• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Nûçe - Pel 81

Nûçeyên cîhanê, yên Kurdistanê

Pûşper 3, 2013, 9:09

Mesût Barzanî vegeriya Başûrê Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî piştî serdanekî fermî ya Rûsya û Fransayê îro piştî nîvro bi rêya firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê û raste rast beşdarî li ahenga 273 saliya ragihandina serxwebûna Emerîkayê bû. Di ahengê de konsolê berê û yê nû yê Emerîkayê li Hewlêr.. berdewam...
Pûşper 3, 2013, 8:42

Gelê Colemêrgê bang li hukumetê kir da gavan bavêje

Rêxistina BDP’ê ya bajarê Colemêrgê bi dirûşma ‘hukumet gavan bajêve’ meşek li darxisr. Di meşê de hate xwestin ku hukumeta AKP’ê pêdiviyên berpirsiyariya xwe bi cîh bîne.Bi bangawaziya navenda giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP’ê li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê rêzeçalakiyên çalak.. berdewam...
Pûşper 3, 2013, 1:22

Ji bo bûyerên Lîceyê hevdîtin

Li gundê Hêzana Lîceya Amedê di dema protestokirina çêkirina qereqolan de kesekê jiyana xwe ji dest dabû û 9 kes din jî birîndar bibûn. Li ser van bûyeran doh sê wezîrên hukumeta AKP’ê û berpirsên BDP li hev civyan. Di hevdîtinê de hate xwestin ku ji bo cardin bûyerên bi vê awayî rû nedin di dema bê.. berdewam...
Pûşper 3, 2013, 11:50

Mûrsî: Bi buhaya canê xwe ezê biparêzim.

Serokkomarê Misirê Muhammed Mursî bang li artêşê û gel kir. Mursî got ‘heger buhaya canê min jî be ezê rewatiya destûrî biparêzim.Serokkomarê Misirê Muhammed Mursî di televîzyona dewletê de bang li gelê Misrê û artêşê kir û diyar kir ku bermahiyên rejîma berî ji bo têk birina aramiya welat û zemîna .. berdewam...
Pûşper 3, 2013, 12:21

Li Misirê şerê navxweyî gur dibe

Li Misrê ji roja Yekşemê ve xwepêşandanên alîgirên desthiladariyê û yên mûxalîfan didomin. Vê carê jî di navbera alîgirên Muhemed Mûrsî û muxalîfan de pevçûn derket. Li gor agahiyan 7 kesan jiyana xwe ji dest da.Li Misirê xwepêşandan veguherin pevçûnên bixwîn. Li gel paytext Qahîreyê li bajarên weke.. berdewam...
Pûşper 2, 2013, 11:59

Meşa bîranîna Siwasê destpêkir

Ji bo bîranîna 20’emîn salvegera 33 rewşenbîrên ku di 2 Tîrmeha sala 1993’yan li otêla Madimaka Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan evro li Sêwasê meşek dihête lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Komeleya Çandî ya Pîr Sultan Abdal û Wakfa Hacî Bektaşê Welî ve dihête organîze kirin bi piştgiriya 67 saziyên me.. berdewam...
Pûşper 2, 2013, 10:41

Wezîrê karê derve yê Misirê dest ji kar kêşa

Qeyrana siyasîya li Misirê kûrtir dibe. piştî destpêkirina xwepêşandanên nû û arîşeyêmsiyasî û her wehe bangawaziya artêşê vê carê jî wezîrên hukumetê yek bi yek dest ji kar dikêşin. Ajansa fermî ya nûçeyan a Misirê (MENA) ragehand ku wezîrê karê derve Muhemmed Kamil Amir dest ji kar kêşaye. her çen.. berdewam...
Pûşper 1, 2013, 11:35

Artêşa Misirê şiyarî da Mursî û opozîsyonê

Artêşa Misirê ji bo serokkomar Muhemmed Mursî û serokên opozîsyonê nakokiyên navbera xwe çareser bikin û li hev werin 48 demjimêran wext da Mursî û opozîsyonê.Piştî ku xwepêşanderên dijî serokomar Mursî navenda giştî ya rêxistina Birayên Misliman şewitandin, wezîrê parastinê û serfermandarê giştî Or.. berdewam...
Pûşper 1, 2013, 10:41

Li Colemêrgê jî xwepêşandanan destpêkir

Îro danê şevê li bajarê Colemêrga Bakûrê Kurdistanê jî xwepêşandanek pêk hat û di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûnan rû da. Di dema pevçûnan de li taxa Gazî agir li komeleyekê ket.Piştî rûdanên li Lîceyê û xwepêşandanên doh yên li Amedê Îro danê êvarê li bajarê Colemêrgê jî xwepêşandanan dest.. berdewam...
Pûşper 1, 2013, 9:43

Komên Kurdî li tehranê dê 7 şevan konsertan bidin

Komên muzîkê yên Kurdistanî, rêze konsertan li pey hev heta heft şevan li paytexta Îranê li Taranê pêşkêş dikin.Ev konser dê ji 2 heta 8 heyva tîrmehê 2013 li avahiya Rûdekî li Taranê were sazdan û têde çend komên muzîkê beşdar dibin.Di nava zincîra konseran de, koma “Tureq“ bi muzîka navçea Bakurê .. berdewam...
Pûşper 1, 2013, 9:31

Balyozê nû yê Emerîka li Hewlêrê dest bi karê xwe kir

Felah Mistefa berpirsê peywendîyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li her du konsulên berê û nû yên Amerîkayê yên li Hewlêrê kir û di civînekê de peywendiyên navbera Amerîka û Kurdidstanê hatin baskirin.Di civînê de, Felah Mistefa kar û xebatên konsulê berê yê Ame.. berdewam...
Pûşper 1, 2013, 7:41

Li Qamişlo teqînek pêk hat zarokekî dehsalî mir

QAMIŞLO – Li bajarê Qamişlo teqînek rû da û di encamê de zarokek 10 salî jiyana xwe jidest da.Îro saet di 20.00᾿an de li ber Parka giştî ya taxa Xerbî ya Qamişlo ku derdora 30 metrî dûrî navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ye, bombeya ku ji aliyê kesên ne diyar di nava çopêde hatbû bi cih kirin te.. berdewam...
Hêzîran 30, 2013, 11:12

Kişanak; ji ber rûdanan hukumet berpirse

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ji ber rûdanên li Amedê hukumet berpirs nîşanda û ev pirs kir; ‘Heger em nekarin mafên xwe yên herî demokratîk û rewa jî bi kar bînin emê aşitiyê çawa bînin!?’Piştî ku BDP’ê biryara rêzeçalakiyan da û destnîşan kir ku di çalakiyan de dê ji hukumetê daxwaz bike da ku ji.. berdewam...
Hêzîran 30, 2013, 3:26

Pêvajoya Aramî û aşîtiyê di çi rewşêdeye

Zeynep Kuray – ANFJi Heyeta Aqilmendan komek ji rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û nivîsakaran êrişa li Licê şermezar kir û banga berpirsyariyê kir. Endamên heyetê xwestin, qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê tavilê destpê bike û gavê ji bo wê bên avêtin.Hin endamên heyeta Aqilmendan, êrişa li nav.. berdewam...
Hêzîran 28, 2013, 11:47

Lîceyê Destwerdana Tund

Li Lîceya Amedê xelkê gundê Hêzanê ku 20 km dûrê Lîceyê ye, li dijî avakirina qereqolê xwepêşandan pêkanîn. Li ber şantiya qereqolê cendermeyan mudaxeyeke tund kirin. Di encama destwerdana cendermeyan de kesê bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û neh kesên din jî birîndar bûn.Eve demeke li.. berdewam...
Hêzîran 28, 2013, 1:51

Dazanîna PYD li ser rewşa bûyerên Amûdê

Serokê PYDê Salih Muslim, bûyerên bajarên Amûdê û Qamişlo yên rojavayê Kurdistanê wek “komplo” bi nav kir û bang li hêzên kurdî kir ku pêkve encamderên wê komployê eşkere bikin. Serokê PYDê Salih Muslim, bi rêka telefonê beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdawê bû û li ser bûyerên duh şev ên Amûdê û Qamişlo.. berdewam...
Hêzîran 28, 2013, 1:21

Aloziya navbera Kurdan li “Surî” dijwar dibe

Qamişlo-Ofîsa El Partiyê piştî şewatê Li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê navendên hinek partiyan hat şewitandin û her wiha berpirsekî partiya demokrat a kurd li Sûriyê (El Partî) jî li wî bajarê ji aliyê hêzên asayişê ve hat girtin. Şeva borî (27.06.2013) piştî ku li Amûdê pevçûn û alozî derke.. berdewam...
Hêzîran 27, 2013, 4:46

Ji Erdoxan daxuyaniyên balkêş

Eve hefteyek bû ku çavê herkesî li civîna Şandeya Aqilmendan û ya di gel serokwezîrê Tirkiyê R. Tayîp Erdoxan bû. Şandeyê li tevahî herêmên Tirkiyê û Kurdistanê lêkolîn kiribûn û der barê çavdêriyên xwe û rêyên çareseriya pirsgirêkan dosyayên xwe yên pêşniyazan amade kiribûn.Doh  piştî nîvro Şandeya.. berdewam...
Hêzîran 26, 2013, 1:55

Qamişlo: Di navbera YPG`ê û A.A de pêvçûn

Êvara Duşemê  li ser riya Dirbêsiyê- Hesekê di navbera Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê de û komên bi ser Artêşa Azad ve ne pêvçûnan rû da, her wiha li bajarê Qamişlo yê li taxa Kornîş otombêleke teqiya di encamê de 4 kes giran birîndar bûn e.Jêdereke çavdêr ji PUKmedia yê re diyar kir, ku li ser riya .. berdewam...
Hêzîran 25, 2013, 12:22

Berlusconî cezayê heft sal zindanîkirinê xwar

Serokwezîrê kevin ye Italya Berlusconi jiber ku bi keçikeke kamilnebûyî peywendiya rigezî danî bû, ji aliyê dadgeha ceza ya Mîlano ve biryara 7 sal girtîmanê hate dayîn.Silvio Berlusconi ji ber ku bi keçikeke Fas î ya reqisvan navê wê “Ruby” Kerime El mahruk, berberî dirafan peywendiya rigezî pêk an.. berdewam...