• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
NY; Em bi tu awayî di Referandûmê de cih nagrin

NY; Em bi tu awayî di Referandûmê de cih nagrin


barkirin: Hêzîran 15, 2017, 11:52


Piştî ragihandina Referandûma Serxwebûnê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nûçeyên li ser Neteweyên Yekgirtî jî di torbendên civakî de cihê xwe girtin. Li gorî i van nûçeyan de hatî gotin Neteweyên Yekgirtî wekî çavdêr dê Referandûmê bişopîne. 

Îro Pişka arikariyê ya NY ya Iraqê ragihand ku ewana bi tu awayî dê cihê xwe di nav karên Referandûmê de negrin û ewana çavdêriyê jî nakin.

Di daxuyaniya îro ya li Ofisa NY ya Iraqê de weha hate gotin; Di hevdîtinên me de yên li gel Şandeya Serbixwe ya bilind ya Hilbijartinê me diyar kir ku yekîneyên me yên çavdêrî û arikariyê dê beşdarî karê referandûmê nebin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê bi tu rengi endamên NY di nava karê referandûmê de cihê xwe negrin. 

dîtin: 126

Pêveker:

referandûm neteweyen yekgirti