• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Nûçe - Pel 82

Nûçeyên cîhanê, yên Kurdistanê

Pûşper 9, 2013, 2:50

Emerîka zelalî bi helwesta xwe ya himber rewşa Misrê anî

Emerîka helweste xwe yê dijî rewşa Misrê zelal derbirî.Ji destpêka alozî û destserdana artêşê li ser komarê ve Emerîka têgeha desteseriya komarê bikar neêna û ji herkesî cudatir helwestekî nerm didanî.Ji berê ve Emerîka di cîhanê de pirtirîn welatê ku arîkarî didayê û hîna jî dide Misir e. Ji sala 1.. berdewam...
Pûşper 9, 2013, 12:34

AKP’ê bi xwe pêşniyaza xwe red kir

Parlementerên AKP’ê di meclîsa Tirkiyê de pêşniyaza ku ji aliyê partiyan wan ve hatiye kirin jî bi xeletî red kirin.Parlamenterên AKP’ê wesa fêr bûne ku hemû pêşniyazbiryarên partiyên opozîsyonê red bike. Ji ber vê jî car bi car xwe şaş dikin û dema ku dibînin parlementerên partiyên opozîsyonê pêşni.. berdewam...
Pûşper 8, 2013, 2:21

Neteweyên Yekbûyî: Serdana Barzanî ya Bexdayê erêniye

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Martîn Kobler bi daxuyaniyekê ragehand ku ew weke Neteweyên Yekbûyî serdana serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî ya ji bo Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê weke pêngavekê erênî nirxand.Roja Yekşemê serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî bi serdanekê fe.. berdewam...
Pûşper 8, 2013, 1:40

Festîvala Berxbir bi dawî bû

Nehemîn Festîvala çand û xwezayê ya Berxbir ku ji aliyê şaredariya Elkê ve bi diruşma ‘jiyana azad û demokratîk bi azadiya rêber Apo pêkane’ dihate li darxistin di roja sêyem de bi dawî bû. Di roja sêyam ya mêhrîcanê de bi hezaran kesên ku li zozanên Laleşê kon vedabûn beşdarê ahengên roja sêyem bûn.. berdewam...
Pûşper 8, 2013, 11:37

Hikumeta AKP’ê pakêta reforman amade dike

Li gor nûçeya televîzyona Tirkiyê Haberturk, piştî ku hêzên PKK’ê derketin derveyî sînorên Bakûrê Kurdistanê dê hikumeta AKP’ê pakêtekê reforman amade bike. Nûçe dibêje ku bi guhertinên qanûnî dê piraniya girtiyên KCK’ê bihêne azadkirin.Li gor nûçeya televizyona Haberturk piştî hevdîtinên hevseroka .. berdewam...
Pûşper 8, 2013, 10:03

Li Misirê artêşê komkujî pêkanî

Artêşa Misirê li paytext Kahîreyê di nimêja sibê de gulle berda ser alîgirên Mursî û qad vegerande gola xwînê. Li gor agahiyan 52 kes hatine kuştin û hejmara birîndaran jî zêdetirê ji 300 kesane. Artêşa Misirê jî diyar kir ku ewan 16 terorîst kuştine.Artêşa Misirê li Paytext Kahîreyê li pêşiya bareg.. berdewam...
Pûşper 7, 2013, 10:27

Pêwendiyên Misir û Suriyê ji nû ve destpêkirin

Rawêjkarê wezareta derve yê Misirê Bedir Abdulatî diyar kir ku dê pêwendiyên dîplomatîk yên di navbera Suriye û Misirê de ji nû ve destpê bikin. Abdulatî di wezaretê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku dê pêwendî di asta konsolxaneyan de be. Li gor peymana di navbera her du aliyan de hatiyekirin .. berdewam...
Pûşper 7, 2013, 9:42

Hîroxan îro bi balyozê Emerîka re civiya

Îro li bajarê Silêmaniyê, konsilê Emerîkayê yê nûh li Hewlêrê Cozêf Binînkon serdana Silêmaniyê kir û ji aliyê xanima yekê ya Êraqê ve hate pêşwazî mkirin.Di wê serdanaê de, mêvanên serdankirî li rewşa serok Mam Celal pirsiyan û rola Mam Celal di proseya siyasî ya Êraqê de gelek mezin nirxandin.Ji a.. berdewam...
Pûşper 7, 2013, 6:35

Serok Barzanî li gel Malikî civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li Bexdayê civiyan û ragihandin, her du alî li ser çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê rijd in.Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (07.07.2013) serdana Bexdayê kir û digel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî hevdîtin.. berdewam...
Pûşper 7, 2013, 2:48

Festîvala Berxbir bi coşî berdewam dike

Mêhrîcana çand û huner û xwezayê Berxbir ya 9 emîn ku ji aliyê şaredariya Elkê ve li zozanên Laleşê bi dirûşma ‘Rizgariya demokratîk û jiyana azad bi azadiya Rêber Apo pêkane’ pêk dihêt bi coşekê mezin berdewam dike. Bi deh hezaran kesên ku ji herêmên cuda beşdariya mêhrîcanê dibin bi cilûbergên xwe.. berdewam...
Pûşper 7, 2013, 1:55

Wezareta Pêşmerge daxwaza cîbicî kirina pêdiviyên peymanan dike

Wezerata Pêşmergeyan ya hikumeta herêma Kurdistanê diyar kir  ku ew hêvîdarin di vê demê de aloziya di navbera herêmê û Bexdayê bi hevdîtinên dihêne kirin ji holê rabe û hikumeta Bexdayê pêdiviyên peymana sala 2007’an pêk bihîne.Sekrterê giştî yê wezerata Pêşmerge Cebar Yawer di daxuyaniyekê de ji b.. berdewam...
Pûşper 7, 2013, 11:52

Rêpîvana Gimgimiyan li dijî bendavê

Rêxistina BDP’ê ya navçeya Gimgima Mûşê li dijî çêkirina Santrala Elektirîkê ya hîdro meşekê pirotestoyî li darxistin. Platforma jingehê ya Gimgimê û gelek saziyên din yên sîvîl jî piştgiriya meşê kirin.Bi pêşendiga rêxistina BDP’ê ya navçeya Gimgima Mûşê li dijî avakirina bendavan meşek hate li dar.. berdewam...
Pûşper 7, 2013, 12:35

Nîkaragua, Bolivya û Wenezûela bersiva erênî dan Edward Snowden

Sîxorê berî yê CIA û NSA’yê Edward Snowden ji bo mafê penaberiyê serî li 21 welatên cîhanê dabû ku 13 ji van welatan yên Ewrupayê bûn. Ji van welatan Bolîvya, Nîkaragua û Wenezûellayê bersiva erênî dane Snowden.Sixorê berî yê CIA û NSA’yê Edward Snowden beriya niha ji Emerîkayê revîbû û der barê pla.. berdewam...
Pûşper 6, 2013, 10:18

Mesût Barzanî subê serdana Bexdayê dike

Li gor nûçeyekê ajansa nûçeyan ya Peyamnêr (PNA) serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî sûbe dê serdana Bexdayê bike û li gel serok wezîrê Îraqê Nûrî Malîkî hevdîtinekê encam bide.Li gor nûçeya Peyamnêr, berpirsekê hukumeta herêmê ragehandiye ku serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî piştî geşta xwe.. berdewam...
Pûşper 6, 2013, 8:14

Li Misirê Serok wezîrê nû diyar bû

Li Misirê piştî darbeya leşkerî ku serok komar Muhamed Mursî hate binçavkirin hevrikê wî yê hilbijartinan El Baradeyî bû serok wezîr.Li Misirê serok komarê katî Adlî Mansûr erka serok wezîriyê da Muhammed El Baradeyî. Birayên Musliman li dijî vê biryarê nerazîbûna xwe diyar kir. Birayên Musliman diy.. berdewam...
Pûşper 6, 2013, 2:29

Geverî heta sibê li Girê Rehmo man

Geverî doh bi armanca şermezar kirina bûyera Lîceyê û avakirina qereqolan bi girseyî çûne herêma Doskî û derketin girê Rehmo ku li wê derê qereqola seyar danîne, çalakiyek encam dan û çalakî heta sibê berdewam kir.Geveriyan doh bi armanca şermezarkirina bûyera Lîceyê û çêkirina qereqolan çalakiyek l.. berdewam...
Pûşper 6, 2013, 1:30

Festîvala Berxbir Destpêkir

Nehemîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Berxbir ku her sal ji aliyê Şaredariya Elkê ve dihête li darxistin, îsal jî bi dirûşma “Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk, bi azadiya Rêber Apo dibe” pêk dihêt. Li gel hemû astengiyên walîtiya Şirnexê û qeymeqamiya Elkê jî, bi hezaran kes li Zozanên Laleşê hatin .. berdewam...
Pûşper 6, 2013, 2:05

Li Qamişlo êrîş li ser xwepêşanderan

Li gorî nûçeya ku di nûçegeha taybet ya rojava KURDWATCH de hatî nivîsîn, tê derbirîn ku li Qamişlo ji bo rewşa Amudê xwepêşandan pêk hatine û ji aliyê PYD ve êrîş û pelamar li ser van xwepêşandana hatiye pêkanîn. Dirêjiya nûçeyê weha ye.5ê tîrmeha (July) 2013ê – Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de .. berdewam...
Pûşper 6, 2013, 1:09

Li Misirê hejmara miriyan gehişte 72 kesan

Li Misirê alîgirên Mursî li ser bangawaziya Mursî û Birayên Misliman, bi mebesta şermezarkirina derbeya leşkerî derketine qadan. Leşker jî ji bo xelkê ji qadan derbixe çekan bi kar dihîne. Dihête îdîakirin ku kesên nasnameya wan ne diyar gulleyan li ser xwepêşanderan direşînin. Şêxê Ezher ji bo bi d.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 8:51

Şandeya KCD û BDP’ê ji Qendîlê vegeriyan

Hevseroka BDP’ê Gûltan Kişanak û hevserokê KCD’ê Ahmet Turk piştî hevdîtinên xwe yên li gel berpirsênKCK’ê yên li Qendîlê vegeriyane Hewlêrê û der barê hevdîtinên xwe de daxiyaniyek kurt dan.Di çarçoveya pêvajoya aşitî ya Tirkiye û Bakûrê kurdistanê de şandeya BDP û KCK’ê ya ku çûbûne Qendîlê vegeri.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 4:06

Biryara 35 sal zîndanî ya Ahmet Turk hiweşiya.

Doza ku li dijî hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê serbixwe yê Mêrdînê Ehmed Turk hatibû vekirin û bi îdîaya “propagandeya rêxistina terorê û encamdana sûcên bi navê rêxistinê” jê re 35 sal ceza dihat xwestin, hat betalkirin.Li gorî nûçeya DÎHAyê, li dadgeha cezayê giran ya Am.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 2:40

Îranê di 3 rojan de 38 kes sêdare da.

Komara îslamîya Îranê di 3 rojên dawî de 38 girtiyên li girtîgehên cûda sêdare da. Komara îslamî ya Îranê evro 6 girtiyên li girtîgeha Bêm, doh jî 5 ciwanên ku li girtîgeha navendî ya Urmiyê, 4 kes li girtîgeha Recayî ya bajarê Kerecê, roja sêşemê jî 21 kes li girtîgeha Qizilhesar û 2 kes jî li girt.. berdewam...
Pûşper 5, 2013, 12:43

Hevserokên BDP û KCD serdana Qendîl`ê dikin

Rêzehevdîtinên di navbera AKP, BDP, Qendîl û Îmraliyê de berdewamin. Piştî ku şandeya BDP’ê bi rayadarên hukumeta AKP’ê re civiyan vê carê jî nûnerên BDP û KCD’ê seredana Qendîlê dikin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Ehmed Turk û Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP`ê)  Gultan Kişana.. berdewam...