• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nûneriya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd vebû

Nûneriya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd vebû


barkirin: Êlûn 3, 2013, 10:53


Zaza Toprak-Zurich

Nûneriya navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd li bajarê Swîsre Zurichê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de vebû.

Di merasîma vekirina Nûneriya Navneteweyî ya Tevgera Jinê ya Kurd de, nûnerên, Federasyona Komeleyên Kurd li Swîsreyê (FEKAR), Buroya Aştiyê ya Jinê ku navenda wê li Elmanyayê (CENÎ), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FESA), Dayikên Aştiyê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) û Meclîsên Jinan ên Kurd, amade bûn.

Axaftina vekirinê ji aliyê yek ji rêveberên nûneriyê Arzû Gungor ve hat kirin. Gungor bal kişand ser girîngiya nûneriyê û got, “Li vê derê nûneriyeke me heye ku em karibin têkoşîna jinên bi dest û rastî dijwariyê tên, bimeşînin.” Gungor di axaftina xwe de bal kişand ser komkujiyên li Sûriyê li dijî jinan tên kirin. Gungor her weha destnîşan kir ku di şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li Rojavayê Kurdistanê de rola jinê diyarker e.

Li ser navê Cenî Havîn Ceren peyivî û sê jinên şoreşger ên li Parîsê roja 9’ê Çileyê hatin kuştin bibîr anî û got, “Îro ew gaveke din nêzî xeyalên Sarayan, Ronahiyan û Rojbînan bûne.”

Dûre Şukran Sîncar li ser navê Meclîsên Jinan ên Swîsreyê peyivî û diyar kir ku têkoşînê deskevtiyên mezin bi xwe re aniye û got, “Em bi hêsanî nehatin rojên îro. Gelek berdêl hatin dayîn, hînê tên dayîn.”

Nûnera Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Maya Heucchmann jî da xuyakirin ku wan bi salan li gel jinên Kurd li Kurdistanê gelek proje amade kirine û got, “Di dema van xebatan de firsenda min çê bû ku gelek jinên Kurd nas bikim. Jinên li Tirkiyê tevî zextên giran, gef û girtinan jî ji têkoşîna xwe venagerin.”

Nûnera Rêxistina Efûyê diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd li Ewropayê jî dewam dike û avabûna Nûneriya Navneteweyî ya Tevgera Jinê ya Kurd silav kir.

Merasîma vekirinê heta saetên dereng dewam kir.

ANF

dîtin: 312

Pêveker:

nûneriya navneteweyî ya tevgera jinên kurd vebû