• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Nûçe - Pel 80

Nûçeyên cîhanê, yên Kurdistanê

Pûşper 7, 2013, 6:35

Serok Barzanî li gel Malikî civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li Bexdayê civiyan û ragihandin, her du alî li ser çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê rijd in.Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (07.07.2013) serdana Bexdayê kir û digel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî hevdîtin.. berdewam...
Pûşper 7, 2013, 2:48

Festîvala Berxbir bi coşî berdewam dike

Mêhrîcana çand û huner û xwezayê Berxbir ya 9 emîn ku ji aliyê şaredariya Elkê ve li zozanên Laleşê bi dirûşma ‘Rizgariya demokratîk û jiyana azad bi azadiya Rêber Apo pêkane’ pêk dihêt bi coşekê mezin berdewam dike. Bi deh hezaran kesên ku ji herêmên cuda beşdariya mêhrîcanê dibin bi cilûbergên xwe.. berdewam...
Pûşper 7, 2013, 1:55

Wezareta Pêşmerge daxwaza cîbicî kirina pêdiviyên peymanan dike

Wezerata Pêşmergeyan ya hikumeta herêma Kurdistanê diyar kir  ku ew hêvîdarin di vê demê de aloziya di navbera herêmê û Bexdayê bi hevdîtinên dihêne kirin ji holê rabe û hikumeta Bexdayê pêdiviyên peymana sala 2007’an pêk bihîne.Sekrterê giştî yê wezerata Pêşmerge Cebar Yawer di daxuyaniyekê de ji b.. berdewam...
Pûşper 7, 2013, 11:52

Rêpîvana Gimgimiyan li dijî bendavê

Rêxistina BDP’ê ya navçeya Gimgima Mûşê li dijî çêkirina Santrala Elektirîkê ya hîdro meşekê pirotestoyî li darxistin. Platforma jingehê ya Gimgimê û gelek saziyên din yên sîvîl jî piştgiriya meşê kirin.Bi pêşendiga rêxistina BDP’ê ya navçeya Gimgima Mûşê li dijî avakirina bendavan meşek hate li dar.. berdewam...
Pûşper 7, 2013, 12:35

Nîkaragua, Bolivya û Wenezûela bersiva erênî dan Edward Snowden

Sîxorê berî yê CIA û NSA’yê Edward Snowden ji bo mafê penaberiyê serî li 21 welatên cîhanê dabû ku 13 ji van welatan yên Ewrupayê bûn. Ji van welatan Bolîvya, Nîkaragua û Wenezûellayê bersiva erênî dane Snowden.Sixorê berî yê CIA û NSA’yê Edward Snowden beriya niha ji Emerîkayê revîbû û der barê pla.. berdewam...
Pûşper 6, 2013, 10:18

Mesût Barzanî subê serdana Bexdayê dike

Li gor nûçeyekê ajansa nûçeyan ya Peyamnêr (PNA) serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî sûbe dê serdana Bexdayê bike û li gel serok wezîrê Îraqê Nûrî Malîkî hevdîtinekê encam bide.Li gor nûçeya Peyamnêr, berpirsekê hukumeta herêmê ragehandiye ku serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî piştî geşta xwe.. berdewam...
Pûşper 6, 2013, 8:14

Li Misirê Serok wezîrê nû diyar bû

Li Misirê piştî darbeya leşkerî ku serok komar Muhamed Mursî hate binçavkirin hevrikê wî yê hilbijartinan El Baradeyî bû serok wezîr.Li Misirê serok komarê katî Adlî Mansûr erka serok wezîriyê da Muhammed El Baradeyî. Birayên Musliman li dijî vê biryarê nerazîbûna xwe diyar kir. Birayên Musliman diy.. berdewam...
Pûşper 6, 2013, 2:29

Geverî heta sibê li Girê Rehmo man

Geverî doh bi armanca şermezar kirina bûyera Lîceyê û avakirina qereqolan bi girseyî çûne herêma Doskî û derketin girê Rehmo ku li wê derê qereqola seyar danîne, çalakiyek encam dan û çalakî heta sibê berdewam kir.Geveriyan doh bi armanca şermezarkirina bûyera Lîceyê û çêkirina qereqolan çalakiyek l.. berdewam...
Pûşper 6, 2013, 1:30

Festîvala Berxbir Destpêkir

Nehemîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Berxbir ku her sal ji aliyê Şaredariya Elkê ve dihête li darxistin, îsal jî bi dirûşma “Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk, bi azadiya Rêber Apo dibe” pêk dihêt. Li gel hemû astengiyên walîtiya Şirnexê û qeymeqamiya Elkê jî, bi hezaran kes li Zozanên Laleşê hatin .. berdewam...
Pûşper 6, 2013, 2:05

Li Qamişlo êrîş li ser xwepêşanderan

Li gorî nûçeya ku di nûçegeha taybet ya rojava KURDWATCH de hatî nivîsîn, tê derbirîn ku li Qamişlo ji bo rewşa Amudê xwepêşandan pêk hatine û ji aliyê PYD ve êrîş û pelamar li ser van xwepêşandana hatiye pêkanîn. Dirêjiya nûçeyê weha ye.5ê tîrmeha (July) 2013ê – Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de .. berdewam...
Pûşper 6, 2013, 1:09

Li Misirê hejmara miriyan gehişte 72 kesan

Li Misirê alîgirên Mursî li ser bangawaziya Mursî û Birayên Misliman, bi mebesta şermezarkirina derbeya leşkerî derketine qadan. Leşker jî ji bo xelkê ji qadan derbixe çekan bi kar dihîne. Dihête îdîakirin ku kesên nasnameya wan ne diyar gulleyan li ser xwepêşanderan direşînin. Şêxê Ezher ji bo bi d.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 8:51

Şandeya KCD û BDP’ê ji Qendîlê vegeriyan

Hevseroka BDP’ê Gûltan Kişanak û hevserokê KCD’ê Ahmet Turk piştî hevdîtinên xwe yên li gel berpirsênKCK’ê yên li Qendîlê vegeriyane Hewlêrê û der barê hevdîtinên xwe de daxiyaniyek kurt dan.Di çarçoveya pêvajoya aşitî ya Tirkiye û Bakûrê kurdistanê de şandeya BDP û KCK’ê ya ku çûbûne Qendîlê vegeri.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 4:06

Biryara 35 sal zîndanî ya Ahmet Turk hiweşiya.

Doza ku li dijî hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê serbixwe yê Mêrdînê Ehmed Turk hatibû vekirin û bi îdîaya “propagandeya rêxistina terorê û encamdana sûcên bi navê rêxistinê” jê re 35 sal ceza dihat xwestin, hat betalkirin.Li gorî nûçeya DÎHAyê, li dadgeha cezayê giran ya Am.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 2:40

Îranê di 3 rojan de 38 kes sêdare da.

Komara îslamîya Îranê di 3 rojên dawî de 38 girtiyên li girtîgehên cûda sêdare da. Komara îslamî ya Îranê evro 6 girtiyên li girtîgeha Bêm, doh jî 5 ciwanên ku li girtîgeha navendî ya Urmiyê, 4 kes li girtîgeha Recayî ya bajarê Kerecê, roja sêşemê jî 21 kes li girtîgeha Qizilhesar û 2 kes jî li girt.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 12:43

Hevserokên BDP û KCD serdana Qendîl`ê dikin

Rêzehevdîtinên di navbera AKP, BDP, Qendîl û Îmraliyê de berdewamin. Piştî ku şandeya BDP’ê bi rayadarên hukumeta AKP’ê re civiyan vê carê jî nûnerên BDP û KCD’ê seredana Qendîlê dikin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Ehmed Turk û Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP`ê)  Gultan Kişana.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 12:28

Li Kerkûkê teqîn: 2 polîsan jiyana xwe ji dest da

Li gorî nûçeya PUK mediya di qezaya Duzxormatuya ser bi bajarê Kerkûkê otombêleke bombe barkirî hate teqandin û li gor amarên destpêkê 2 polîsan jiyana xwe jidest dan 17 kes jî birîndar bûn. Li gor nûçeyê teqîn bi otombêleke bombe barkirî û li nîva sûka navçeyê, li nêzîk avahiya nû ya weqfa şîeyan û.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 12:11

Barzanî bi polîtburoyên YNK û PDKê re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî di gel polîtburoyên YNK û PDKê civiya û piştî civînê  hat ragihandin di dema pêş de dê Barzanî li ser pirsa dirêjkirina dema serokatiya xwe û hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li gel hêz û partiyên siyasî yên herêma Kurdistanê re jî bişêwire.Serokê Herêma K.. berdewam...
Pûşper 4, 2013, 9:25

Artêşa Misirê Derbeya Leşkerî kir

Beriya du rojan artêşa Misirê ji bo li hevkirina desthilat û opozîsyonê 48 demjimêr wext dabû da arîşeyan bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê di nav du rojan de li welat xwepêşandan û pevçûn bi dawî nebûn.Artêşa Misirê li ser vê rewşê derbeya leşkerî pêkanî û serokkomar Muhammed Mursî ji wezîfeyê gir.. berdewam...
Pûşper 3, 2013, 9:09

Mesût Barzanî vegeriya Başûrê Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî piştî serdanekî fermî ya Rûsya û Fransayê îro piştî nîvro bi rêya firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê û raste rast beşdarî li ahenga 273 saliya ragihandina serxwebûna Emerîkayê bû. Di ahengê de konsolê berê û yê nû yê Emerîkayê li Hewlêr.. berdewam...
Pûşper 3, 2013, 8:42

Gelê Colemêrgê bang li hukumetê kir da gavan bavêje

Rêxistina BDP’ê ya bajarê Colemêrgê bi dirûşma ‘hukumet gavan bajêve’ meşek li darxisr. Di meşê de hate xwestin ku hukumeta AKP’ê pêdiviyên berpirsiyariya xwe bi cîh bîne.Bi bangawaziya navenda giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP’ê li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê rêzeçalakiyên çalak.. berdewam...
Pûşper 3, 2013, 1:22

Ji bo bûyerên Lîceyê hevdîtin

Li gundê Hêzana Lîceya Amedê di dema protestokirina çêkirina qereqolan de kesekê jiyana xwe ji dest dabû û 9 kes din jî birîndar bibûn. Li ser van bûyeran doh sê wezîrên hukumeta AKP’ê û berpirsên BDP li hev civyan. Di hevdîtinê de hate xwestin ku ji bo cardin bûyerên bi vê awayî rû nedin di dema bê.. berdewam...
Pûşper 3, 2013, 11:50

Mûrsî: Bi buhaya canê xwe ezê biparêzim.

Serokkomarê Misirê Muhammed Mursî bang li artêşê û gel kir. Mursî got ‘heger buhaya canê min jî be ezê rewatiya destûrî biparêzim.Serokkomarê Misirê Muhammed Mursî di televîzyona dewletê de bang li gelê Misrê û artêşê kir û diyar kir ku bermahiyên rejîma berî ji bo têk birina aramiya welat û zemîna .. berdewam...