...
Pûşper 31, 2013, 8:25

Partiyên İslamî yên Başûr beşdarê Kongreya Netewî dibin.

Partiya Yekgirtû Îslamiya Kurdistan û Komala Îslamiya Kurdistanê ji bo n^nerê xwe bişînin komîteya amadekar ya Kongreya Netewî a Kurd li hev hatin. Her du partî dê bi nûnerê hevbeş di komîteya amadekar de bihêne temsîlkirin. Li gor daxuyaniyan Xelîl Îbrahîm dibe nûnerê her du partiyan.Li gor nûçeya .. berdewam...
Pûşper 31, 2013, 7:40

Bayik heta yekê Îlonê wext da Tirkiyê

Hevserokê nû yê KCK’ê Cemîl Bayik der barê qonaxa aşitî û çareseriya pirsa Kurd ya Bakûrê Kurdistanê axivî û diyar kir ku her çend ewan ji bo çareseriyê gav avêtibe jî hikûmeta Tirkiyê bersivek pêwîst nedaye û polîtîkayên xwe yên kevn berdewamkiriye. Bayik hikumeta Tirk hişyar kir û got: “Bo pêngave.. berdewam...
Pûşper 31, 2013, 6:15

Nêçîrvan Barzanî û Tayîp Erdoxan hevdîtinek kirin

Serokwezîrê hikumeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gel serokwezîrê Tirkiyê R. Tayîp Erdoxan hevdîtinek encam da. Der barê hevdîtinan de aliyan çi daxuyaniyek fermî ranegehandin.Serokwezîrê hikumeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanek fermî pêr gehiştibû Tirkiyê û di gel wezîrê kar.. berdewam...
Pûşper 30, 2013, 9:46

Nêçîrvan Barzanî di gel Ehmed Dawuoglu hevdîtin pêk anî

Serokwezîrê hikumeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro danê êvarê di gel wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ehmed Dwutoglu hevdîtinek pêk anî.Serokwezîrê hikumeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanek fermî doh bi şev çû Tirkiyê. Barzanî îro danê êvarê di gel wezîrê karên derve yê Tirkiyê E.. berdewam...
Pûşper 30, 2013, 2:23

Nûnera Yekitiya Ewropayê di gel Mursî hevdîtinek pêk anî

Nûnera karên derve û polîtîkayên ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Catherine Ashton di gel serokomarê berî yê Misirê Muhemed Mursî hevdîtinek pêk anî. Ashton pêşniyar kir di berdêla serbestberdana Mursî û rêvebirên Brayên Misliman de xwepêşandan bêne rawestandin.Nûnera karên derve û polîtîkayên ewleka.. berdewam...
Pûşper 30, 2013, 12:35

Li ser Kongreya Netewî ya Kurd gef hene

Çend nûnerên komîteya amadekar diyar dikin ku gef û hereşe li ser Kongreya Netewî ya Kurd hene û dibêjin, vê carê ev hewldanên gefxwar encamê nagrin, ji ber ku yekitiya Kurdan ji her demê bihêztire.Piştî ku civîna yekem ya pêşiya Kongreya Netewî pêk hat û komîteyek amadekar hatin kirin helwesta wela.. berdewam...