• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nûnerê Amerîkayê di hevpeymanetiya Dijî DAÎŞ’ê de dest ji kar berdide

Nûnerê Amerîkayê di hevpeymanetiya Dijî DAÎŞ’ê de dest ji kar berdide


barkirin: Êlûn 23, 2015, 3:31


Hat ragehandin Nûnerê bijardeyê Obama di hêzên Hevbeş a Hevpeymanetiya li dijî DAÎŞ’ê de li Îraq û Sûriyê, Orgeneral John Allen di demeke nêz de dest ji kar berdide.

Çar perpirsên Wezareta Derveya Amerîkayê ragehandin, John Allen di payîza îsal de dest ji karkêşana xwe ji postê Nûnerê Amerîkayê di Hêzên Hevbeş a Hevpeymanên li dijî DAÎŞ’ê de radigehîne.

Piştî vê biryara Allen, Koşka Spî li kesekî digere ku karên Allen bi rêve bibe.

Sala borî hevpeymaniya li dijî DAÎŞ’ê bi Serokatiya Amerîkayê li dijî Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)’ê li Îraq û Sûriyê pêkhatibû, Generalê xanenişîn bûyî, John Allen ji aliyê Obama ve weke Nûnerê Amerîkayê di vê hevpeymanetiyê de hate destnîşan kirin.

Tê îdîa kirin yek ji sedemên destji kar kêşana Allen, nexweşiya hevjîna wî ye.

dîtin: 202

Pêveker:

nûnerê amerîkayê di hevpeymanetiya dijî daÎŞ’ê de dest ji kar berdide